Amara canjidestdayên bi sedema Koronayê di Rojhelatê Kurdistan û Îranê de gehiştiye asteke gelek metirsîdar û roja derbasbûyî zêdetirîn rêjeya pêketin û canjidestdanê hatiye tomar kirin.
Rewşa Koronayê di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bûye krîz û tev bajar di rewşa sor a Koronayê de ne; Pêka amarên rejîma Îranê roja Duşemê 18ê Gelawêjê 588 kesan canê xwe ji dest dane û nêzî 41 hezar kes jî tûşî vîrûsa Koronayê bûne; Ew amare ji destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê di Îranê de heta niha zêdetirîn rêjeya canjidestdayan e.
Di wê krîzê de jî nexweşxanên Îranê jî tejî bûne ji nexweşênn Koronayê ku beşeke zêde ji nexweşan di nava hewiş û salonên nexweşxaneyan de dimînin an jî li nava maşînên xwe li ber deriyê nexwşxaneyan dimînin.
Herwisa rewşa derzî û dermanan jî gelek xirab e û dermanên gelek asayî yên mîna sêroman jî dest nakevin û eger hebin jî nirxa wan çend qat bilindtir in.
Rêberê rejîma Îranê li meha Sermaweza sala 1399an gotibû ku anîna vaksenên “Birîtaniyayî û Amerîkayî” bo Îranê qedexe ye û divê ji vakesên navxweyî mifah bê wergirtin, lê heta niha ti vakseneke bi wec nehatiye berhemanîn.
Serokê Saziya Nizama Pizîşkî ya Îranê “Mihemedriza Zerefqendî” li derheq rewşa xirab a Koronayê gotiye: “Amar zêdetir ji vê yekê ye ku belav dibe û di vê derheqê de ew kesên ku li ser anîna vaksenên Koronayê daxuyanê didan, bila bersiva wê rewşa xirab bidin”.
Pêka raporên rejîmê heta niha bi tenê 13 miliyon doza yekem a vaksena Koronayê hatiye lêdan, ev rêjeye gelek kêm e û metirsiyeke gelek mezin li ser canê xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye.