Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û Azerbaycan

21:32 - 8 Gulan 2013

Şehab Xalidî

Pêwendiyên di navbera Îran û Azerbaycanê rojbiroj sartir dibin, û ew sariya pêwendiyan zehmet e ku bi wan zûkatiya çareser be, û her du alî dest bi pêwendiyên germ û dostane bikin. Têkçûna pêwendiyên siyasî pirr caran encama pêvajoyên siyasî ên dij bi hev di nav siyaseta navxweyî ya dewletan de ye.

Her di vê çarçoveyê de em dikarin têkçûn yan sartirbûna pêwendiyên di navera Azerbaycana Laîk û Komara Îslamiya Îranê bo wan xalên jêrîn vegerînin:
Piştevanîkirina rejîma Komara Îslamiya Îranê ji girûpên tundrew ên Îslamî ên dijberê dewleta laîk ya Azerbaycanê li nav welatê Azerbaycanê de, û piştevanîkirina ji Ermenistanê ku wek dujminê Azerbaycanê tê hesibandin.

Birêveçûna çend meşên nerazîbûnê ji aliyê Azeriyên vî welatî ve bi dijî tepeseriya Azeriyan ji aliyê rejîma Îranê ve.
Rexnekirin dewleta Azerbaycanê ji aliyê rayedarên rejîma Komara Îslamiya Îranê bi taybetî ji aliyê kesayetiyên mesebî ve, derheq amdekariyê Azerbaycanê ji bo rêvebirina maçên “Yorovîjinê” di sala borî de.

Girtina 22 hemwelatiyên Azerî di Adara sala 2012’an de, ji aliyê berpirsyarên dewleta Azerbaycanê bi tawana ajantiya ji Îranê re.
Kirîna çek û cibelxaneyan ji Îsraîlê bi qasî 1.6 milyard dolarî, û tîcareta navbera her du aliyan ku nêzî 4 milyard dolarî dibe, û herweha Îsraîl duyemîn welatê bikarînerê petrola Azerbaycanê ye. Hêla borriyên Îşklonـ Îlat ji giringtirîn hêla veguhastina petrolaKomara Azerbaycanê ye.

Azerbaycan hêla jî wek deshilatek sava tê hesibandin û xwediyê serxwebûnek dîrokî nine, û berdewam xwe ji tehlûkeya êrîşa Ermenistanê de dibîne.

Îran Azerbaycanê ne wek hikumetek serbixwe, belku wek beşek ji xaka xwe dihesibîne, û nêzîkatiya Azerbaynê bi Îsraîlê, Îran pirr nerehet kiriye, lewra Azerbaycan hest bi vê nîgeraniya Îranê kiriye û dike û ditirse ku Îran ji her riyekê mifahê bistîne bo neêminkirina vî welatî.

Di rastî de ew sedemên ku me bas kirin, beşek ji sedemên sartirbûna wan pêwendiyan e, lê mixabin sedema bingehîn ew e ku deshilatdarên vê rejîmê tim û tim serkevtian xwe di şer û tevdanîkariyan de dibînin, lewra em dibînin ku ew rejîma weha îzole bûye, û ew îzolebûna rejîmê û siyasetên serhişkane ên rayedarên vê rejîmê bûye sedema vê ku xelkê bêçare ên welatê me di rewşeke pirr xirap ya aborî de bijîn. Ew rewşa xirap ya aborî êdî gihîştiye astekê ku jiyan ji xelkê welat tehil kiriye û êdî mirov dikare vê rewşa xirap wek karesat bihesibîne.