Kerîm Perwîzî
“Ji ber xebata gelên Îranê ye ku em daxwaza nasîna mafê dana çarenivîsê li Îranê de dikin. Ev tenê rêya rakêşana xatircemî ya neteweyên zor lêkirî li Îranê de ye, ku tenê bi sedema pêkanîna yekîtiya daxwaz û peywendiya bihêz a wan e, di Îraneke azad û demokrat de.”
Dr.Qasimlo, li Xermanana sala 1349`an efsaneya M. Makan.
Wê demê Dr. Qasimlo di bersiva M. Makan de wê hevokê dinivîse, Mihemedreza Şah Pehlewî di kupika desthilatê de bû û dixwest bi çar hespan ber bi eniya dervazeyên şaristaniyet û pêşkevtinê herin. Ev Îrana ku wan drust kiribû, li ser bingeha haşakirin li cudahiyan û helandina gelan di nav mencela Îrana farsîzan de! Danîbûn.
Rejîma Şah hiloşiya û ev Îrana bi hatina li ser kar ya Xomeynî, parametrek din jê zêde bû, peyrewîkirin ji wilayeta Feqîh bû! Yanî mencelê ji berê zêdetir xelk dikeland û diheland, da ku wan hînî sîmaya wilayetê jî bike!
Îrana ku niha he ye, Ev Îran e ku, cudahiyan dikuje, ziman, nasname, xast û xeyalên cuda dixeniqîne û tev bo sîmaya wilayeta Feqîh, di eniya berxwedaniya olî de xelk birçî be û bê kuştin daku Xamineyî û beyta wî û fermanderên Spah û terorîstên Hizbulah û girûpên çekdar yên girêdayî Xamineyî têr bibin. Ev Îrana ku Reza Pehlewî û Mihemedreza û piştire Xomêynî û Xamineyî jî di nav de destêverdan kirin, bingeha vê li ser zilmkarî, xwînrêjî û bizorê bêdengkirina damezravan e û her bi vê sedemê ye jî, ku niha di mezintirîn kirîzê de ne û gendelî û malwêraniyê seranserê wê dagirtiye, neku tirsa hiloşîna rejîmê ye, belkû hiloşîna Îranê bixwe û Îranîbûnê girtiye.
Gotara Opozîsyona derveyî sînorê Îranê jî ku temaşe dikî, tenê behs li hiloşîna rejîmê nakin, belkû nîgeraniya hiloşîna Îranîbûna wan jî he ye. Ev tirs û nîgeraniya tirseke rastiye, çimkî Îranîbûna niha li ser esasa cudahîdanîn zilm û înkara damezrav û çê kirine.
Derbasbûn li rejîma Tehranê ber bi rejîmek din ve, tenê guherîna şikl û sîmayan e û hatina li ser desthilatê ya çend kesên bi navên din nabe. Çimkî bingeha vê coreyî li Îranîbûnê hejiya ye. Îranîbûnek ku tenê û tenê zilmê berhem tîne, û neteweya Fars bixwe jî li hundr de asûdebûnê nabîne, çimkî tev dewreyek neçar dibin pala xwe bidin bi dîktatorek din, heta ku neteweyên din serkut bikin û piştire jî êrîş Farsan bixwe jî digre!
Tenê Îran û Îranîbûnek dikare dewam hebe û di navxwe de aştî û vegeşînê berhem bîne, ku weke nemir Dr.Qasimlo dibêje: Cudahîdanînê havêje û pênaseya Îranê biguhere. Ev Îrana nû ya ku ava dibe, dibe meyla dixwazane ya neteweyan rabikêşe da ku, Îran pêkive bi hevparî û pênaseya wekheviyê çê bikin. Merca berdewamiya Îranê, wekheviya neteweyan di biryar standinê de ye.