Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraq ber bi kû ve diçe?

13:07 - 26 Kanûna Paşîn 2013

Kavûs Ezîzî
Piştî heyamek dirêj li binpêkirinên zagona bingehî ya Îraqê ji aliyê serokwezîr Nûrî Malikî ve, Erebên Sune jî rabûne ser piyan û xwepêşandan dest pêkirin. Ev nerazîbûna han di gel vê yekê tê ku heyamê salekî ye ku herêma kurdistanê jî di heman warî de (Di warê binpêkirinên zagona bingehî ya welat de) li gel Malikî rastî astengiyan hatiye û heta niha jî tu çareserî ji wan kirîzan re nehatiye kirin.

Erebên Sunne heta hiloşiyana rêjîma Seddam, xwediyê hemû deshelatan, û hemû mafekî wan di Îraqê de li yên din, wek: Kurd, Erebên Şîe û...hwd zortir bû. Lewra ew heta niha jî nikarin xwebidne qebûlandin ku êdî ew ne hakim in, û ew kêmaniyek in di Îraqê de. Lê eva jî li bîra me neçe ku Erebên Sunne ji aliyê piraniya dewletên Suniyên Ereban ve têne alîkarî kirin, di heman demî de jî Erebên Sunne xwdan ceribandinên zêdetir in ji kurd û Şîeyan, û dikaribin zû xwe bi rêxistin bikin.

Gelo em bizanin ka armancên rabûne serpêyan ya Erebên Sunne çi ne, û kîjan aliyan dest têde hene?

Ev destpêka hanê ne cuda ye ji Buhara Erebî, û ne cuda ye jî ji rîzbendiya ku di herêmê de hatitye holê. Îran, Sûriye, Nûrî Malikî, Hizbullaha Lubnanê û hinek derdorên din weke bereya Şîe xwe dane ba hev, û bûne xofek ji bo bereya Sunne ya deverê.

Ew bereya han di hember Suniyan de ku Turkiye, Qeter û Erebistana Siûdî sergêriya wan dikin, xwe îlan kiriye. Milmilanê di navebra wan de pir xurt bûye, lê di warê piştgiriya navnetewî û îmkanên din de, bereya Suniyan pirr bihêztire ji bereya Şîe û Herdû alî ji wan bereya dixwazin xwe berfirehtir bikin.
Her wek me got ku di Îraqê de Erebên Sunne li pey wan poanên ku bi hloşiyana seddam ji dest dane digerin. Bo vê mijarê jî dixwazin pêngava destpêkê bi vî awayî be:

Xwe birêxistinkirin ji bo îlan kirina herêmek federalî a Sunne

Di hember alaya Îraqê û ya Kurdistanê de, hildana alaya serdema seddam wek alaya herêma Sunne. Dest xistina piştgiriya dewletên Sunne û Turkiyê û ….hwd bo guhertina zagona bingehîn ya Îraqê, da ku bikaribin ber bi vegerandina deverên veqetiyayî yên kurdistanê bo ser herêma kurdistanê ve herin.

Ewane û pir tiştên din hene ku Erebên Sunne dixwazin ji xwe re garantî bikin. Bo mînak, mesela Tariq Haşimî, berfirehkirina deshelata wan di dewletê de û...hwd.

Lê di vê navberê de kurd jî diviya jê bifikirin ku pîlanek bi rêve ye. Dema ku ev armancên Sunneyan hatine cih (ku ez bi dûr nabînim) vê demê astengî bo kurdan zêdetir dibin. Astengiya herî mezin ewa ye ku dewletên Erebê Sunne, Turk û...hwd piştgirya Sunneyan dikin. Herwisa sinûrê herêma kurdistanê jî hemû bi Sunneyan re hevpar e, û deverên veqetiyayî ên herêma kurdistanê jî, hem Sunne û hem dewletên navhatî, tu caran naxwazin weke Kurdistan nas bikin, lewma jî zivirandina wan bo ser herêmê rastî astengiyên mezin dibe.

Di vî halî de Malikî û Şîe jî dûr nine ku pişta Sunneyan bigrin û kurd bi tenê bimînin. Yanî derdor dixwazin kurdan û Erebên Sunne bihevre bikevne rikeberiyê ku bi hizra min di vê navberê de zirara mezin li kurdan dikeve. Malikî û Şîe her hakim dibin li welat de, deverên veqetiyayî nakevne ser herêma kurdistanê, û dê bibne beşek ji herêma Sunneyan.

Di dawiyê de ez êvî dikim ku serkirdayetiya siyasî a başûrê kurdistanê cehdê bike bo yekrêzî û bihevre karkirinê, heke kurd di roja îro de yekgirtî neçe meydanê, ez bawerim destkevtên kurdan kêm dibin.

Encam

Di lîstika navbera Şîe û Suneyên deverê de kurd heke yekîtiya xwe neparêzin û bi hûrî tevnegerin, wê zirarê bibînin. Alîkar û hevdestên Sunneyan pirr in, û îmkanên wan jî pirr in. Bitaybetî dewleta Turkiyê dixwaze ji rêka Erebên Sunne ve nehêle kurd deverên veqetiyayî vegerînne ser herêma Kurdistanê, û bikne beşek ji herêma Sunneyan.