Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Weqfa Îsma`îl Bêşikçî di nameyekê de spasiya Dezgeha Pêwendiyên Kurdistanî ên PDKÎ kir

16:42 - 21 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Weqfa Îsma`îl Bêşikçî di nameyekê de bersiva Dezgeha Pêwendiyên Kurdistanî ên PDKΠkir.

Deqa nameyê wiha ye;

Abdurehman Qasimlo

Ez Qazî Mihemed û hevalên wî, Dr. Qasimlo û hevalên wî, Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi xoşewîstiyê bi bîr tînim.

Ez nameya ku ji layê Partîya we ve ji bo Weqfa me hatiye şandin, ji hest û ramanên naveroka nameya we re pirr sipas dikim.

Abdurehman Qasimlo, 13ê Temûza 1989an, di xanîyê şuqeyekê bajarê Viyanayê de ji layê ajanên hikûmet û dewleta Îranê ve hate qetilkirin ku ew ji bo hevdîtinê hatibûn şandin. Dr. Qasemlo, di çend deqîqeyên pêşî yên hevdîtinan de hate qetilkirin.

Kujerên Abdurehman Qesimlo û hevalên wî, di nav demeke pirr kurt de terka wî xanî û şuqeyê kirin. Dema ku terka şuqeyê kirin, rastê tu astengî û şopgeriyê nehatin. Polîsên Viyanayê, hîç hewldanek nedan ji bo derdestkirina van qatilan. Kujer di nav demeke kurt de ji Viyanayê û Awustiryayê derketin, gihîştin Îranê. Dema ku evan kujeran ji Viyanayê derketin û ji Awusturyayê derketin, rastê (tûşê) tu astengî û şopandinê nehatin.

Çawa ku polîsên Viyanayê ji bo derdestkirina van kujeran neketin nav hewldanekê, herweha dozgerê Viyanayê jî di derbareyê vê qetlîamê de mehkemeyekê cezyê saznekirin. Ji bo ku li ser vê qetlîamê lêpirsîn bête kirin û kujerên wê bêne mehkemekirin, li layê kurdan ve gelek hewldanên (têkoşan) hatin kirin. Digel van hemû hewldan û daxwaz û zixtan, dozgerê Viyanayê, doza cezayê ji mehkemê nekir.

Hêlena Krulich a hevjîna Dr. Qasimlo, ji bo ku di sazkirina mehkemeya cezayê de bibin alîkar, bi Serokomarên Fransa, Almanya, Îtaliya, Swed û yd. re û herweha bi Serokê Amerîka û Serokwezîrê Brîtanyayê re hevdîtin kirin. Bi tevî van hewldanan, li ser vê bûyerê li Viyanayê mehkemeya cezayê nehat sazkirin. Sebebê sereke yê saznekirina mehkemeya cezayê, têkilîyên ticarî û dîplomatîk ên Awustirya û Îranê ne. Viyana naxwaze tu problem di pêwendîyên wan û Îranê de çêbe. Awustiryayê weha fikir dikir ku di derbarê vê qetlîamê de derdestkirin û hepiskirin çêbe, mehkemeya cezayê bête sazkirin, dê bi Îranê re pêwendîyên me yên ticarî û dîplomatîk xerab bibin. Azadî û heqê Kurdan, neheqîya li hemberê Kurd û Kurdistanê, qet ji wê re ne xem e.

Evana hemû, nîşanê vê yekê ne. Salên 1920an, di dema Cemîyeta Milletan de, li Rojhelata Navîn û li Rojhelata Nêzîk statuqoyek hatiye damezirandin. Di vê statuqoyê de cîyê Kurd û Kurdistanê tune ye. Kurd û Kurdistan hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Li ser Kurdan di her yek parçeyê de polîtîkayên wesa têne tetbîqkirin ku dixwazin navê kurd, zimanê kurdî, kultur û dîroka wan ji rûyê erdê bête hilanîn.

Ev polîtîkaya ku li ser Kurd û Kurdistanê tête meşandin, neheqîyeke pirr gewre ye. Vê polîtîkayê encameke wisa derxistîye meydanê; her wekî parçebûna îskeleta (kakûta) mirovekî ye û belavbûna mejîyê wî/wê ye.

Qetilkirina Abdurehman Qasimlo û hevalên wî, di roja 13ê Temûza 1989an de pêk hatibû. Roja 16ê Adara 1988an jî li Helebçeyê jenosîda Kurdan pêk hatibû. Piştî qetilkirina A. Qasimlo, roja 24ê Eylûla 1992yan, li kafeyekê bajarê Berlînê, serokê wê demê yê PDKÎyê Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî jî ji layê ajanên hikûmet û dewleta Îranê ve hatin qetilkirin. Vana hemû didin nîşandan ku hîn jî neheqîya li hemberê Kurd û Kurdistanê berdewam dike.  

Çawa pêşîya ev rûdan û pêkhatinên neyînî tête girtin? Di berîya her tiştî de, divê van neheqî û rûdanên dîrokî yên di derbareyê Kurd/Kurdistanê de bêne zanîn û bîranîn. Ewên ku pêvajoyên dabeşbûn û parçebûn û parvebûn û neheqîyan bizanin, ew dê pêdivîya bexişandina hev û du têbigîjin, ne ku tewîzdayina dijminê xwe. Wê demê dê bixebitin ku bi hev re tevbigerin, bibin hêz û qewet. 

İsmail Beşikci