Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsmaîl Bêşikçî Sedsala 21’an sedsala Kurdan e.

21:54 - 8 Gulan 2013

Li zankoya Selahedîn li Hewlêrê civînek ji aliyê dezgeha xêrxwaziya Barzanî ve hat lidarxistin.

Di despêka 1941’an li Kurdistana Îranê û li Mehabadê pêvajoya komara kurdistanê dest pêkiribû. Ew tê vê wateyê ku di daviya şerê duyemîn ê cîhanî jî Kurd her li ser piya bûne, û encama wê jî komara Kurdistanê bûye û xwedan xwastekê xwe bûye. Di wî serdemî de ew dewletên ku yekîtiya mîletan avakirin nexwastin ku xwastekên kurda bibihîsin yan jî Kurda nakarî dengê xwe bigîjinin guhê wan.

Dixwazim basê helwêsta civaka cîhanî li hember Kurdan bikim. Di 16’ê Adara sala 1988’an de Helebçe hate jînosaydkirin. Li hember vê jînosaydê li tu welat û bajareke cîhanê tu helwêstek nehat girtin, tu kesekê li hember ew jînosayda hovane helwêst negirt. Em dibe baş bizanin ku sebeba ew bê helwêstiya welatên cîhanê çi ye. Di heman rojê de welatên Îslamî kombûnekê digirin. di vî konfiransê de 53 endam hebûn û tu kesekê basê vê bûyerê nekiriye.

13’ê Temûza 1989’an, sekreterê giştî ê PDKÎ li Viyenê hat terorkirin. Dr.Qasimlo bona hevdîtinên dîplomatîk ji aliyê hikûmrta Îranê ve hatibû gazîkirin, lê ew dîplomat nabûn û terorîst bûn. Bikûjên Dr.Qasimlo û du hevalên wî karîn ku di demek gellek kurt de hotêla cihê qetlê, bi cih bihêlin û vegerin welatê xwe. Li nawenda Ewrûpayê û li welatekê de ku li warê demokrasî û mirovahiyê de pêşkevtî ye, ev kiryar hate kirin û tu aliyekê jî helwêst nîşan neda. Gellek balkêş e ku li nawenda Ewrûpayê de cînayetek weha bihê encamdan û qatîl bi hêsanî vegerin welatê xwe.

Hevjîna rehmetî Qasimlo xwest ku vê cînayetê bike dozek hiqûqî li Utrîşê, Hêlên Qasimlo ligel Firansayê, Birîtanya û Amerîkayê danûstandin kirin û hewl da ku ev bûyer bibe dozek cezayî, lê tu kesî guh nedayê. Hikûmeta Utrîşê jî li ser vê bûyerê dozek hiqûqî venekir û bi tenê mehkemeyek bê serûber kir û bê encam bi dawî hat.

Çima li hember wan cînayet û qetlan de, ew bê helwêst in? Dibe em baş ji vê yekê fam bikin, heke Viyenê cînayeta Qasimlo pirotesto kiriba, egera vê yekê hebû ku têkiliyên wê ên aborî tevî Îranê têk çûban. Yan jî li hember Sedam Husên de li konfiransa Îslamî de kesê nexwast ku têkiliyên xwe tevî Sedam Husên û dewleta Îraqê têk bide. Divêt em baş bizanin ku sebeba wan bê helwêstiyan li hember wan cînayetên ku derheq Kurdan hatin encam dan çî ye û diyarî bikin û derxin pêşiya xwe.

Ez dixwazim basê bûyerek biçûk jî bo we bikim. Bi baweriya min milyon û nîvek kurd li Almaniyayê hene. Serbarê vê ku ev hemû Kurd li vir dijîn, dewleta Almaniya tu Kurdekê weke Kurd binav nake û nas nake. Hekî Kurdek li Turkiyê çûbe weke Turk, li Îranê weke Fars, li Îraq û Sûriyê jî bo Almaniyayê koç kiribin, weke Ereb tên naskirin.

Çar dewlet hene ku endamê yekîtiya Ewrûpayê ne. Andora, Samarîno, Monako û Lîdêştayn, weke dewlet tev digerin, lê nifûsa wan nagîje yek milyon kesî. Nifûsa her çar dewletan nake 1 ji 5’ê wan kurdan ku bi tenê li welatê Almaniyayê dijîn. Wate 200 hezar kes nifûsa wan e. Bi tenê li Almaniyayê weha niye, belkî li Firansa û Berîtanya û tewahiya welatên Ewrûpayê weha ye. Kurd weke Kurd nahê binav kirin. Hemwlatiyê kîjan dewletê be bi wî tê naskirin.
Sedsala 20’emîn de Kurdan gellek êş kişandin û zehmetî dîtin, lê ez bawerim ku li sedsala 21’an de kurd vê mafên xwe bi dest bixin, û pêşeroja wan ronî dixuye. Lewra sedsala 21’an sedsala Kurdan.