Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jeopolîtîka kolonioyalizmê

12:23 - 8 Îlon 2021

Kerîm Perwizî

Dema ku bas ji koloniyalizmê tê kirin, leşkerên milîtarî ên Birîtaniya û Feranse têne ber çavên mirov ku bi 10an hezar kes siwarê gemiyan dibin û piştî rêvîngeke dûr û derbasbûn ji bahozan digihîjne qiraxavên Afrîqa û Amerîka û Ustraliyayê û di dema hatinaxwarê ji gemiyan, sernêzê çekên xwe dixine zikê xelkê xwecihiyê wan cihan û welatên wan dagîr dikin û mijûlê barkirina zêr û madên xav ên wan deverên dagîrkirî dibin.

Eva koloniyalîzmek xuya û eşkere bû ku bi çendîn sedsalan berdewam bû û piştre rûkê wê guherî û niha di asta cîhanê de bi şêwazekî din û bê hebûna sernêze! tê cîbicîkirin.

Bilî wê rewşa xuya û eşkere, koloniyalizmeke din heye ku li hundirê sînorê di rû de welatek bi rê ve diçe. Lewma tê gotin di rû de welatek, ev jî eva ye ku dema navê cugrafiyayeke wekî welat tê, eva ku tê hizir û hişê mirovan ev e ku di wî welatî de xelkê wê yekdest û yekreng in û hemû wî welatî bi mala xwe dizanin, nîne; Lê hin cugrafiyayên kavilkirî hene ku rastî fitneya koloniyalizma hizrî û kultûrî hatine û qasa wê gihîştiye asta koloniyalizma leşkerî û aborî, û xelkê wî welatî ji hev cuda û dabeş dibin bi ser du deste de: “Xwediyê mal û berketiyên karesatê”.

Navê niha yê Îranê piştî hatinaserkar a “Riza Mîrpenc” li ser hate danîn, berê ew nav Îran nebû û bi navê “Memalik Mehrûsê” ên şahên bê exlaq ên “Qacaran”bû, lê bi hovitiya “Rizaxan” û di teoriyê de binav rewşenbîrên Fars ên piştevanê “Rizaşah” navê Îranê li ser danîn, Îraneke yek ziman û yek netew!  Êdî xwediyên malê bûne ew kesane ku bi wî zimanî diaxivin an zimanê xwe diguherin bi zimanê qend û hingiv”! an ji warê aborî û leşkerî û herwisa siyasî ve beşdarê desthilatê bûn û di hember zulma netewî, ziman û çandî de bêdeng bûn, wekî Azeriyan ku beşdarê dasthilatê kirin an hejmareke gelek kêm ji kêmîneyên netewên din bi Xumeynî û Xamineyî re ew meşa berdewam kirin.

Ew rûmete ku em dikarin bi rohnî navê danên Koloniyalîzm, nêzî sedeyek e ku mijûlê avakirina wê ne û her ku tê gotin ku eva koloniyalîzm e, lê aliyên şowênîstî û tayên wê, vê yekê red dikin! Lê di rojnameyeke girêdayê rejîma Îranê de bi awayekî nexwestî li ser cugrafiyaya Îrana kavil, xerîteya bêparbûn ji îmkanatên xweşbijîviyê belav dike û di vê xerîtê de tê dîtin ku 2 hêl bi rohnî hatine kêşandin:

Hêlek ji rojavayê bakurê sînorên Îranê ve ber bi kendava xwerêya Îranê, û hela din ji aliyê deriyaya Xezerê ve ber bi heman kendavê ve hatine kêşandin.

Di navbera wan 2 hêlan de ku cihê niştecîbûna Fars û Tirkên Azerî ye, deverên behremendên aborî ne û derveyê wan 2 hêlan deverên xelkê Kurd, Ereb, Tirkemen û Belûç in, ku dikevine aliyê karesatlêdayî.

Bi dehan demjimêran û bi rojan mêzeyê vê xerîtê bikin, dûbare û çendbare, tev dîroka 100 salên derbasbûyî ya tawanbarî û faşîzmê tê berçav ku bi zimanekî rohn dike hawar: “Eva xerîteya rût ya koloniyalizmê ye”.