Sîna Qasimîzade
Kolberî çiye? Ji kîderê ve hatiye? Metirsiyên ku gefê li canê kolberan dixwin çi ne?
Kolber ji wan kesan re tê gotin, ku bi destên vala û bi mifahwergirtin ji pişta xwe barên giran li sînor derbasî nav hundirê welat dikin, tiştên wekî, televizyon, kûlêr, cigare, tekerên maşînan, çay û…hwd.
Lê rejîma Îran wan kasibkarên Kurd, bi tohmeta anîna tiştên qaçax wekî madeyên hişber û meşrûbatê, dikuje.
Desthilatdariya rejîma dîktator a Îranê wisa kiriye ku asta hejariyê di bajarên sînorî ên Rojhilatê Kurdistanê de roj bi roj bilindtir be, û nebûna kompaniyan û navendên kar û sedan xizmetguzariyên din, wisa kiriye ku ciwanên xwendekar ên Kurdistanê neçar bin wî karê pir metirsîdar bikin.
Kolberî kareke rojane a parek ji xelkê Kurdistanê bi kîlometran rê didine pêşa xwe da ku bikarin pariyeke nanê helal bo zarokên xwe peyda bikin.
Kolber bi sedema bêkarî û ji rûyê naçariyê ve ew hemû rêya metirsîdar bidine berahîka xwe da ku bikarin ji bêkariyê rizgar bin.
Kolberî naveke ku bi wan xelkê Rojhilata Kurdistanê re tê gotin, ku bo dahat û pariyeke nan bo ser sifra mala xwe, tiştên giran didin pişta xwe, û di rêyên dijwar û asê de, ji herdû aliyên sînor ve hatûçûyê dikin.
Tevî ku Rojhilatê Kurdistanê çavkaniyeke herî dewlemend ya çavkaniyên bin`erd e jî, lê rojane nûçeyên kuştin û birîndarbûna kolberan li ser sînorên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û Rojhilat-Bakurê Kurdistanê de tên belav kirin. Çavkaniyên herî baş yên neftê, gaza xwezayî û herweha zewiyên dewlemend yên çandiniyê û ava vexarinê li Rojhilatê Kurdistanê ye. Lê tim hejarî, bêkarî û pirsgirêkên aborî para xelkê vê herêmê ye.
Kolberî karekî xweş û rihet nîne, kolberî karek nîne ku xelkê Kurd bi dilê xwe hilbijartibin, belkî karekî neçarî ye, ji ber vê ku rejîma Îranê di pitir ji 40 sal di deshilatdariya xwe de, di warê cudahîdanîna di navbera tex û qatên civakê, zilm û zorî, givaşên aborî, bêkarhêlana xelkê, kêmkirina dahatê û dehan mînakên din texsîr nekiriye.
Di parêzgehên ser sînor û nemaze Rojhilatê Kurdistanê de jî, bi sedema nebûna porojeyên mezin yên karî, kompaniya û sîstimekî sermayedarî û ew pirsgirikene dibine sebeba kêmî yan jî bê dahatiyê û xelkê Rojhilatê Kurdistana jî neçar in bo evê ku şermizarê sifra zarokên xwe nebin, dest dihavêjine karên dijwar, ku yek ji wan karê dijwar ê kolberî ye.
Tenê karek ku sir û seqem, germa, baran, şev û roj, lehî û renî û…hwd, nas nake karê kolberiyê ye. Kolberî bi dehan cureyan canê mirovan, jê distîne, yanî metirsiyên xwezayî cihê xwe, tirsa hêzên ser sînor ku kuştina kolberan xwe re kirine karê rojane û xelkê bêguneh didin ber gulleyan û canê wan ji wan distînin jî, aliyekî din ya vê karesatê ye.
Gelek kes hene ku kolberiyê karê mêra dizanin û dema navê kolber tê tenê rûmeta mêrekî sirlêdayî dikeve ber çavê wan, lê mixabin metirsiyên ser jiyana gelê Kurd gelek in, û ne zarok û ne ciwanan dinase, ne kal û ne jî jinan. Jinên ku bê serperest in, bo evê ku hewceyê destê tu kesî nebin, an jî neçar bi kirina karên dûr ji rûmeta jinan nebin, neçar in dest bi karê dijwar yên wekî kolberiyê dikin. Li vê rejîma gendel de ku dizî têde hakim e, xelkê hejar dibine qurbaniyê berîka dizên hakim di nav wê rejîmê de.
Cihê kolberan û herwisa metirsiyên ku gef li canê kolberan dixwe wiha ne:
-Cihê kolberan deverên ser sînorî ne ku hemû parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bi xwe ve digre.
-Bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî têne kuştin.
Çûn ji ser mînan.
-Revîn ji tirsa hêzên rejîmê, û di dawiyê de yan ji bilindahiya çiyayan ve dikevne xwarê, yan jî dikevne nav rûberan de.
-Rastî sir û seqemê tên û di dawiyê de yan canê xwe ji dest didin, yan jî di nexweşxneyan de dimînin ku dest û lingên wan yên sirêbirî bibirin.
-Bi sedema gullereşandin û lêdana hêzên rejîmê têne birîndarkirin.
-Gellek caran kolber rastî hatina reniyê tên û canê xwe ji dest didin û gellek caran jî rastî hêzên rejîmê tên û canê xwe ji dest didin, yan jî nivîşkan dibin.
-Hêzên rejîmê her demekê hezkin, boseyê (kemînê) bo kolberan dadinên û wan dikujin.
-Pêka amarên nefermî hejmara kesên ku di Kurdistanê de kolberiyê dikin nêzî 120 hezar kes in.
-Pêka amarên Saziyên Mafê Mirovî her çar roj carekê kolberek ji ser sînor ji aliyê hêzên rejîmê ve tê kuştin.
-Heya niha nêzî 700 kolber ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin û nêzî 1400 kolber jî hatine birîndarkirin.
-Pêka amarên ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, li destpêka sala 1398`an heya meha Xezelwera sala 1398`an, 129 kolber ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîmê ve hatine kuştin.
Lê belê kolberî ne karekî hêsan e, karekî pir dijwar e, wekî nexweşiyekê ye ku parek ji deverên Kurdistanê rastî vê nexwaşiyê hatine, û heya wê demê ku ew rejîma dîktator û dijîmirovî li ser kar be, tu çareseriyek ji bo vê nexweşiyê tuneye.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine