Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karesata gundê Qarnê

13:30 - 14 Îlon 2013

Mo’tesem Nûranî
Piştî nemana rejîma paşatiyê û hatine ser karê ya rejîma Îranê Kurd çavnihêrê vê hindê bûn ku bigîjin maf û azadiyên xwe, lê rejîma nû ne tenê berisva xwestek û daxwaziyên wan neda, belkû tepeserî û cînayetên vê rejîmê te digot ku roj û meh û sal in ku ketine pey hev. Yekemîn buhara bi xwîn û kuştara Sinê, şerê Nexedê û êrîşa bo ser kurdistanê û biryara cîhada Xomênî bi dijî gelê Kurd, di roja 28’ê Gelawêja sala 1358’an (1979) û îdama xelkê sivîl ê bajarên Sine, Pawe, Merîwan Seqiz û bane bi destê Xelxaliyê cînayetkar û kuştina bi kom ya gundên Qarnê, Qelatan, Îndirqaş, Kanî Seyde, Sewzî û Serçinar, Serûkanî, Dîlançerx, û Kerêzeya Şikakan û îdama 59 ciwanên Mehabadî, û ...hwd dehan û sedan karesatên bi bîrhînerê jînosayda regezî ya vê rejîmê ne li hemberî xelkê bê tawan ê Kurdistanê.
Piştî biryara cîhada Xomênî bi dijî Kurd, carek din dêvê reş ê dîktatorî per û baskên xwe bi ser welat de kêşa û Kurdistan kete nav rewşeke taybetî de, û di nav agirê şereke nexwestî û dasepayî ji aliyê rejîma Axûndî ve dişevitî. Gund û bajar bi tawana daxwaza mafê neteweyî û azadîxwazî ketibûne ber lehiya agir û asin û ji hemû aliyekê ve bi hezaran çekbidestê kirêgirtiyan êrîşî ser kurdistanê kirin, hêdê hêdî dihate milîtarîzekirin û li ser bilindahiyan bi hezaran top û tank dihatin xûyakirin û hilîkopter û balafirên şerî ên rejîmê bona çavtirsînkirina xelkê Kurdistanê bi berdewamî di esmanê Kurdistanê de digeriyan û pasdar û komîteçiyên mekteba Hizbullahên çeka “J.3” bi dest, û qeme û bivirbidestên têhniyê xwînê, ji vî gundî bo wî gundî û ji vî bajarî bo wî bajarî rijyane nav Kurdistanê de.
Ji aliyek din ve xebata bê rawestiyan ya xelkê Kurdistanê bo bidestveanîna mafê neteweyî û berberekaniya hêza pêşmerge jî, hêza êrîşkar bi şêweyekê bi hêrs kiribû ku dest ji tu cînayetekê hilnedigirtin û rehim bi tu jîndareke Kurdistanê nedikirin.
Cînayeta roja 11’ê Xermanana 1358’an (1979) li gundê Qarnê mînakek herî ber çav ya siyaseta dijî gelî ya Komara Îslamî ya Îranê derheq xelkê Kurdistanê bû. Gundê Qarnê ku li heft kîlometriya bajarê Nexedê û li ser riya Pîranşehr û Nexedê hilketiye, ji nişkêve ji hemû gir û bilindahiyên derdora wê ve, gund kete ber êrîşa hêzên rejîmê. Xelk kete nav dilekutê û nîgeraniyê û ji cihên karê xwe di nav zeviyan de ber bi malên xwe ve reviyan. Gellek nekêşa ku hijmarek tank û trombêl nêzîkî gund bûn û êrîşkar hatin xwar, û pasdar û çekdarên Mele Hesenî û Zehîrnijad û Me’bûdî û Qetarî, ji rengê wan ve xûya bû ku kerb û nefret ji wan dibarî û têhniyê xwînê bûn.
Mamosta Mele Mehmûd ku melayekî zana û têgihîştî û welatparêz bû, her zû ji niyeta wan ya xirap têgihîşt, û bilez pirtûka Qur’anê hilgirt û çû pêşiya wan û lahî li wan kirin ku bi xatirê vê quranê destê xwe ji kuştina xelkê bê sûç hilgirin, lê li cem wan rêzgirtin ji melayê olî û Qur’an, reşandina gulleyan bi ser singê mela bû, û bi vê jî razî nebûn û bi bivirê serê mela jêkirin û bo erbabên xwe birin, piştre dest bi kuştina xelkê bê tawan ê vî gundî kirin, û ji pîr û law û jin û mêr her kesê ber destê wan ket kuştin û heta rehim bi zarokan jî nedikirin. Du şivan ku li ber pez bûn her di cih de kuştin wek sipaha Mixolan ketin nav kûçe û kolanan. Her der dane ber gulleyan, ber deriyê mizgevtê, û kûçe û kolan û nav malên xelkê tevlî xwînê kirin û cogeha xwînê rê xistin, rastî rejîma Îranê bi vî karê dûr ji mirovahiyê rûyê tev cînayetkarên dîrokê sipî kirin, û ew kiryarên hovane ên Komara Îslamî di herêmê de deng veda, û rojnameya Îtilaat di 26’ê Xermanana 1358’an (1997) de raporek li ser vê cînayeta bi xof û bi sam nivîsand. Herweha Mêhdî Behadiran nûnerê Ayetullah Montezirî raporek baş nivîsîbû û perde li ser vê cînayetê vêde dabû, û tawanbar destnîşan kiribûn. Lê tawanbar ne tenê nehatin cezakirin, belkû ji aliyê rejîmê ve pileyên bilindtir bi wan hatin dayîn.
Yek ji wan Xolamriza Hesenî nûnerê xomênî bû ku piştre bû nûnerê Xamineyî li parêzgeha Urmiyê. Di rastî de kuştra Qarnê û gundên din ên Kurdistanê cînayet û paktawa regezî û komkujî û jînosayd û asîmîlasyon bûn ku rejîma Îranê bona jinavbirin û çavtirsandinê berbû canê wan û bi hezaran kes ji xelkê bê tawan ê Kurdistanê şehîd kir.