Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên kurd û jiyaneke dijwar

21:11 - 23 Gulan 2013

Xobî Emînî

Li Kurdistana Îranê kedkar û zehmetkêşên kurd di bin zext û zorên pirr dijwar jiyanê derbas dikin. Roj li pey rojê pirsgirêk û astengên kar û jiyana karkeran zêde dibin. Tu mafek qanûnî û sendîkayî yên karkeran nayê parastin. Her diçe bêkarî bêhtir dibe. Bi hezaran kedkar ji ber kirîza aborî û ambargoyên navneteweyî li Komara Îslamî ji kar tên derxistin. Meaş û mehaneya karkeran çend mehan nayê dayîn. Paşdexistina mehane û mûçeyê kedkaran bandoreke rasterast kiriye ser rewşa jiyan û derbaskirina karker û malbatên wan.

Evna tenê kunceke biçûk ji dehan pirsgirêk û astengên ciddî ne ku karker rojane bi wan re rûbirû ne. kedkarên ku hemû sibêdeyan bi hêviya peydakirina pirtiyek nan û dabînkirina debara malbatên xwe ligel hemû dijwariyan kar dikin û pirr car jî kar dest wan nakeve.
Li Kurdistana Îranê rewş bi tevahî cuda ye. 34 sal e ku Kurdistan weke herêmeke ewlehî û leşkerî hatiye kirin û rewşa awarte ya ne rasterast li Kurdistanê hatiye cihgirkirin û tu projeyeke mezin û bi kêr li bajarên Kurdistana Îranê ji aliyê dewletê ve nayên cîbicîkirin. Sedem jî hebûna tevgera rizgarîxwaziya gelê kurd e ku heta niha jî partiyên siyasî yên kurdî li ser xwestek û mafê demokratîk yên kurdan li Îranê mikur in. Ev yek bûye sebeb ku dewlet Kurdistanê weke herêmeke bêpar di ware aborî de bihêle û bêkarî û nebûna derfetên kar pirsgirêkeke mezin ya hemû hevwelatiyên kurd li Kurdistanê de ye. Di vê navberê de xwendekarên ku zanîngeh jî qedandine li Kurdistanê nikarin kar peyda bikin.

Bingeheke van pirsgirêkan vedigere bo nebûna edaleta civakî û yeksaniya aborî di navbera hemû herêmên Îranê de. Bi awayekê ku li gor serhejmêriyên hikûmetê û rayedaran, li 4 parêzgehên kurdan li Îranê, rêjeya bêkariyê îsal gihîştiye ji sedî 40’î. Ev çar parêzgeh, herêmên herî hejar û xizan ên Îranê ne di warê aborî û sermayedanînê. Heta siyaseta ewlehîkirina herêmên Kurdistana Îranê neyê guhertin, îmkana çareserbûna van pirsgirêkan zehmet e. Sedema sereke jî liv û tevgerên dijî gelî yên karbidestên Komara Îslamî ya Îranê ne ku dixwazin deverên kurd lê dijîn, bêpar bikin û paşvemayî bihêlin.

Di rastî de bo ji holêrakirina ne wekhevî, û bê edaletiya eşkere ya Komara Îslamî li hemberî kedkarên seranserê Îranê û bitaybetî yên kurd, hewcehî bi yekîtî û hevgirtina hemû tex û çînên kedkar û zehmetkêş heye, û heta sîstemeke demokratîk û xelkî nehête serkar, dadperwerî nikare di welatê me de cihgir be.