kirîza aborî di Îranê de bûye sedem ku piraniya kêmendaman rastî jiyaneke trajîk bên û beşek ji wan wîlçerên xwe firotine û li nav zibil û paşmaweyan digerin ku pariyeke nan peyda bikin.
Kêmendaman di Îranê de pirsgirêkên gelek micid hene û birêveberê kempêna kêmendaman “Bêhrûz Murvetî” gotiye ku bank bo dana wamê bi kesên kêmendam lemperan datînin û birêveberê giştî yê Encumena Piştevanî ji Kêmendaman “Elîhimet Mehmûdnijad” gotiye ku di Îranê de 110 hezar kêmendam ên bê xanî hene ku rejîma Îranê tevî alîkarînedan bi wan, roja niştecîkirina kêmendaman di salnameya Îranê de jî reş kiriye.
Herî kêm 500 hezar kêmendam di bin çavedêriya îdareya “Bêhzîstî”yê de ne ku mûçeya herî kêm ji Wezareta Kar a rejîmê verdigrin.
Herwisa “Bêhrûz Murvetî” gotiye ku kêmendam neçar mane bo dabînkirina hewcehiyên xwe li nav zibil û paşmaweyan bigerin û hinek ji wan heta wîlçerên xwe jî firotine.
Herwisa kêmendamên ku kêm dibînin an bi tevahî kor in ji perwerdeya Online bêpar in.
Di gelemper de rejîma Îranê bi cihê dana hezar û 327 milyard tûmenan bi tenê bo wê qata civakê 22 milyard Tumenan dabîn dike, ku bi wateya bi cihê dana mûçeya 2 milyon û 655 hezar Tûmenî, bi tenê bi wan 160 hezar tumenî dide.
Herwisa hatiye ragihandin ku kêmendam di Îranê de pirsgirêka nebûne bîmeya dermanî jî hene û bîmeyên heyî jî di navendên taybet, navendên tendirustiyê û dermanxaneyan de qebûl nakin û heta di piraniya nvendên tendirustî ên hikûmî de jî wê bîmeyê qebûl nakin.
Kirîza aborî, nebûna dahat, bêkarî û enfilasiyon û bilindbûna nirxa hewcehiyan bo kêmendaman di Îranê de gelek dijwartir e û di rewşeke trajîk de dijî û rejîma Îranê ti girîngiyekê bi wan pirsgirêkan nade û bûdeceya xelkê Îranê bo pîlan û afirandina fitneyan di cîhanê de xerc dike.