Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberên Kurd Goriyên Çekan

21:35 - 8 Gulan 2013

Îdrîs Sitwet

Li Kurditanê de rejîma Îranê bi tu awayekî sermaygozara hewce nekiriye ku gelê kurd li vir li kargehan de bixebit. û niha jî herêma kurdistana Îranê weke herêmeke paşketî tê hesibandin û rewşa weha bûye sedem ku gelê kurd bi neçarî ji bo têrkirina zikê xwe û malbata xwe, hewara xwe bibne ber kolberiyê. Bêkarî li kurdistana Îranê de yek ji mezintirîn arîşeyên xelkê kurd e. Ji ber ku kurd li kurdistana Îranê ji mafên herî despêkî jî bêpar in û jiyanek dijwar derbaz dikin. Kurdên vê herêmê bo bidestveanîna bijîwa jiyanê, bi neçarî hewara xwe bo jiyana dijwar ya kolberiyê dibin,û mixabin zaf caran dikevine ber gulleyên rejîma xwînmij a komara Îslamî a Îranê, û canê xwe ji dest didin.

Em dikarin bêjin ku kuştina kolberên kurd jî yek ji wan siyastan e ku rejîma komara Îslamî a Îranê ji bo ji navbirina neteweya kurd girtiye pêşiya xwe. Ew herweha, bi tawana qaçaxçîtî, têkdana ewlehiya welat , û dijî şoreşbûnê, kurdan dikujin.

Rayedarên rejîmê derheq kuştina kolberan, (bi bê girtin û dadgehîkirin), xwe li hember tu kesî de berpirsyar nizanin.
Belê di demekê de ku tehrîman bandor li ser rewşa aboriya kurdistana rojhelat jî daniye û hejarî li kurdstana Îranê de, di astekê daye ku xelk neçar e ji bo derbazkirina jiyana rojane ya xwe kolberiyê bike, lê hêzên rejîma komara îslamî a Îranê bê vê ku bizanin wan kolberan çi barek heye, wan didin ber gulleyan û canê wan jê distînin. Eva di demekê de ye ku li gor benda “A” madeya 2’ê ya yasaya qaçaxa kalayan, heke buhaya kala kêmtir ji yek milyon tumenî be, bi kalayên qaçax nahê hesibandin û ew kes jî bi tawanbar nahê naskirin. ji gor têdîna 3’ê benda 10 madeya 3’ê ya yasaya bikaranîna çekê ji aliyê hêzên leşkerî ên çekdar ve, “Di dema pêdivî de heke memûrê çekdar tu rê û çare nebin, dikarin çekê bikar bînin, bi mercekê ku dibe daxwaza sekinandinê ji wan bikin, û hek tu bersiv nedan, dibe di qonaxa duyê de, teqê ber bi hewa bikin, û heke her nesekinî, di qonaxa sêyê de teqe ji navtengê berev aliyê xwarê bikin di madeya 7’ê ya bidestvegirtina çekan ya hêzên çekdare rejîma Îranê,hatiye: “Heta bikarin tenê ling û pêyên wan bikne armanc, û hişyar bin ku kiryarên wan nebe sedema mirina wan kesan,”. Lê ew yasaye jî weke gellek ji yasayên din li Îranê de, tenê hibra li ser kaxezê ne, û bi tu awayî nahîn cîbicî kirin.

Em hêvîdarin ku mijara kuştina kolberên kurd, zêdetir di kom û civînên navnetewî de bikeve ber bas û rêyek bo pêşîgirtina ji wan cînayetên rejîmê bihê dîtin.