Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberî diyariyeke reş a dagîrkeran bo Kurdan

12:20 - 5 Adar 2021

Homan Simko

Kolberî yek ji diyardeyên nû li deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ye, kolber di deverên sînorî de kelûpelan bi rêyên asê û pir zehmet ji çiyayan re bi pişta xwe derbas dikin û vediguhazin.

Kolberî wekî kar an kasibkariyek li deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê, bûye kareke berfirh.

Tevî hebûna şiyan û derfetên cur bi cur di wan deveran de, bi hegera geşenekirin û nebûna jêrxanên bingehîn yên ekonomîkî, hejmareke zaf ji xelkê wan deveran, kolberiyê dikin û bi kolberiyê nanê xwe dertînin.

Kolberî kareke pir metirsî û pir zehmet e li Rojhilatê Kurdistanê de ku pirsgirêkên gelek zêde bo xelkê afirandiye.

Ew lêkolîn bi awayê baskirin û analîz û bi mifahwergirtin ji çavkaniyên pirtûkxaneyan, malperên înternetî yên bi wec û lêkolîn li ser dêkomêntan, cehdê dikin ku paşhatên polîtîkî-sosyolojîk yên diyardeya kolberiyê li Rojhilatê Kurdistanê bide nîşandan.

Netewên bê maf yên li ser sînor, û bi taybetî netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, em dibînin ku li nêzîkî sînoran di van salên dawî de, diyardeya civakî ya bi navê kolberî di wêjeya Îranê de, îro pirsgirêk û pirseke civakî ye ku roj bi roj li vê diyardeyê tê zêdekirin û di van salên dawî de gelek mirovan di rêka kolberiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Li wan deveran, piraniya ciwanên Kurd bêkar in, her çend xwendibe jî, rejîm bi sedema Kurdbûna wan kar nade wan, eva jî basekî dinê ye ku rejîm bi çi şert û mercan kar dide Kurdan.

Gelek kes neçar dimînin kolberiyê bikin û di nava meydanên mînan û gelek bi dijwarî û zehmetiyan, li nav kemînên hêzên rejîmê derbas dibin bona peydakirina pariyek nanê helal.

Revîna elîtan wate (noxbe) roj bi rojê zêdetir dibe û hejmara wan elît û pisporan ji Îranê ku bona peydakirina jiyaneke baştir ji Îranê direvin, heya ku bigihine xweşiya civakî, ewlehî, hêviya jiyan û aramiya derûnî û ewlehiya kar ji bo pêşerojek çêtir a zarokên xwe û di welatên Rojavayî de akincî dibin.

Lêkolîn nîşan didin ku diyardeya Kolberiyê wekî pîvanek bandor li ser aliyên civakî heye û encamên wiha hene: Kêmbûna behreya takekesî, koçberî, piştguhavêtina rûmeta mirovan û têkdana baweriya malbatan.

Ji aliyê siyasî ve jî, encamên wekî: Xurtkirina hesta cudaxwaziyê û egera kêmbûna beşdariya siyasî, xwenîşandan û mangirtin û gelek encamên din dikare bi dû xwe ve bîne.

Herêmên sînor ji ber cîhê xwe yê taybetî yê erdnigarî û siyasî bi gelek krîznên aborî, civakî û çandî re rû bi rû ne; Û kolberî wekî yek ji rêkên peydakirina nanê, awayê jiyana dijware xelkê ye.

Navçên sînorî, navçên herî bêpar in. Bê guman, Kurd li van deveran dijîn.

Bê guman, pirsgirêka kêmbûna kar û Pirsgirêkên aborî, bandorekî rastevxwe danaye ser aliyên cur bi cur ên jiyana gelê Kurd.

Kolberî diyardeyeke civakî ye ku îro li deverên sînorên Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê heye. Faktorên cur bi cur ên weke pirsên civakî, aborî, siyasî, çandî bûne sedemê çêbûna diyardeyeke wiha li van deverên sînorî.

Şêwaza jiyana mirovan li ser bingeha pêdiviyên mekanî, demkî û pêşveçûnên teknolojîk û çandî ye, û xwedî reh, form û naverokên cuda ne. Encam ev e ku mirovên ku kareke wekî kolberiyê dikin, hewcehiyên xwe yên bingehîn jî nikarin dabîn bikin.

Di van salên dawî de, zêdebûna hejmara trajîdiyan gelek nûçe di derbarê rewşa jiyana kolberan belav bûn ku peyva kolberî kiriye peyva serdest di edebiyata Kurdistanê de.

Kolberî diyardeyeke metirsîdar e ku mirov dikare bibêje ku ji ber feqîrî, şert û mercên aborî yên nebaş, nebûna pîşesazî û afirandina kar, belavkirina nevekhev a dewlemendiyê, pêşketina kêmiya mirovên li herêmên sînorî yên welêt têne hesibandin.

Ne bi tenê mêr, lê jin û zarok jî di nav kolbran de têne dîtin, ku temenê wan piçûk û kêm in û di bin giraniya jiyanê de pişta wan çemiya ye, û ji hemû metirsiyan derbas dibe, ew bi deh kîlometreyan barên giran hidigrin.

Kuştina kolbran li Kurdistanê û di sir û seqemê de ku heya niha dehan trajîdiyaya sirêbirin yan kevtina bin reniyê û teqîna mînan û kevtina ji çiya û razên asê re, ev bûyer in ku kêm rojên  salê hene em şahidê wan nebin yan nebihîsin.

Bê guman heya wê rojê ku Kurd bindest be û heya wê rojê ku nekare qedera xwe bigre dest xwe, dê çarenivîsa gelê me ji ya niha heyî dijwartir be û ne tenê kolberî, belkî çendîn diyadeyên dinê jî dê bibine para me Kurdan.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine