Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama KCK ê bi hilkevta 25ê gelawêjê bo PDKÎ

11:00 - 9 Tebax 2020

Deqa peyamê wihaye:

Jo bo rêveber û kadroyên HDK-Î yên Hêja

Vexwendnameya we ji bo salvegera partiya we ya 75`mîn şandî, me bi kêfxweşîyeke mezin wergirt. Em ji bo vexwendnameyê spas dikin. Di vê roja girîng de wekî Hevserokatiya me dixwest em bi xwe jî tevlî bibin. ji ber şert û mercan me nekarî werin, em bawer dikin ku hûn ê wate bidine vê.

Salvegera Damezirandinê li rêveberî, kadro, alîgirê we û hemû gelê me pîroz be. Di salvegera 75`mîn de em şehîdên me yên mezin Qazî Mihemed, Sedr û Seyfî Qazî bi minet û hurmet bibîr tînin. Sekreterên partiya we yên hêja Dr Ebdurrahman Qasimlo û şerefkendî û her wiha hemû fermandar û şervanên di têkoşîna azadiya gelê Kurd de şehîd bûyî bi rêzdarî bibîr tînin. Kurdistana azad ya ku hesreta wan bû, wê bi tekez pêk were!

Dijminan sedsala 21. Ji gelê Kurd re kirine sedsala qirkirinê. Di sedsala 21. De ji bo ku netew dewlet bikaribin gelê Kurd di qirkirinê de derbas bikin her cure zor û zext, komkujî pêkanîn e û bûye sedsaleke qirkirinê. Siyaseta qirkirinê ya sedsala 21. Destpêka Komara Tirkiyê pêkanîe. Di sala 1925`an de daxwazên gelê Kurd yên azadiyê, bi komkujiyan hatiye bersivandin, şêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî li qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatine darvekirin, duvre netew dewletên Îran, Îraq û Sûriyê ji bo ku gelê Kurd di qirkirinê de derbas bikin siyaseten zext û zilmê meşandin. Di sala 1946`an de bi komkujî û darvekirinan bersiv dane têkoşîna azadiya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê. Îraq û Sûriyê jî siyaseta qirkirnê şopandine.

Ji çarêka dawî ya sedsala 20`an û pê de di Rojhilata Navîn de sîstema qirkirinê ya ku li ser Kurdan hatî avakirin êdî ber bi belavbûnê ve diçû. Dema ku hevsengiyên dibûn bingeha qirkirina Kurdan belav dibûn, fersendên dîrokî ji bo Kurdan derketin holê. Ya herî girîng jî di çar perçeyên Kurdistanê de di warê bîrdozî, siyasî, civakî û leşkerî de xurtbûnek pêk hatiye. Dagîrkerî û qirkeran dema derfet û fersendên jiyana azad û demokratîk ji bo Kurdan dîtin, ji bo ku Kurd nebin xwedî destkeftan ketine tevgerê. Ev salên em tê de derbas dibin jî di nava xwe de bi qasî derfet û fersendên destkeftiyên mezin raber dike, ew qas jî xeteriyên mezin dihewînin.

Dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, ji bo nirxandina fersendan û berterafkirina xetereyan girîngiya yekitiya netewî nîşanî me tevan dide. Ger ku em yekîtiya netewî pêk bînin, di nava hêzên siyasî yên gelê Kurd de piştgirî û têkoşîna hevpar xurt bikin, di vê serdemê de wê li çar perçeyên Kurdistanê têkoşîna me ya jiyana azad û demokratik bi ser bikeve û hebûna netewî ya gelê Kurd wê bikeve bin ewlehiyê. Em di serdemeke ku ji bo gelê Kurd hebûn an jî tinebûnê îfade dike de derbas dibin. Ev rastî jî li hêzên siyasî yên Kurd, rewşenbîr, hunermend, jin, ciwan li tevhî civaka Kurd berpirsiyariyên dîrokî bar dike. Rêber APO her dem fermanên bi vî rengî dide me û ji bo ku em yekîtiya netewî pêk bînin dixwaze em xebatan bikin.

Di partiya we de eznmûneke bi vî rengî ya mezin a 75 salan heye. Hûn jî li gel hemû zehmetiyan bênavber û bibîryar têkoşîna azadiya gelê Kurd dimeşînin. Ezmûn û têkoşîna we ya 75 salan ji bo me jî watedar û hêjaye. Em dixwazin ku partiyên me yê xwedî îrade û biryara têkoşînê ne, ji bo bigihêjin armancên xwe girîngiyê didin yekîtiya netewî. Di Salvegera partiya we de, em careke din dixwazin diyar bikin ku ji bo piştgiriya navbera me û yekîtiya netewî pêş bikeve çi bikeve ser milê me em ê bikin.

Di salvegera we ya 75`mîn de li ser esasê berpirsiyaretiyên me yên li hember gel û şehîdên me, em careke din hestên piştgirî, xwîşk û biratiyê raber dikin, ji hemû civata partiya we re di têkoşîna we de serkeftinê berz dixwazin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK

14 Tebax 2020