Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiyê di Îranê de ji aliyê qatên cuda yên civakê berdewam in

11:43 - 6 Çirriya pêşîn 2021

Heyame zêdetir ji mehekê ye di tev Rojhelatê Kurdistan û Îranê de qatên cuda ji civakê yên wekî “Kedkar, Mamosta, Pizîşk û Perestar, Ajotvanên barhilgiran, ajotvanên otobûs û takisiyan û yên dinê…” xwenîşandan û kombûnên nerizayetiyê li darxistine û heta niha jî berdewam in.

Di berdewamiya kombûn û xwenîşandanên nerizayetiyê di Rojhelatê Kurdistan û Îranê de roja derbasbûyî 5ê Çiriya Pêşîn kedkarên şirketa “Kanzaya  Mis a Sungun”ê li derheq kêmbûna heqdestên xwe û xirab bûna rewşa cih û karê xwe kombûnên nerizayetiyê li darxistin.

Ew kedkar zêdetir ji 500 kesan bûn ku di şirketên “Acîn, Nida, Mubîn û Nûaweranê zuhel” mijulî karbûn û xwediyê pêşîneya 15 û 20 sal kar kirinê bûn, lê bi girêbesta 3 mehe, tevî hebûna rewşek dijwar û xirab a kar kirinê di kanzayan de bi heqdestê 5 miliyon Tumenî mijulî kar kirinê bûn.

Digel hebûna wan kombûnên nerizayetiyê  ku rejîm ji berfirehtir bûna wan xwenîşandanan ditirse bi heçî awayekê dixwaze dengê nerizayetiyê mat bike, her lewma Pêka nûçeghaniya “Reuters”ê 3 çavkaniyên nêzîk bi rêberê rejîma Îranê dane zanîn ku “Elî Xamineyî” ferman daye berpirsên rejîmê ku bi heçî awayekê be, divê dawiyê bi wan kombûnên nerizayetiyan bînin û mat bikin.

Rejîma Îranê û navendên pêwendîdar ne tenê ti bersivekê nade wan û guh nadne daxwazên wan belkî cehdê dike bi hemû awayekî wan tepeser û bê dehg bikin.