Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniyeke Amerîka rastî êrîşa bombebaranê hat

12:12 - 7 Nîsan 2020

Kompaniyeke Amerîka di parêzgeha Besrê de rastî erîşa katyûşa û xompareyan hat.

Roja Duşemî, 18`ê Xakelêwe, çend kompaniyên neftî yên Amerîkayê di devera “Burcisiye” û bajaroka “Enerjî” yên girêdayê parêzgeha Besrê de, rastî êrîşa çendîn katyûşa û xompareyan hatine.

Pêka çavkaniyên ewlehî û xwecihî di parêzgeha Besrê de, 3 katyûşa di devera ku damezravên neftî yên Amerîkayê li wir in xistine.

Armanca wan êrîşan kompaniya “Halbêrton” (Halliburton Energy Services) a Amerîka di başûrê parêzgeha Besrê de bûye ku ti xisareke canî an malî tinebûye.

Herwisa çavkaniyên Îraqî bas ji naskirina wan êrîşkeran û bidûketina wan kirine û herwisa gotine ku lêkolîn li ser wê êrîşê berdewam e û cihê cihgîrkirina wan katyûşayan ji hatiye dîtin.

Piştî kuştina Qasim Silêmanî yê terorîst û hindek ji berpirsên Heşda Şe`ibî ji aliyê hêzên Amerîkayê ve, hêzên girêdayê rejîma Îranê di welatê Îraqê de alozêyên zêdetir diafirîne.

Di berteka erîşên berê yên hêzên girêdayê rejîma Îranê li ser binke û cihên mana hêzên hevpeymanan û bi taybet li ser binke û bargehên Amerîkayê, hêzên Amerîka bi êrîşkirin li ser binke û bargehên hêzên girêdayê rejîma Îranê, derbên giran yên canî û malî bi wan xistin û di hewleke micid de ye ku heya wan bi yekcarî ji nav bibe.