Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan, bêkarî û kolberiya neçarî

20:42 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2012

Ferşîd Neqşefken


Armanc ji nivîsîna vê gotarê eşkerekirina siyasetên şovenîstî û pirr ji ferq û cudahiyên hikûmta navendî ya Îranê derbarê Kurdistanê de ye.
Parêzgeha Kurdistan (Sine) zêdeyî 250 kîlometr sînorê hevbeş ligel Îraq û Herêma Kurdistanê heye. Di şerê 8 salî yê navbera Îran û Îraqê de, ku bû sedema paşketina vê parêzgehê li gor welayetên din, ji hemû faktorên pêşveçûna aborî û pîşesazî hat bêparkirin. Kurdistan ji Kargeh û fabrîkayên senetî û sermiyandayînê di warê aborî de bi tevahî hat bêpar kirin û beşa herî zêde ya sermayeyên dewletê bo herêmên din hat terxan kirin û her 4 parêzgehên Kurdistanê ku çavakaniyên binerd û xakek dewlemend heye, ji ber siyaseta asmîlasiyon û nêrînên ewlehî yên rejîmê hat mehrûm kirin.

Aboriya Parêzgehên Kurdistanê li gor pîvanên pêşveçûna aborî, ligel ne wekheviyek eşkere berbirû ye.
Bo mînak, di warên aborî û kulltûrî de, welayeta Kurdistanê di rêza dawîn a parêzgehên Îranê de cih girtiye. Di sala 1385 (2006)`an de, dahata serane a giştî li vê parêzgehê de, 1 milyon û 570 hezar tûmen bûye, lê di rewşekê de ku navinca giştî ya Îranê 3 milyon û 380 hezar tûmen hatiye texmînkirin.
Li gor vê statîstîkê, dahata serane û giştî ya parêzgehê tenê ji sedî 4.46`ê dahata giştî a welat e.

Ji aliyekî din em dikarin bêjin ku bêkarî û nebûna derfetên kar li herêma Kurdistanê de yek ji cudahîdanînên neteweyî ye ku wek zilmê tê xuyakirin. Hinek lêkolerên pirsa neteweyî bawer in ku pirsgirêka bêkariyê li Kurdistan û herêmên ku neteweyên Îranî têde dijîn, ji siyaseta ferqkirin û cudahîdanîna neteweyî çavkanî digire. Li navçeyên Kurdistan û Sîstan û Belûçistanê de bêkarî pirr zêde ye û derfetên karkirinê kêm in û sermayedanîna aborî di rêjeya herî kêm de ye. Dewleta Îranê her ji destpêkê ve ew siyaset li ser wan herêman ferz kirin.

Bêkarî di nav neteweyên bindest de zêdetir e
Rêjeya bêkariyê li parêzgehên Tewrêz, Urmiye, Kurdistan (Sine), Kirmaşan, Îlam, Xûzistan û Sîstan û Belûçistanê du hejmarî ye, lê li pirraniya welayetên din rêjeya bêkariyê kêmtir e ji van herêmên navhatî. Dorpêçên aborî yên vê dawiyê hejmara bêkariyê li seranserî Îranê de pirr zêde kiriye, bi heman awayî li herêmên nefars de gellek pêtir bûye û bûye kirîzek metirsîdar a aborî û civakî ku gefê ji jiyana bi milyonan însanan dixwe.
Belavkirina serhejmariyên nerast û dijhev derbarê bêkariyê û derfetên karî, wusa kiriye ku heta rayedarên rejîmê li wan parêzgehan de jî ji van statîstîkan bi guman bin. Armanca wan tenê nizim nîşandan hejmara bêkariyê di welat de ye, lê rastî û pirsgirêkên aborî û civakî tiştek din derdixin holê.
Her diçe hejmara bêkariyê li herêmên niştecihbûna neteweyan li Îranê zêdetir dibe û pisporên aborî sedemên vê vedigerînin ser siyasetên şovenane ên desthilata Îranê li parvekirina newekhev a serwet û samanên giştî, nebûna rêveberiyek durist û bikar neanîna şareza û pisporên xwecih li deverên ku netewên bindest lê dijîn û bi nêrîna ewlehî temaşekirina bi wan herêman û siyasetên klasîk û kevin ên aborî.
Ev yek bûye sedem ku ciwanên Kurd û neteweyên din bi neçarî koçberî bajarên din bi armanca peydakirina kar û bijîva jiyanê bibin. Ji aliyekî din ve beşek zaf ji ciwanên kurd neçarin rû ji karên giran, dijwar û metirsîdar ji bo dabînkirina debara jiyana rojane a xwe bikin ku karê kolberiyê yek ji wan e.

Kolberî ne hilbijartinek e, belkî karek neçarî ye
Kolberî ku xebatek pirr dijwar û xeter e, ne karek hilbijartî ye ji bo ciwanên kurd, belkî karek neçarî ye. Ger derfet û îmkana karên fabrîke û xebatên din ên normal li Kurdistanê hebûna, bêşik ciwanên ku niha mujûlê kolberiyê ne û riyên dijwar bi nirxê jiyana xwe didin pêşiya xwe bo peydakirina nanê jiyana rojane, dê ew kar bikirina.

Lê ji ber bêkarî û xizanî û hejariya zêde neçar in bi nirxê jiyana xwe vî karê dijwar encamp bidin û her roj mirinê bi sed car li pêş çavên xwe bibînin.

Ji ber ku her roj em şahidê kuştin û birîndarkirina kasibkar û kolberên kurd in bi destê hêzên Komara Îslamî li ser sînorên Kurdistana Îranê. Yan jî roj nine ku nekewin ser mayînên çandî ji aliyê hikûmeta Îranê ve û nehên kuştin yan kêmendam nebin.