Roja Yekşemî 26`ê Kanûna Pêşîn, Şapûr Mihemedzade, serokê, Rêxistina Xwendin û Nivîsandinê, a rejîmê behsa vê yekê kiriye ku, niha 7 milyon û nîv welatiyên nexwandevan li Îranê hene.
Herwisa 2 milyon kes jî, bi awayekî giştî xwandewariya wan tunîne û 18% ji nifosa Îranê di temenê 10 heta 49 saliyê , asta xwandewariya wan li jêr dîplomê ye.
Li gor axavtina navbirî di serherjmariya sala 1400`an de asta nexwandewariyê 90.5% zêde kiriye.
Herwisa Mihemedzade îdi`a kir ku, di sala 1355`an de, 2.14 kes ji heşîmeta Îranê ji koma 27.1 milyon kesî, nexwandevan bûne û ev yeka jî, vê wateyê digihîjine ku, pareke zêde ji zarokên Îranê berî şoreşa gelên Îranê ji mafê xwandin û nivîsînê bê par bûne.
Li gor gotina “Mihemedizade”, gelaleya perwerdehiya xwandinê di heyama salên 1369`an heta 1385`an bûye sedema vê yekê ku, asta perwerdehiya xwandevaniyê di Îranê de 90 heta 87% bilind bibe, û zêdetir ji 4.1 milyon kesên nexwandevan bi awayê azad hînî xwandevaniyê bibin.
Berevajiyê vê îdi`ayê, her di dest pêka Befranbarê de, “Mîrza Şefî`ipûr”, cêhigirê “Rêxistina Xwendin û Nivîsandinê” yê li bajarê Tehranê gotibû: Perwerdehiya xwandevaniyê pêka nasandina nexwandevanan serkeftî nine.
Nasandina kesên bitemen ên nexwandevan di Îranê de weke berê bi hêsanî nayê encam dan û arîşe û astengiyên abûrî û pirskirêkên civakî di Îranê de, bûne berbest ku welatiyan bikarin hînî xwandin û nivîsînê bibin.
Her di vê derheqê de, amarekî fermî libara xwendingeh, xwandevan, zarok û ciwanan li bara qonaxên xwandinê di seranserê Îranê de ber dest tune ye.