Yekem car xelkê bajarê “Şehrê Kurd” ê ser bi Çiharmehal û Bextiyariyê bi sedema giraniya kelûpelên xwarinê û gendeliya rejîmê rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dan.
Ev nerizayetiyane her zû rastî tund û tîjiya hêzên rejîmê hat û wan xelk dane ber guleyan.
Li bajarê Endîmişka Xûzistanê ku li hemû şeqaman de derkevtin û li dijî rejîmê silogan dan.
Hêzên rejîmê jî ew dane ber gulleyan û gazên rondikrêj.
LI Îzeya Xûzistanê ku xelkê nerazî rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê û herifîna rejîmê xwenîşandan kirin, hêzên serkutkar ên rejîmê jî ew dane ber gulleyan.
Li Îzeyê çendîn ciwan bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîmê hatine birîndarkirin.
Li Îzeyê hêzên rejîmê agir berdane mizevta wî bajarî ku hêcetek bikeve destê wan bo vê ku xelkê nerazî serkut bikin.
Xwenîşandana xelkê li Conêqana Çiharmehal û Bextiyarî digel bajarên din cuda bû. Wan dest bi ser çendîn binkeyên Besîcên terorîst de girt û alaya rejêma Îranê û wêneyên rêberê rejîmê û maşînên hêzên serkutkar şewitandin.
Li Kirmaşanê jî xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma serkutkar silogan dan, lê hêzên rejîmê ev dane ber gulleyan û gazên rondikrêj.
Li bajarên wek Şadigan, Îsfehan, Tehran, Şûş û çendîn bajarên din xelk hatine ser şeqaman û li dijî rejîmê xwenîşandan kirin.
Lê rejêmê wiha behsa wan xwenîşandanan kir.
Ajansa Nûçegihaniya Îrnayê bi çewaşekirina xwenîşandana xelkê wiha nivîsî: “Em şeva derbasbûyî bînerê hejmarek kêm ji kombûna nerizayetiya bajarên Îranê bûn û ev jî hejmaran wan nedigiha bi 50 kesan.”
Îranaya ser bi rejîmê nivîsiye, hejmarek gelek kêm ji xelk hatine ser şeqaman, lê zû ji aliyê hêzên polîs ve hatine matkirin.
Îrnayê nivîsiye ku 15 kes ji wan xwenîşanderan hatine girtin, û ev bi erazil û obaş dane nasîn.
Eva jî di halekê de ye ku çend roj e xelkê birsî û hejar bi sedema nebûna dahat û giraniya kelûpelên xwarinê êrîş kirine ser firotingehên Tehran, Qezwîn û Îsfehan û çendîn bajarên din.
Yan jî xelk wiha li Meşhed, Tehran û Kirmaşanê li dor de sekînandine bo kirîna kelûpelên xwarinê.
Bi wî awayî rejîma Îranê hem dixwaze dengê xelkê nerazî bibire û hem jî dixwaze giranî û serkutê bi ser xelkê de bisepîne.
Xelk bi berdewamî di nav tortên civakî de daxwazê li raya giştî dike ku bi hev re birijine ser şeqaman û li dijî herifîna rejîmê xwenîşandanê bikin.