Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lihevaliyana bejna çiya û cangorîtiya pêşmerge

19:07 - 6 Kanûna pêşîn 2018

Kerîm Perwîzî

Pêşmerge ew îrade ye, ku ji reh û rîşeya dîroka pirr ji şanazî ya neteweyekê û baweriya pîroz ya mirovekê, û hêvî bi siberoja nivşekê ve çavkanî digre. Îradeyeke bi vî rengî ne dikare bikeve qedeman, û ne jî rastî êşa dogmatîzmê tê.

Pêşmerge di nav neteweyekê de serî radike, ku nîştimana wê, bi derba rim û potînan ketiye bin destên  deshilateke stemkar, û dengê bilind ê azadîxwaziyê tê de hatiye dîlkirin, lewra ew neteweya dixwaze ku nîştimana xwe avedan bike, û bi dengê zelal ê xebatkarî û rizgarî û wekhevîxwaziyê, bingeha siberojeke geş û pêşkevtî danê.

Ew neteweya di vê pêxemê de, dehan û sedan sal in ku tekoşînê dike, û qurbaniyê dide, lewra îradeyeke bihêz û nevest di nava nivş bi nivşê vê neteweyê de, bihêz û bihêztir dibe. Ew îrade, îradeyeke derekî nîne, û hilkeliyê nav derûna vê neteweyê ye, lewra bi tu çek û zebr û zextekê ji nav naçe û naherife, û qahîmtir ji caran, û geştir ji qonaxên berê vedigeşe.

Ew îrade ji bejna bilind û pêdagirî û hermana çiya moralê werdigre, û çiya dibe sembol û nîşan bo îradeyeke wisa, ku em dikarin navê îradeyê li ser danên, îradeya qet serînetewandin û neketinê û emegdariyê. Hêma û sembolek ku di çiya de xwe dibîne, dixwaze hawar û dengê dîrokê û heza herman a tambexşîn û jiyanberhemanînê be. Çiya dibe sîma û rûçikê biheybet ê îradeya azadî û xweselimandin û jiyanê. 

Bi vî rengî mirovê Kurd, ew xortên hişyar in ku tep û toza destê nezaniyê û nezanperestiyê û koletiyê davêjin aliyekî, û li dijî mij û dûmana tarîtiyê disekinin, û rûçik û navê pêşmerge wekî xelata îradeya neteweyî  werdigrin, û dibin bi ewên ku qet nahêne jibîrkirin.

Di vir de ye ku pêşmerge bi hêvîwergirtin û dildana bi heybeta moralbexşîn a çiya dibe evîndarê çiya, û îradeyê jê werdigre, û pêşmerge û çiya li hev dialin, lewra di dîroka vî gelî û vê xebatê de, çiya û pêşmerge wisa li hev dialin, ku li hev nahêne cudakirin, û dema ku navê çiya tînî, pêşmerge tê bîra te, û berevajî jî her wisa ye.

Qonaxa nû ya xebata gelê me, wate “Rasan” pêk tê ji nûbûn, û xwenûkirin, bi awayekî ku ev çîroka dîrokî ya çiya û pêşmerge bibe hêma û nîşanek bo rabûna bajar. Lewra destan û hemaseya herman a çiya û cangorîtiya pêşmerge û nûbûna bajar qet nikarin li rabihorî de bijîn, û berdewam û berdewam xwe nû dikin, û jiyanê berhem tînin.