
Mangirtin di çendîn bajarên Îran ê de bi rê ve diçin û kombûnên nerizayetiyê di bajarên Îran ê de rojbirojê zêdetir û berfirehtir dibin.
Di wan çend rojên derbasbûyî de, karkerên 17 karxane, palavtingeh û nawendên pîşeyî dest kirine bi mangirtinê û nerizayetiya xwe bi mangirtin û kombûnan, nîşandane.
Herwisa hindek ji mamostayên xanenişînkirî ji bêdadî, zulim û jiyana dijwar hawara wan bilind bûye û man girtine û ragihandine ku “heya mafê xwe vernegirin, dest ji nerizayetiyê nakêşînin.
17karxane, palavtingeh û navendên pîşeyî ewin: “ 1- Nêyşeker a Heft Tepe, 2- Hêpko, 3- palavtingeha Qişim, 4- palavtingeha Abadan, 4-Palavtingeha Cifîr, 6- Palavtingeha Kengan, 7- Palavtingeha Pars ê Cinûbî fazên “14, 22 û 24”, 8- Palavtingeha Parsiyan, 9- Petrokîmiya Lamerd, 10- Otobûsranî ya nawa bajarê Urmiyê, 11- Palavtingeha Mahşehir, 12- Palavtyingeha Îsfehan, 13- Wizegeh a berq a Pars a Cinûbî ya Bîdxûn, 14- Şireketa Asfalt a Tûs ya Deşt a Azadigan, 15- Sayt a petrokîmiya Eselûye, 16- Wizegeh a bajarê Meşhed, 17- Wizegegh a Tewrêz”.
Herwisa komek ji kasibkar û bazariyên parêzgeha Sine yê piştewanî ji mangirtina wan kedkaran kirin û ragihandine: “Em hejmarek ji sendîkayên corbecor yên parêzgeha Sine yê, bi berçavgirtina giranî û tinebûna hewcehiyan di Îranê de, nerazîne û ji hemû bazariyan dixwazin ku, ji wan kedkaran piştewaniyê bikin.