Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mediyayên rejîmê kuştina xelkê nerazî piştrat kir

11:07 - 3 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistnmedia: Mediyayên rejîma Îranê piştrast kir ku di 8 parêzgehên Îranê de xwenîşander hatine kuştin, û rejîm bi zarê xwe dibêje ku xelkê nerazî ji aliyê hêzên wan ve hatine kuştin.

Mediyayên rejîmê şeva Duşemiyê 11 Sermawezê bi belavkirina raporekê, kuştina xelkê nerazî bi teqeya rasterast di 8 parêzgehên Îranê de û nemaze di bajarê Mahşerê de jî, piştrast kirin.

Herwisa mediyayên rejîmê dane zanîn ku, di bajarê Şîrazê de çendîn kes ji xelkê nerazî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin, û bi tohmet lêdana hebûna çek ji xelkê nerazî re kuştina wan ji aliyê rejîmê ve piştrast dikin.

Herwisa di rapora mediyayên Îranê de hatiye ku, hejmarek ji xelkê nerazî di bajrên wekî Qudis û Şehriyar a ser bi parêzgeha Tehran û Ferdîs a ser bi parêzgeha Elborzê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştinê.

Di vê derheqê de, Leyla Wasigî, fermandara barjarê Qudis a sere bi parêzgeha Tehranê, di hevpeyvînekê digel rojnameyên Îranê de dabû zanîn ku, wê fermana teqeyê daye hêzên întizamî ku xwenîşanderan bikine armancên xwe.

Pêka amarên ku Saziya Lêbûrîn a Navnetewî di roja Duşemî 11`ê Sermawezê de belavkiriye, heya niha 208 kes ji xelkê nerazî di Îranê de hatine kuştin.

Herwisa Malpera Keleme ku ser bi Mîr Husêyn Mûsewî ye, hejmara kuştiyên xwenîşanderan bi 366 kes dabû zanîn.