Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Metirsî li ser 136 hezar polên xwandinê heye

14:04 - 29 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Hekî hûn di Tehranê d evê raporê dixwînin, eva pileya rewşa hewayê, nêzî 22 pileyan dibe, ku helbet gellek jî sar nîne. Lê nêzî 600 kîlometroyan dûrtir ji we, li “Şînawê” pileya rewşa hewayê digihîje 17, û helbet li cihekî din wekî Tikabê jî 14 pile ye.

Iha nameyek ji aliyê Wezareta Têhnê (enirjî, wize) ve hatiye bilavkirin, nîşan dide ku zivistaneke gellekî sar û pirr ji barînê li pêş e, sir û seqemeke wekî zivistana sala 2008’an. Di herêmên dûrdest û bêpar ji îmkanatan, wekî caran polên xwendinê bi awayê ne standard û bi kûre û sobeyên neftî, têne germkirin, ku bi tu awayî ew yek tendirust nîne, û her kêliyekê renge karestaeke wekî ya xwendingeha “Şînavê” ducarî bibe.

Li gora rapora “Salamatnews” ku ji zarê “Hamshahrionline” ve belav kiriye, di sala 2013’an de, budceyeke taybetî bo standardkirina alavên germkirinê ya xwendingehan ji riya perê firotina gaze ve hatibû danîn. Di heyama sala borî de, hinek hewl di vê derheqê de hatin dayîn, û 64 hezar polên xwendinê bi alavên tendirust ên germkirinê hatin teyarkirin, lê hêla jî 136 hezar polên xwendinê wekî berê bêpar in ji hebûna alavên germkirinê ên tendirust. Li gora gotina birêvebirê rêkxirawa nimêjkirin, vegeşandin û teyarkirina xwendingehan heya dawiya îsal 40 hezar polên xwendinê ên din wê bêne teyarkirin bi alavên germkirinê. Dawiya salê, wate wê demê ku buhar tê, û sobeyên neftê dibin xewnek ji bo salên din.

Li gora ragehandina birêvebirê rêkxirawa nimêjkirin, vegeşandin û teyarkirina xwendingehan bi awayê navgîn, xercê standardkirina alavêv germkirinê bo her poleke xwendinê, 7 milyon tûmen e.

Bi vî awayî em dikarin bêjin ku tendirustkirina hemû polên xwendinê hewcehiya wê bi nêzî hezar milyard tûmenî ye. Bi baldan bi astengiyênli ser riya bûsceya fêrkarî û perwerdeyê, dûr e ku ew kêşeya bi yekcarî bê çareser û binbirkirin. Lê aliyê kêm tê çaverêkirin ku standardkirina alavên germkirina xwendingehan di herêmên sar û bêpar de bileziyeke xurttir bixwe ve bibîne.

4 agirberbûnên dilêş di xwendingehan de

18’ê Rêbendana sala 1376 (Şibata sala 1998)’an: Xwendingeheke bajarê Şift li parêzgeha Gîlanê rastî agirberbûnê hat, ku rabûna ba, bû sedema vê ku sobe agir bigre, lê bi hewla mamostayê wê pola xwendinê, xesareke wisa negiha dersxwanan.

24’ê Befranabara 1383 (Çileya Paşîn a 2005)’an: Xwendingehek li Sifîlana Lordiganê ya ser bi parêzgeha Çarmehala Bextiyarî, rastî agirgirtinê hat, ku 13 dersxwanên keç û kur bi vê sedemê şevitîn.
14’ê Sermaweza sala 1385 (Çiriya Paşîn a sala 2006)’an: Xwendingehek li Merwdeşta parêzgeha Fars rastî şevatê hat, ku 8 dersxwan rastî şevitîneke kûr hatin.

15’ê Sermaweza sala 1391 (Çileya Pêşîn): Xwendingeha Şoreşa Îslamî a Şînavê ya Pîranşarê li parêzgeha Urmiyê rastî şevateke dilêş hat, ku agirgirtina sobeya neftê bû sedema vê ku 28 dersxwan bi tundî birîndar bibin, û du dersxwan jî cane xwe ji dets bidin.

Têbînî: Hemû sale di hinek ji xwendingehên Îranê de, karestaa agirgirtina sobeyên neftî, ya jêçûna gazê ji sobeyên gaze, dibe sedema şevitîn, birîndarbûn, jehrîbûn û can jidestdana dersxwanan.