Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirberdan bi navendên ser bi rêjîmê li Îranê berdewam in

22:18 - 27 Nîsan 2024

Xelkê nerazî û serhildêr ji destpêka tevgera Jin Jiyan Azadiyê ve li cehda derbelêdan bi rêjîma Îranê ye û her carê li bajarekê de agir berdidne navendên ser bi rêjîmê, lê li vê dawiyê de ew êrîşane zêdetir bûne.

Li bajarê Tehranê de binkeya besîc a bi navê “El-Zehra” bû armanca kokteyl molotofan û beşeke vê hate şewitandin herwisa li bajarê Yasûcê de jî dadgeha rêjîmê kevte ber kerb û kîna xelkê û hate şewitandin û beşeke vê teqiya û herwisa ofîsa nûnerê Elî xamineyê li wî bajarî, yê bi navê “Melikhusêynî” jî ji aliyê ciwanan ve hate şewitandin.

Herwisa ciwanê xweragir li bajarê Gurganê de Hewzeya ilmiye şewitandin û xisarên giran lêxistin û li bajarê Reştê de jî ciwanên wî bajarî Hewzeya Elmiye ya jinan şewitandin.

Li bajarê  “Xaş”ê de jî ciwanên xweragir ên belûç, wêneyên xamineyî û Xumêynî xistin bin tekerên maşînan û li bajarê Zahidanê de jî ciwanên wî bajarî silogan nivîsandin û plakard li dîwaran dan.

Li bajarê Îsfehanê de jî teqînek li dadgeha rêjîmê de ji aliyê ciwanên wî bajarê ve hate encamdan.

Li seranserê Îranê de hêdî hêdî agirê nerizayetî li dijî rêjîmê bilindtir dibe.