Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nivîsandina dirûşman bo piştevanîkirin li “Tûmac Salihî” li çendîn bajarên Îranê de hatine encamdan

22:22 - 27 Nîsan 2024

Xelkê îranê ji biryara dadgeha rêjîmê bo sepandina cezayê bidarvekirina bi ser Tûmac Salihî de nerazîne û bi belavkraina dirûşman û nivîsandina wan li ser dîwaran nerizayetiya xwe didin nîşandan.

Li çendîên bajarên mezin ên Îranê de, xelkê bo piştevanîkirin li “Tûmac Salihî” û şermezarkirina cezaya bidarvekirina wî repêrê stranbêj, dirûşm li ser dîwaran nivêsandin û bi nivîsandina dirûşman li ser kaxezên taybet, li şeqam û kolanên bajar de belav kirin.

Pêka wêne û girte vîdyoyên belavbûyî, li çendîn bajarên wek Îsfehan, Reşt û Têhranê de ew çalakî hatine encamdan û nîşandana nerzayetî berdwam in û her carê li çend bajaran de çalakiyên şermezarkirina rêjîmê û herwisa piştevanîkirina xelkê li Tûmac Salihî, berdewam e.