Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê çendîn milyard Euro bo daxistna zêdetir a sînoran diyarî kiriye

12:14 - 27 Nîsan 2024

Bi fermana Îbrahîm Reîsî yê serkomarê cinayetkarê rêjêmê, 3 milyard Euro bo lêdana dîwar, têlên rêsayî, danîna kamêra û alavên din ên kontrolkirina sînoran hatiye diyarîkirin.

Pêka gotina “Mecîd Mîrehmedî” yê Cihgirê Ewlehî yê Wezîrê Navxwe yê rêjîma Îranê, bo daxistina zêdetuir a sînoran bi armanca zêdekirina ewlehiya wan sînoran û rêgirî ji qaçaxkirina çek û herwisa mirovan, bi fermana Îbrahîm Reîsî heta 3 milyard Euro hatiye diyarîkirin ku bi vê armancê bê xerckirin.

Navbirî herwisa gotiye: “Îbrahîm Reîsî ferman daye ku li heyama 5 salan de heta 3 milyard Euro bi hêzên çekdar ên Îranê bê dan ku li sîronan de dîwarên zêdetir û fens û têlên rêsayî yên zêdetir danên û sîstema zîrek li sîronar de berfirehtir bikin”.

Ev cehda rêjîmê di demekê de ye ku para herî zêde a sînorên Îranê digel welatên cîran hatine mînrêjkirin û her salê bi 100an kes ji xelkê medenî li wan sînoran de dibe qurbanî û serweyî wan mînrêjiyan hêj zêdetir ji 42 hezar kîlometrên 2 cî meydanên mînan ên şerê Îran û Îraqê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de bi cih mane.