Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Palavtingeha Kormor li Başûrê Kurdistanê bû armanca dironekê

12:13 - 27 Nîsan 2024

Palavtingeha Kormorê li devera Çemçemalê bû armanca êrîşa Dironî û tevî xisarên malî, kuştî birîndar jî lê kevtin.

“Remik Remezan” ê Qaymeqamê devera Çemçemalê ragihand ku li encama êrîşeke dironî de bo ser palavtingeha gazê ya Kormor de 3 kesên biyanî hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne ku li nav wan birîndaran de kurd jî hene û herwisa xisarên malî jî gihîştine vê palavtingeha gazê, lê navbirî ti basek ji hûrdekariyên vê êrîşê nekir.

Piştî vê êrîşê wezaretên “Berq” û “Çavkaniyên Sirûştî” a Herêma Kurdistanê ragihand ku berhemanîna berqê bi qasî 2 hezar û 500 Mêgawat kêm bûye.

Li êrîşa pêştir de jî her ew beşa vê palavtingehê bibû armanca êrîşan û xisarên zêde lêkevtibûn û heyamek bû ku hatibû nûjenkirin lê dîsan, careke din ew beş bû armanca dironekê.

Heta niha ti alî an girûpekî ew êrîşe nekêşaye stuyê xwe û bi serastê nehatiye zanîn ku ji aliyê çi girûp an aliyekê ve ew êrîş hatiye kirin.

Li palavtingeha gazî ya Kormor de kompaniya Danegaz û Nefta Hilalî ya Îmaratê mijûlê kar in.