Seîd Veroj
Mehemed Mîhrî, ramangêreke (mûtefekkîreke) girîng ê milletê kurd e. Dema em kovarên wekî Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistan û Kovarî Hetaw* binêrin em dibînin ku gelek nivîsên wî yên cêwaz di nav rûpelên van kovaran de hatine belavkirin. Mehemed Mîhrî, di nav rûpelên kovarên navbirî de li ser mijarên siyasî, felsefî, sosyal, edebî, zimanzanî û kultûrî gelek meqale nivîsandine. Ji ber vê yekê, ew bi nav û nasnameyên cor bi cor; wek siyasetmedar, rojnamevan, zimanzan, helbest, rexnegir û hiquqzan tête naskirin. Di dirêjahyîya vê nivîsê de, em ê bi kurtasî behsa van hemû taybetmendiyên wî bikin.
Mehemed Mîhrî, bi eslê xwe xelkê rojhelatê Kurdistanê ye, li bajarê Sinê û gundê Diseyê ji dayik bûye. Li gor gotina kurê wî Selaheddîn Hîlav, “Mihemed Mîhrî Beg li Sinê ji dayik bûye (1885), deh(10) xwişk û birayên wî hebûn; didu ji wan keç û ên din jî lawîn bûn. Li wê herêmê medresa wan hebû, bavê wî alimekî navdar bû.” Navê bavê wî “Mele Evdilayê Miftî ye, ew jî kurê Mele Mehmûd e û Mele Mehmûd jî kurê Mela Mehmed e û ew jî kurê Ehmedê Gewre yê nevîyê Muzeferxanê Ciwanro ye. Dayîka wî jî keça Seyîd Şehabeddînê Talsî ye.” Mihemed Mîhrî, ji malbatekî xwedî medrese û pêşkevtiyê herêmê bûn, ew malbat îro jî li rojhetatê Kurdistanê navdar e û bi navê malbata “Miftîzade” tê nasîn.
Ew li nik bavê xwe dest bi xwendinê dike. Jîrî û jêhatîya wî di dema şagirtîya wî de diyar dibe. Piştî temamkirina xwendina seretayî, “berê xwe dide bajarê Sinê û li ber destê hinek alimên navdar ên wê herêmê jî ders digre. Ji şûnde jî diçe bajaroka Bêzareyê, ji wir jî derbasî bajarê Serdeştê dibe û li nik Mela Qadir xwendina xwe dewam dike. Piştî wê jî berê xwe dide Hewlêra başûrê Kurdistanê û li nik Mela Ebubekir sala 1904`an îcazeta melatîyê werdigre û vedigere gundê Diseyê.” Li vê derê demek di medresê de dersa xwendin, xîtabet û felsefê dide. Û paşê ji ber hinek nakokiyên malbatî, terka bajarê Sinê dike û berê xwe dide bakurê Kurdistanê û tê bajarê Wanê li herêma Serhedê. “Demek li bajarê Qersê dimîne û paşê diçe Erzeromê. Ji wir ve jî, di destpêka sala 1911`an de bi riya Trabzonê re derbasî Îstenbolê dibe.”
“Li Îstenbolê di Medresa Fatîh de bi pileyeka baş xwendina xwe temam dike û bi alîkariya mamosteyê xwe Husên Husnî Efendî yê ku wê paşê bibe xezûrê wî, di heman Medresê de dibe dersîam.” Li gor hinek agadariyan, demekî di Seraya Osmanî de bûye dersîamê Sultan Mehmed Reşat jî. Di vê pêvajoyê de li Îstenbulê gelek kurdên navdar nas dike û yek ji wana jî Îsmaîl Heqiyê Babazade ye, ku wê demê Wezîrê Perwerdeyî bûye. Mihemed Mîhrî, bi teşwîq û alîkariya Îsmaîl Heqî dest bi xwendina Darûlfûnunê dike û perwerdehiya hiquqê dibîne. Piştî çend salan xwendina xwe xelas dike û dibe parêzer (abuqat). Mihemed Mîhrî, di vê pêvajoyê de li Îstenbulê gelek kurdên rewşenbîr û xwendekarên ciwan nas dike, bi wan re têkiliyên germ pêktîne û peyderpey jî ew têkilî geş dibin.
Sala 1912, roja 27.07.1912`an li Îstenbulê Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd tête damezirandin. Di nav rêza damezrênerên Komelê de: “Omer Cemîl Paşa, Fuat Temo, Qedrî Cemîl Paşa û Cerrahîzâde Zekî yê Dikyarbekirî hebûn. Di yekemîn komcivîna damezrêneran de, Omer Cemîl Paşa wek sekreterê giştî hatiye hilbijartin. Piştî lidarxistina Kongreya yekemîn Memdûh Selîm Beg, ji bo sekreteriya giştî ya Komelê tête hilbijartin.” Di belavoka komelê de, têgehîştin û felsefeya damezrandina Komela Hêvî û belavkirina kovara Rojî kurd wiha hatiye diyarkirin: “Divê ji şûnda îhtirasên siyasî, armancek me ya zanistî û civakî ya ku rewayê evro û paşerojê be, hebe… ev e, îro ciwanên kurd, hem li hember dinyayê û hem jî li hemberê kurdîtiyê di bin barê vê armancê de ne.”
Piştî damezrandina Komela Hêvî, di demeke kurt de gelek endamên wê çê dibin. Di nav wan endaman de yên herî naskirî ev in: “Kemal Fewzî û birayê wî Zîya Wehbî, Nejmedîn Husêynî yê Kerkûkî, Ezîz Babanzâde, M. Şefîq Arwasîzade, Hemzeyê Mûksî, Tayîb Elî yê Xarputî, Evdilkerîmê Suleymanî, Memduh Selîm Beg, Salihê Diyarbekirî, Ekrem Cemîl Paşa, Evdilqadirê Diyarbekirî, Asaf Bedirxan, Mistefa Reşat ê Diyarbekirî, Dr. Mustafa Şewqî yê Mahamadî, Mîhrî yê Sineyî, Dr. Fuad, Evdirehîm Rehmîyê Hekarî.” Damezrandina Komela Hêvî û xebatên wê, di nav ciwan û xwendakarên kurd de gelek bandor dike. Komela Hêvî, 6ê Hezîrana sala 1913, dest bi weşandin û belavkirina kovara Rojî Kurd dike. Her roja ku derbas dibû, bandora Komela Hêvî û kovara Rojî Kurd, di nav ciwanên kurd de zêdetir dibû. Vê xebatê di nav civata kurd de hiş û hişyarîyek netewî peyda dikir. Ji ber vê yekê, derdora hikumetê û bi taybetî jî Tevgera Îtihad û Teraqî, ji xebata komela Hêvî û derçûna kovara Rojî Kurd gelek aciz bûn. Ji bo vê, gelek zextên hikumetê li ser komelê û xebatkarên wê hebûn. Piştî weşandina çar hejmaran, çapkirina kovara Rojî Kurd hate rawestandin. Li şûna wê, di dawîya sala 1913`an de, bi navê Hetawî Kurd kovareka nû tête weşandin. Dema ku Şerê Cîhanî yê Yekemîn dest pê kir, xebata Komel û weşana kovarê, ji aliyê hikumetê ve hate rawestandin. Bêguman Şerê Yekemîn, xusareke mezin da xebat û civata milletê kurd.
Piştî bi dawîhatina Şerê Cîhanî yê Yekemîn, Dewleta Osmanî têk diçe û rewşeke nû peyda dibe. Di vê rewşa han de kurd, ji nû ve dest bi xebatê dikin: Bi navê Komela Pêşketina Kurdistanê, komeleke nû tête damezirandin û herweha dest bi çapkirin û belavkirina kovara Jînê dikin. Digel wê, Komela Hêvî jî careka din tête sazkirin û bi navê Kurdistan dest bi weşandina kovareka nû dikin. Di vê pêvajoyê de jî Mihemed Mîhrî, bi awayekî çalak di nav xebata netewî û azadî ya milletê kurd de ciyê xwe digre. Ew, hem endamê Komela Pêşketina Kurdistanê ye û di nav rûpelên kovara Jînê de nivîsên wî têne belavkirin, hem jî endamê Komela Hêvî û xwedî îmtiyaz ê kovara Kurdistanê ye. Arwasîzade Mihmed Şefîq jî sernûserê kovara Kurdistanê ye.
Di dewra duyemîn a Komela Hêvî de, di nav endam û rêveberên Komelê de fikra netewetîyê bêtir pêşve çûye û armanc û hedefa siyasî jî hîn zelal hatiye dîyarkirin. Ev armanc û hedefa sîyasî ya nû, di belavoka Komela Hêvî de bi kurtayî wisa hatiye dîyarkirin: “Ji bo ku neteweya kurd bigîje rewşekî şerefmend, divê ciwanên kurd, îdeal û baweriya kurdîtiyê bêguman û bêsînor biparêzin.” Dema em li nav rûpelên Kurdistan û naveroka nivîsên Mihmed Mîhrî jî binêrin, ev armanc û hedefa sîyasî gelek aşkera xuya dike.
Mihemed Mîhrî di sala 1920`î de, bi Şaziye Xanima qîza mamosteyê xwe Husên Husnî yê Daxistanî re dizewice. Ji ber ku ew xwendevanekî serkevtî bû û mamosteyê wî pir jê hes dikir, lewma qîza xwe Şaziye xanim jî di panzdeh saliya wê de bi dilekî rihet dabû wî xwendevanê xwe yê jîr û jêhatî. Di vê zewacê de bi navê Lamîa, Soheyla û Leyla sê keçê wan û bi navên Selaheddîn û Nejmeddîn jî du lawê wan çê dibin. Selaheddîn ji bo aliyê dayîka xwe dibêje: “Aliyê dayîka min lezgî-çerkez e; bavê dayîka min jî kurd e û dayîka wî jî reşik e.”
Ji nav zarokên Mihemed Mîhrî yê herî navdar, felsefezan Selaheddîn Hîlav e. “Ji ber ku Mihemed Mîhrî bi kultûra Rojhelatê mezin bûbû, zimanê erebî û farisî pir xweş zanîbû û zarokên xwe jî bi vî kultûrî perwerde kirin. Bi taybetî jî kurê xwe Selaheddîn Hîlav, di piçûkatiyê de bi vî kultûrî perwerde kiribû, di dema perwerdehiya navendî de, di derbarê edebiyata dîwanê de bûye çavkanî û alîkarê wî yê tewr mezin û ji ber ku berdewamî bi wî re li ser felsefa îslamê gotebêj dikir, ew ê ku pêşîyê riya felsefê li ber Selaheddîn vekirîye Mihemed Mîhrî bi xwe ye.” Selaheddîn Hîlav, bi alîkarî û rênîşandana bavê xwe Mihemed Mîhrî, alfabeya erebî hîn dibe û herwiha deriyê kultûra rojhelatê ji wî re vedibe. Bi saya vebûna vê deriyê, ew bi xwe êdî dikare nivîskarên rojhelatî û osmanî yên wekî Fuzulî, Bakî, Evdilheq Hamîd, Ehmed Haşim û ... hwd. ên wê demê rasterast bixwe ne.
Herwekî me li jorê jî gotibû, Mehemed Mîhrî jî bi edebîyatê re mijûl bû û herweha ew bi xwe jî edîbekî bixwebawer bû. Lewma demekî mamostetîya edebîyata Tirkî jî dike û herweha di kovarên Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistanê û Hetawî Hewlêr de jî li ser ziman û edebiyata Kurdî gelek nivîsên wî hatine belavkirin. Pêşketin û elaqa wî ya aliyê edebî, bi vê dîyaloga wî û Selaheddîn Hîlav bêtir ronî dibe. Selaheddîn dibêje li ser pirsek min a derbarê edebiyatê de bavê min gote; “Dema em Fuzulî, Nefî û Baqî jê derxînin Tanzîmat-manzîmat giş derew in, li pey wan jî Yehya Kemal û Nazim Hîkmet têne. Şairên rastîn ev in. Di rexneyê de jî Nurullah Ataç heye”.
Mihemed Mîhrî di riya edeb û edîban de, xwe wek xelîfe û şopgerê Nalî dide nasandin û wiha dibêje; “Min bi xwe, ji nav hemû raman û nêrînan, ji nav hemû kesên xwedî îlim û basîret, ji taca edîbên kurd û belkî ustadê yekane yê ehlê şîrê merhum Mele Xidirê Nalî ji xwe re kiriye rêber.”
Di destpêka salên 1920`an de çêbûna bûyerên wekî Tevgera Qoçgirî (1919) û têkiliyên Komela Pêşketina Kurdistanê, di sala 1923`an de damezirandina Komara Tirkiyê û bi taybetî jî serhildana 1925`an rewşekî nû derdixe holê û pêvajoyeke nû dide destpêkirin. Ji wê demê şûnde, hem li Îstenbulê û hem jî li Kurdistanê cî û war li ser serê gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd teng dibe. Hinek ji wan mecbur dimînin birevin derve, hinek hatin zîndanîkirin û kûştin, hinek jî xwe li ber çavan dûrxistin û bêdeng kirin. Mihmed Mîhrî, yek ji wan kesan bû ku xwe bêdeng kir. Ji ber Tevgera 1925`an, demekî li Îstenbolê tête hepiskirin û paşê wî serbest berdidin. Em dikarin bêjin ku piştî vê pêvajoyê, demekî dirêj ji ber çavan dûr û bêdeng dimîne. Bêguman ev rewşa han gelek bandor li wî dike, ku ji bo diyarkirina halê xwe yê rohî dibêje: “Yên wek min bi êş û derd heyatê derbas dikin.”
Sala 1934`an dema ku “qanûna bernav”an dirûst dibe, di mana ji aliyê avê de, bernava “Hêlav-Helav” bikartîna û paşê ev peyv wek “Hîlav” tête bikaranîn. Tevî ku bernaveke nû girtibû, li ser bergê pirtûka xwe ya ku bi navê “Fuzulî Dîwanindan/Ji Dîwana Fuzulî” sala 1937`an hatiye çapkirin, navê “Avukat Mihemed Mîhrî” bikaraniye, bernavê xwe yê nû nenivîsandiye. Li ser bergê pirtûka wî ya ku sala 1943`an bi navê “Ahlak Yükseliş Kaynağı ve Mutluluk Ocağıdır/Exlaq Jêderka Bilindbûn û Serkaniya Bextewarî ye” hatiye çapkirin, “Mihemed Mîhrî Helav” hatiye nivîsîn.
Pirtûk û nivîsên wî
Em dikarin behremên nivîskî yên Mihemed Mîhrî li ser du grupan parve bikin: Pirtûk û nivîsên wî yên ku wek meqale di kovar û rojnameyên cuda cuda de hatine çapkirin. Wî li ser bergê pirtûk û nivîsên xwe de mahlasên cêwaz ên wekî; M, M.M., Mîhrî, Mihemed Mîhrî, Kakeheme, Dawer Erdelanî, Zehawî Zade, Mûftîzade, Îrfan, Avukat Mihemed Mîhrî û Mihemed Mîhrî Helav bikaranîye. Mînak: Li ser bergê Muqeddîmet’ûl Îrfan “M. M.”; li ser bergê pirtûka Fuzulî Dîwanından/Ji Dîwana Fuzulî “Avukat Mihemed Mîhrî”; li ser bergê pirtûka “Exlaq Çavkanîya Pêşkevtin û Malbenda Bextewarî ye/Ahlak Yükseliş Kaynağı ve Mutluluk Ocağıdır” Avukat Mihemed Mîhrî Helav hatîye nivisîn.
Li gor agadarîyên berdest çar pirtûkên wî hatine çapkirin:
Muqeddîmet’ûl Îrfan: Ev pirtûka wî 17 rûpel e, piştê çapa wê ya pêşîn, cara yekemîn bi tîpê Latînî û wergera tirkiya îro li ser malpera kovara BÎR hatiye belavkirin. Ji daxuyaniya nivîskar jî xuya dibe ku ev namilke (pirtûka piçûk), wek destpêka pirtûka “Îrfan” hatiye amedekirin.
Îrfan: Lûgata Kurdî, Turkî, Erebî, Farisî û Fransizî.(1919-Îstenbul): Ev pirtûk li ber destê me nîne. Lê di derbarê vê pirtûkê de Mihemed Mîhrî weha dibêje; “Ev berhema me ya ku bi navê “Îrfan” hatiye binavkirin, lûgata zimana ye û tê de bahsa Turkî, Erebî, Farisî û Kurdî dibe.” Nivîskar bi giştî li ser xebatên kurdolojî û bi taybetî jî li ser vê berhema xwe bi navê “Îrfan”, di çar hejmarên pêşîn ên Kurdistanê de nivîsek dirêj û berfireh lêkirîye.
Fuzulî Divanından/ Ji Dîwana Fuzulî, (Aydınlık Basımevi, 1937, İstanbul): Di destpêka vê pirtûkê de hinek şop û dûstûrên dema dîktatorîya Yekpartîtîya rejîma komarê xwe bidin nîşankirin jî, ya herî girîng û balkêş, bala xwendevan dikşîne ser mezinatî û kûrayîya şairîya Fuzulî û warê jidayikbûna wî. Dibêje, “Ew wek stêrkek utarîd a geş e, warê jidayikbûna wî jî ciyekî di navbera Kerkûk û Silêmanîyê de ye. Ji ber ku bavê wî dibe miftiyê Hilleyê, ew jî li wê herêmê mezin bûye û jîyaye.”
Ahlak Yükseliş Kaynağı Ve Mutluluk Ocağıdır/ Exlaq Jêderka Bilindbûn û Serkanîya Bextewarî ye (Aydınlık Basımevi, 1943, İstanbul): Dema ku di raya giştî ya Tirkiyê de behsa berhemên Mihemed Mîhrî dibe, eger bi çewtî û nezanîn nebe, bi qestî tenê bahsa ev herdu berhemên wî yên dawî tête kirin. Mînak, nivîskar Soner Yalçin, Sema Rîfat û hinek nivîskarên din jî heman xeletîyê dikin.
Digel ev çar pirtûkan, li ser meseleyên siyasî, felsefî, sosyal, edebî, zimanzanî û kulturî jî bi dehan meqale û lêkolînên Mehemed Mîhrî di nav rûpelên rojaname û kovarên wekî Rojî Kurd(1913), Hetawî Kurd(1913-1914), Jîn(1918), Kurdistan(1919-1920), Dîcle Kaynagi(Serkanîya Dîcleyê-1948), Hetawî Hewlêr(1955-56), Gelawêj, Zarî Kurmancî û wd. de hatine çapkirin. Ji van nivîsan hinek li ser malpera Kovara BÎR têne weşandin, lêbelê ji bo berhevkirin û wergerandina û ji nû ve çapkirina nivîsên ev rewşenbîr û ramangêrê hêja yê millet kurd xebateke berfirehtir divê.
Xebatên wî li ser ziman jî diyar dikin ku Mihemed Mîhrî, zimanê kurdî û zaravayên wê pir baş zanîbû û digel wan zimanê fransî, erebî, farisî û turkî jî baş zanîbû. Digel ev xûsusiyetên wî, hinek wesfên wî yên din jî hebûn: “Mihemed Mîhrî ji sporê gelek hes dikir, melevanekî pir baş bû, siwarekî pir baş bû, meraqdarê nêçîrvanî bû, miriyê zarokên xwe bû û merivekî maqûl bû.”
Di dawîyê de em dikarin bêjin, ev xebat û berhemên wî yên jiyana 72 salan, neynika xebata wî ya ji bo milletê kurd e. Her wekî ku bi xwe jî gotinên helbestekî neqil dike û dibêje: “Berhemên me nîşanê hebûna me ye, piştî me li berhemên me binêrin.” Ev rê, ji bo wî “riya eşqê bû” û ew di vê rê de “bi ronahîya xwe” meşiya.
* Ev kovar hemû di salên dawî yên Dewleta Osmanaî de yanî berîya damezrandina Komara Turkiyê hatine weşandin û belavkirin.
Rifat, Sema., Selahattin Hilav ve Parîs Mektpları, r.13, weş. Turkiye İş Bankası
http://www.kovarabir.com/cutyar-tofiq-hawrami-yadek-le-mihemmed-i-mihri-kurteyek-derbarey-jiyan-u-berhemekani/
heman jêder.
Baran, İbrahim Halil., “Bir Kürt Entelektüeli: Mihemed Mîhrî Hilav”, http://rojpress.com/?p=2508, 29.06.2013.
Rifat, Sema., Selahattin Hilav ve Paris Mektpları, r.16.
Cemil Paşa, Qedrî., Doza Kurdistan, r. 34, weş. Oz-ge, 1991-Ankara.
Heman berhem, r. 35.
Jîn, hejmar: 21-22, cild: 5, amadekar: M. Emîn BOZARSLAN, weş. Deng, Uppsala, 1988.
Hilav, Selahattin., Felsefe Yazıları, çapa 3., r. 410, weş. YKY. 2003, Îstenbul
Rifat, Sema., Selahattin Hilav ve Parîs Mektpları, r.16.
Özlem, Doğan & Ateşoğlu, Güçlü., Selahedîn Hîlav’a Saygı(Ji bo Rêzgirtina Selahedîn Hîlav), r. 2, weş. Agora kitaplığı, Stenbul-2006.
Minorsky dibêje: “Nalî(1797-1855), yek ji şairên navdar ên sedsala xıx. ye, di şiklê nazmê de bi zimanê kurdî, erebî û farisî berhemên wî hene. Dîwana wî ya bi kurdî sala 1931ê li Bexdayê û 1962yê jî li Erbîlê hatiye çapkirin.”(VILADIMIR MINORSKY & THOMAS BOIS, Netewetîya Kurdan, r. 191, weş Ozgün, 2008- Îstenbol)
“Mehmet Mihri Hilav(M. M)/ Mukaddimet-ûl Îrfan” http://www.kovarabir.com/mehmet-mihrim-m-mukaddimet-ul-irfan/, 29.06.2013.
Helav, Mehmed Mihri., Ahlak Yükseliş Kaynağı ve Mutluluk Ocağıdır/Exlaq Jêderka Bilindbûn û Serkanîya Bextewarî ye, s. 4, Aydınlık Basımevi, 1943, İstanbul.
Jêdera berê.
Jêdera berê.
Bn. Kurdistan, hej: 1,2,3,4
Jêdera berê.
Rifat, Sema., Selahattin Hilav ve Parîs Mektupları, r.16.
“Mehmet Mihri Hilav(M. M)/ Mukaddimet-ûl Îrfan” http://www.kovarabir.com/mehmet-mihrim-m-mukaddimet-ul-irfan/, 29.06.2013
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine