Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mike Pompeo: Rejîm Îran direwan li xelkê xwe dike

11:24 - 17 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Wezîrê Karûbarê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, daye zanîn ku rejîma Îranê jo li pey roj bi sedema direw û sivikkirina xelkê xwe, rewayiya xwe zêde ji dest dide.

Roja Pênçşemî 26`ê Befranbarê, Wezîrê Karûbarê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, li sere rûpela xwe a Twitterê nivîsê: “Rejîma Îranê bi berdewamî direwan digel xelkê xwe dike û sivikatiyê bi wan dike. Niha ew rejîme, di hilbijartinan de ku bi awayekî berfireh û hezaran berendam ên ku xwe hilbijartibûn bo meclîsê ji wê hilbijartina ku sexteye jî bêpar dike.

Herwisa Mike Pompeo, di berdewamiyê de nivîsiye: “Heta Serkomarê rejîmê jî bixwe dibêje ku ev hilbijartine rasteqîne nîne. Rejîm rewayiya xwe roj li pey roj ji dest dide. Ayetûlah dibe guhdarê xekê xwe be. Û cîhan guhdar e”.

Ji aliyek din ve jî, Berdevka Wezareta Derve a Amerîkayê “Morgan Ortagus” di ser rûpela xwe a Twitterê nivîsê: “Rejîma Îranê bi cihê ku ew kesên Balafira riwîyan xistiye ceza bide, berevajî ew kesên ku xistina balafirê eşkere kirine binçav dike û ceza dide, cihê heyrîmayî nîne ku rejîm dîsanê rû li direw, fêl û serkutên xwe kiriye. Civatgeha navnetewî dibe rejîma Îranê neçar bike ku bersivderê wan cinayetan be.