Kerîm Perwîzî
Dema ku li cihekê bêdadî û zilm digihîje gûpikê, bêguman xelk li dijî vê bêdadiyê serî radikin. Înca dema ku ev bêdadiye gelek demdirêj be û hêdî hêdî kom bibe û bi dirêjahiya salên dûrûdirêj, dadperwerî di asta herî lawaziya xwe de be an jî, bûyerek û qonaxek bê gorê û xwe li têlên hestiyar ên jiyana xelkê bixe û sirûda serhildana wan vebijîne, di herdu haletan de xelkê bêzarbûyî tên meydanan û êdî çiyê din çermê serê xwe nagirin û di malên xwe de narûnên da ku dest li ser çokan çav li paşeroja reş a xwe û neviyên xwe bikin.
Di Zivistana sar a sala 1357`an de, piştî derbasbûna çend mehan li ser xwenîşndan û nerizayetiyên xelkê ên li dijî desthilata sar û tezî, gur û têneke zêdetr ji kombûnên xwenîşanderan re hate dan û koşka paşayetiyê nekarî li hemberî vî agirî xweragir be û paşayê serşûr reviya.
Lê ya ku li odeya diziya dîrok û bûyeran de bû pêk hatibûn ji dîzîna xewn û hêviyên xelkê. Xelk bona nemana bêdadî û zilmkariyan serî rakiribûn û di mejiyê xwe de biheşta dad, azadî û serbestiyê xemlandibûn ku, di nav de hemû zarokek di dibistanên barhînanê de, sakuyek gerim û naneke xweş a di şevan de û herwisa kursiyek nerm û baş bo paşerojê dest bikeve ku, tenê peyva azadiyê tê ser ziman û hezkirin û jiyanê dihevîne! Lê di nav heyvê de wêneya dirindeyekê ji wan bû bi rizgarîbexş!
Rejîma cihgirtî li Tehranê, bi fêl ve wêneya dirindeyekê di nav Heyva xeyalyên xelkê de cih kirin û wuha çavên xelkê kor kirin, da ku bo yekem car di dîroka siyaset û desthilatdariyê de, rûyê erdê yê rasteqîne nebînin ku dirindeyek bi wî awayî şer weke nê`metekê ragihand û xelkê jî wuha hesab kir ku ev rast dibêje û bawerî pê anîn! Herwisa di meş dije mejî û dije hizirkirina wê rejîmê de dehan û sedan hezar mînakên din hene ku gotin: Aborî bo mirov nîne û lîstika “şetrenc”ê qedexe ye û wêneyên jinan li ser dîvar û şaşeya televîziyonê jî mêran dixelitîne û heriwsa şerkirina li djî Amerîkayê bo xelkê xêr heye. Rêya Qudisê li Kerbelayê derbas dibe û emê Koşka Spî bikin bi Husêyniye; Heta gihîştiye astekê ku niha dibêjin eger dorpêçên aborî hebin û peywendiya Bankên me digel cîhana derve nemîne, ev bi qazancê aboriya welêt e! Herwisa derheq çareserkirina nexweşiya kambax û malvêranker a Koronayê jî, gotine tenê duayan bikin û derzîlêdan qedexe ye! Û Spaha Pasdaran jî amûreke lêgerîna zêran anîbû û nîşanî xelkê dida û digot ev amûra bona peydakirina vîrûsa Koronayê bi kar tê!
Hezaran mînakên din ên bi vî şêweyî yên weke fermana cîhada li dijî gelê Kurd û mûşekbarankirina jin û zarokan û herwisa kiryaryên din yên di warê civakî û îdarekirina welat, mafê mirov û mafê neteweyên din, li ser navê desthilateke bêmînak bona îdarekirina cîhanê encam da! Eva ku li heyama 43 salên derbazbûyî di Îranê de rû daye, reşbîntirîn tex di nav civakekê de hatine ser desthildatê, ku em tenê dikarin bi gotina peyvekê wateya vê bînine ziman ev jî wiha ye: Mirina hizirê.