Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mîşêl Ewin: “Dewleta Lubnanê ava nebe, dê ber bi cehnemekê ve here”

13:00 - 22 Îlon 2020

Serkomarê Lubnanê, “Mîşêl Ewin”, ji reftarên aliyên cuda yên siyasî li Lubnanê di hember avakirina kabîneya nû rexne girt û ji paşhatên dijwar yên avanebûna lezgîn ya dewleta nû hişdarî da.

Roja Duşemî, 21ê Îlonê, Serkomarê Lubnanê, “Mîşêl Ewin”, di hevpeyvîneke televîzyonî de, li bersiva pirsyara hekî dewleta nû neyê avakirinê welatê Lubnanê ber bi çi aliyekî ve dê here, got: “Bo aliyê cehnemê”. Welatê Lubnanê niha li dijwartirîn krîza aborî li dîroka xwe de ye û her ew rewş bûye sebeba derketina rewşeke nû ya krîza siyasî di wî welatî de.

Herwisa Serkomarê Lubnanê ji pêdegîrîkirina zêde ya hevalbendên siyasiyê xwe, girûpa “Şî`e” Hizbullah û tevgera “Emel” bona kontrolkirina Wezareta Darayî û berpirsayetiyên bilind û girîng yên din, rexne girt û daxwaza hevkariyê ji wan re kir.

 Serkomarê Lubnanê, “Mîşêl Ewin”, dixwaze dewletekî skolar di Lubnanê de ava bike, lê aliyên siyasî û tedaxulên rejîma Îranê di wî welatî de, hêj nehêlaye ku ew dewlet ava bibe.

Welatê Lubnanê ku yek ji avedantirîn welatan Asiyayê bû, niha di krîzên aborî, siyasî û ewlehiyê de rojên dijwar derbas dike, serekîtirîn û kawilkertirîn sebeba rewşa niha ya Lubnanê, tedaxulên rejîma Îranê di wî welatî de ye ku bi awayên cuda yên terorîstî, heta niha nehêlaye xelkê Lubnanê rûkê aramiyê bi xwe ve bibîne û xelkê Lubnanê jî, tev caran tedaxulên rejîma Îranê mehkûm kirine.