Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Misr; rabûn an ketinek bi azar?(I)

13:20 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2012

Ebdula Hicab

Ragihandina encama hilbijartina serokkomariyê li Misrê û pejirandina encama wê hilbijartinê ji aliyê konseya serbazî ya Welat ve, Misr derbasî qonaxa herî hestiyar di dîroka xwe ya hevdem de kir.

Piştî serhildana sala 2011 û ketina deselata Mubarek, dihate pêşbînî kirin ku Tevgera Îxwan El Muslimîn, di siyaseta nû ya Misrê de bibe xwediyê gotina sereke. Lê hin guman hebûn ku artêşa Misrê rê nede ew tevger kontrola welat bi yekcarî bigre destê xwe. Ji ber wê yekê dihate çaverêkirin ku artêş an di sîstema siyasî û deselatdarî ya welat de guhertinekê pêk bîne, an rê nede berendamê Îxwan di hilbijartina serokkomariyê de bi ser bikeve. Derket ku artêş bi hêza Îxwan di nava civaka Misrê de hesiyaye û pilan dike bi wê tevgerê re hevkariyê bike. Lewma ji hin guherînên biçûk ji bo sînûrdar kirina deselata serokkomar bi der, artêşê dijberiyek zêde bi pêşveçûna tevgera Îxwan di siyaseta Misrê de nekir.

Encama wê pêvajoyê wê ber bi ku ve here, pêşeroja Misrê wê çi jê bê û karîgeriya wê pêvajoyê wê li ser pêşeroja Rojhilata Navîn çi be? hin pirsên giringin ku renge pitir ji yek bersiv ji bo her yek ji wan pirsan hebe. Lê ya ku li ber çav e ewe ku rewşa îro li Misrê hatî pêş, wê karîgeriyê li ser hemû pêvajoyên nû yên siyasî li hemû herêmê danê, û dûr nine ku li Rojhilata Navîn gelek tiştan bi awayekê biguhere ku heya niha nedihat pêşbînî kirin.

Ji ber ku tevgera Îxwan El Muslimîn, ji Misrê bi der, niha li hemû welatên Bisilman ta û ben raçandiye û bi awayeke çalak dixebite heya ku kontrola pêvajoya nû ya siyasî li herêma Rojhilata Navîn û beşek zor ji Asiya û Afrîqa bigre destê xwe. Ev cudahiye ye ku bihêzbûna tevgera Îxwan ya wê carê ji derfet û îmkanên rêkxistinê di qonaxên pêşîne dîroka wê ya siyasî de cuda dike.

Tevgera Îxwan El Muslimîn weke tevgerek siyaî, ji bo cara yekê sala 1928 li aliyê Hesen El Benna (1906-1949), mamosta û yek ji xwendevanên medreseya Seyd Qutib ve li Misrê hate damezirandin. Armanca tevgerê ya sereke, li gor daxuyaniyên damezirênerê tevgerê, şiyariya Îslamî, ava kirina Xelafeta Bisilmanan, binebirr kirina bê edaletî, gendelî, destpîsiya di nava civak û bireveberiyê de û serxwebûna Misrê ji Birîtaniya Mezin bû. Îxwan bi vegera ji bo Quran û Sunne, rêbaza xwe ji ya Selefiyan u deselatdarên Îslamî ku li gor Hedîs u şiroveyên ji dîn tev digerin cuda dikir û karî weke sîstemek siyasî ya alternatîv xwe nîşan bide. Bingeha hizrî ya tevgera vexwendinek binajo ji ola Îslamê ye ku guhtinê di serî de bi ser takekes de ferz dike û bi wê riyê ve dixwaze malbat, civak û sîstemê biguhere.

Tevger bi awayê fermî weha basî armancên xwe dike: «Ya yekê, birêvebirina usûlên Şerîetê weke bingeha kontrolla rabûn û rûniştina takekes, civak û dewletê. Ya duyê, xebat ji bo hevgirtina welat û dewletên Îslamî, di serî de welatên Erebî û xwe rizgar kirin ji bin bandora Imperialîsma dereve». Lê îdeolojên tevgerê bi îsrar dibêjin ku ji bo bi destveanîna wan armanan ew ne amade ne ku tundutîjiyê bikar bînin.

Lewma Îxwan rêbaza hilbijartin û beşdarî di pêvajoya demokrasiyê de daye ber xwe. Ev nêzîkbûn tevgera Îxwan ji tevgera tundajo û şerxwaze Al- Qaide cuda dike ku bi awayek eşkere li himber siyaseta Îxwan û beşdarî kirin di hilbijartin û pêvajoyên demokratîk de derdikeve.

Di gel ku siyaseta fermî ya tevgera Îxwan guherîn bi riya reform, demokrasî û azadiya xwe birêkxistin kirin û ragehandinê be jî, lê tevger her demê li gor qonax û derfetan, siyaset û rêbaza xwe diguhere. Baweriya serke ya tevgera Îxwan bi Quran û Sunne weke bingeha serekeye hizra siyasî heye. Weke prensîp tevger dibêje ku her demê rêbaza xebata wan metodên aram û dûreperêz ji tundutîjiyê bûye, lê di bingeha xwe de Îxwan rêbaza «Cehad» û «Şehadet» ê diparêze û li gor derfet u îmkanan, her carê bi awayekê ji bo bidest xistina armancên siyasiye xwe tundutîjî û eger li destan bê, terorê bikar tîne.

Serdema vegeşîna tevgera Îxwan li Misr û welatên din e Erebî salên şerê duyê ye cîhanî heya dema kuştina serokê Tevgerê, Hesen El Benna li 12.02.1949 bû. Di wê demê de tê îdia kirin ku tevgera Îxwan karîbû herî kêm 2 miliyon endaman tenê li Misrê bi rêkxistin bike. Ew yek bû sedem ku tevger bi awayekê rêbaza xwe ji siyaseta nerm û niyan û dûreperêz ji tundutîjiyê ve biguhere û pitir ber bi radîkalîzebûn û bikar anîna tundutîjiyê ve here.

Salên 1948-49 Îxwanan bi awayek aktîv di şerê li dijî Îsraîlê de beşdarî kirin, lê di gel ku dewleta Misrê jî bi wan re di heman çeperê de li hember Îsraîlê şer dikir, Îxwan zexta li ser sîstema siyasiye Misrê kêm nekir.

Di dawiya sala 1948’ de bi hêceta ku Îxwan pilana kûditaya dijî dewletê amade kiriye, serokwezîrê demê ye Misrê, Mehmûd Et Nuqreşî Paşa biryara hilweşandina Îxwan da. Tenê 3 hefteyan piştî wê bûyerê, yek ji endamên Îxwan bi navê Abdul Mecîd Ehmed Hesen, serokwezîr Nuqreşî di êrîşek çekdarî de kuşt. Di gel ku serokê Îxwan, Hesen El Bena derhal ew pêgav şermezar kir û li hember bikaranîna terorê weke emrazê têkoşîna siyasî helwêst girt, lê destê Îxwan di wê bûyerê de nehat şûştin.

Di destpêka dewrana serokatiya Cemal Ebdul Nasir li Misrê, Îxwan piştgirî da şoreşa Misrê û siyaseta Nasir, ji ber ku her du tevger li dijî sîstema paşatiya li welat bûn.

Lê di demek kin de ev piştgirî û hevkarî guherî û dubare Îxwan bû armanca serekeye êrîşa dewletê. Sala 1954 dubare Îxwan hate qedexe kirin û heya salên dehka 70 ya sedsala 20 her di wê rewşê de ma. Lê pişt re deselata Misrê û Îxwanan dubare li ser bingeha hevudin famkirinê bi hev re di nava aştiyek neragihandî de jiyan. Kuştina Enwer Sadat li sala 1981 bi destê yek ji endamên Cîhada Îslamî ya Misrê dubare ew agirbes a ranegehandî hilweşand. Lê Îxwanê karî wê carê xwe ji bin barê gumanê bîne der û bi awayekê xwe biparêze.

Ji Misrê bi der, tevgera Îxwan El Muslimîn li welatên weke Urdun, Kuweyt, Sûriye, Elcezayir, Merakêş, Yemen, Tûnis, Welatên lêvara kendavê û bi riya tevgera Hemas re li herêma Filistîn liq damezirandine û li gelek ciyan xwedî bandor e. Heta li welatên weke Endonêzî, Malêzî, Pakistan, li nava Bisilmannen Hindê, li Turkiyê û li gelek deverên Kurdistanê jî ev tevger xwedî alîgire, lê giraniya xebat û siyaseta wê li welatên Erebî ye.

Di gel hin qedexe û astengiyên ku hemû welatên Erebî ji bo tevgera Îxwan pêk dianîn, ew tevger li welatên Misir, Urdun, Sûriye û Lubnanê pir xurt bû. Di nava wan welatan de jî rewşa Îxwan li Misrê hê cudatir bû û derfetên kar û xwe birêkxistin kirina wan li wir zêdetir bû.
Çunku ne sîstemê û ne jî hêzên ewlekariya Misrê bi awayek cidî têkoşîna Îxwanan asteng dikirin. Di wê çarçoveyê de bû ku sîstemê rê dida berendamên tevgerê ku di bin siya berendametiya serbixwe de karê siyasî dikirin bikevin pêşbirkêyên hilbijartinê. Sala 2005 Îxwanê karî ji 444 kursiyên parlemana Misrê, 88 kursiyan bi wê riyê ve bi dest bixe.

Piştî serhildana sala 2011, ku Îxwan El Muslimîn têde dewrek giring hebû, wê tevgerê meydanek nû û berfireh ji bo têkoşîna xwe ya siyasî bi dest ve anî. Di hilbijartina dawî ya Parlemana Misrê de, kom û takekesên girêdayî bi rêbaza Îxwan li ser hev 235 kursî ji 498 kursiyên parlemanê bi dest xist (Parlemana Misrê 508 endam hene ku 498 ji wan tên hilbijartin û 10 ji wan jî ji aliyê serokkomar an konseya leşkerî ve tên destnîşan kirin).

Wê berdewam be