Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Misr; rabûn an ketinek bi azar?(II)

20:50 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2012

Ebdula Hicab


S erkevtina yekê ya Îxwanê di ezmûna demokrasiya Misrê de, konseya leşkeriye welat neçar kir ku bi nermî nêzîk tevgerê bibe.

Bi awayekê ku konseya leşkerî rê da berendamê girêdayî bi Îxwan bi serbestî bikeve pêşbaziya hilbijartinê û hilbijartina serokkomariyê qazanc bike. Serokkomarê nû, Muhemed Morsî, bi serkevtina di hilbijartina serokkomariyê de, berê serhildana Misrê da riya Îxwanan. Her çend ew xwe weke kesayetiyek muhafizekar, lê dûreparêz ji binajoyî û tundutîjiyê dide nasandin, lê hevbaweriyên wî bi hêvî ne ku serokkomarê nû “hem Filistinê ji bo wan rizgar bike û hem yêkîtiyekê di nava Ereban de ava bike ku bingeha Dewletên Yekbûyiye Erebî danê”.


Her çend Konseya Leşkerî hinek desthilata Serokkomar Morsî bi sînor kiriye, lê serokkomar di siyaset û birêveberiya welat de xwedî bandora sereke ye. Lewma rojên li pêşiya xelkê Misrê, wê ji bo pêşeroja welat û pêvajoya guhertinan pir giring bin. Di serî de ceribandina herî bi wate û bi bandor ji bo serokkomarê nû, wê di asta navneteweyî de be. Tevgera Îxwan û çalakvanên wê bi hêvî ne ku Misr têkiliyên xwe bi Îsraîlê re qut bike û bi awayek çalak piştgiriyê bide tevgera destexwîşka wan, Hemas, li Filistînê. Pêwendiyên di navbera Misr û Îsraîlê her tim bandor li ser siyaseta navxweye Misrê hene, lê niha ew bandor dikare hê pitir xwe nîşan bide.


Tevgera Îxwan ji destpêka damezirandina xwe ve heya niha her demê bi çavê dijmin temaşey Îsraîlê û peymana aştiya navbera Misr û Îsraîlê kiriye. Niha ku serokê welat bi piştgiriya wê tevgerê hatiye ser kar, gelek asayî ye ku têkiliyên bi Îsraîlê re li ber çavan re bêne derbas kirin. Eger serokkomar sozên tevgera xwe bi cî bîne, wê demê Misr bi qeyranek xurte navneteweyî re rûbirû dibe. Ger bê û ew bi peymana aştî ya navbera du welatan re girêdayî bimîne, wê demê wê takekes û komên ku deng danî wî, pişta xwe bidnê.

Ji bo Îsraîlê jî ew rewş pir hestiyar e. Girêdana dewleta nû û tevgera Îxwan bi peymana aştiyê re tê manaya misogerkirina aştiya du alî û ewlekariya stratêjîke Îsraîlê. Berevajiya wê dikare encamên bi karesat bi xwe re bîne.

Yek ji ceribandinên din yên herî giringe li pêş serokkomarê nû mijara demokrasî û pirrengiya siyasî li Misrê ye. Bi serketina Morsî re civaka Misrê kêm an zêde bû du beş.
Her çend Îxwan El Muslimîn û berendamên wê kontrola nêzîk niviya kursiyên Parlemanê bi dest ve anîn û berendamê wê tevgerê hilbijartina serokkomariyê qazanc kir, lê niviya civaka Misrê nîşan da ku ne bi tevgera Îxwan re ye. Beşek bi hêz ji civakê bi kevneşopiya rewşenbîrî û kultûriye Misrê serbilindin. Ew hatine ser kara Îxwan El Muslimîn weke metirsî bo ser wan nirxan dihesibînin. Dan û standinên serkevtiyên nû bi opozisyon û wê beşa civakê re ku di hilbijartinan de bi ser neket, wê nîşan bide ka aliyê binketî bi çi awayî li hember serdestên nû bisekine.

Kontirola tayên tundrewe hundir an piştîvanê tevgera Îxwan jî yek ji astengiyên ser riya Morsî ye. Piraniya hilbijêr û alîgirên wê tevgerê ji wê beşa civakê ne ku beriya ji encamên karê xwe bifikirin biryarê didin û dikevine nava tevgerê. Eger bê û beşek ji tevgera Îxwan bi pîvan û nirxên bingehîne tevgerê re girêdayî bimîne û ji bo birêvebirina wan nirxan bikeve kolanan, wê Morsî hem bi wan re, hem bi hêzên ewlekarî û artêşê re û hem jî bi civaka navneteweyî re bikeve nava astengiyan.

Di rewşek wisan de ne dûre ku Misir ber bi bahozek tarî ve here, ji ber ku di rewşek wisan de dubare artêş dikare bi awayek çalak bikeve nava tevgerê û kontrola siyasetê bigre destê xwe. Asayiye di rewşek wisan de ew beşa civakê jî ku nirx û pîvanên xwe di bin siya siyaseta Îxwanan de li ber metirsiyê dibîne bi awayek çalak piştgiriyê bide artêşê. Di rewşek wisan de wê komên tundrewe olî bêdeng nemînin û senaryoya ku dikare were pêş wê bandorê li ser hemû civaka Misrê, û ne dûre ku li ser rewşa welatên cîran jî danê.

Misrê pir caran rola pêşengtiya welatên Erebî lîstiye. Piraniya deselatdarên welatên Erebî bi awayek bi guman nêzîk Îxwan û siyaseta wê dibin. Ew guman bi siyaseta Îxwan El Muslimîn ya ku ji bo ava kirina şêweyek nû ya Xelafetê ku navenda wê Qahire be hê zêde xurt dibe. Siyaseta ku li bin bandora Îxwanan bi rêve here, wê ne bi dilê wan be. Ji deselatdaran bi der, di civakê de jî rêbaza olî ya li derveyî siyaseta Îxwan bê bandor nîne. Ew jî dikare pêwendiya welatên Erebî bi Misrê re li gel astengiyan rûbirû bike.
Asta belengaziyê li Misrê gelek bilind e. Piraniya civakê li bin hêla hejarî û gelek ji wan jî li bin hêla birsîtiyê de dijîn. Hegerê serekeye dijberiya xelkê bi rêjîma Mubarek re ew yek bû. Bi belengaziyê ve girêdayî, mijara bêkariyê ye.

Daxwaza sereke ya wan xort û keçên ku li meydana Tehrîr ya Qahirê li dijî desthilata Mubarek serî hildan, başkirina rewşa abûrî û pêkanîna derfetên kar ji bo piraniya civakê bû. Di rewşa abûriye îro ya Misrê de ne mumkîne ku ew daxwazî were cîbi cî kirin. Ew jî dikare weke yeke din ji astengiyên li ser riya serokkomarê nû xwe nîşan bide.

Pêvajoya ku ji niha û pê ve destpê dike wê di nava 2-3 salên li pêşiya me û beriya ku dewrana yekê ya serokkomariya Morsî bi dawî dibe nîşan bide ka gelo xelkê Misirê wê bi hilbijartina xwe kêfxweş bin an xwezîka par û pêrar bixwazin.

Lê pêvajo ber bi kîjan alî ve here, encama hilbijartinên Misrê nîşan da ku nexweşiyên piştî qonaxa dîktatoriyê bi guherîna rêjîmê re taze derdikevin. Gelo ew nexweşî wê laşê pir ji birîne civakên Îslamî ji kar bixin an riya rabûnek nû vekin, wê dema pêşiya me nîşan bide.