Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Emê hêz û şiyanên xwe lihev girê bidin û xwe ji guhertinan re amade bikin

12:53 - 19 Adar 2020

Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi helkefta sala nû a Rojî peyamek belav kir. Wî di peyamê de pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kir û got ku civaka Îran û Rojhilat di nîgeraniyê de û bi hin pirsgirêkan re derbas dikin û bi vê rewşê diçin pêşwaziya sala nû. Newroz ji bo me tê wateya rabûn û rasaneke dubare û hêmaya yekbûnê ye.

Peyam wiha ye;

Welatiyên hêja!

Xelkê azadîxwaz û xebatkar ê Rojhilat!

Di rewşa niha a Îranê de ezmûna dehan salan a kirîzan tê ber çavên me û tê bîra me ku ev rejîm di bingeha xwe de li ser kirîzan hatiye avakirin. Di van salan de, vê desthilatê, xwe bi ser civakê de ferz kiriye û lewma jî civakê, hevsengiya xwe ji dest daye û jiyan gihaye asta mirinê. Jiyan û kerameta mirovan têne bêbihakirin. Li wir daxwaza azadî û mafxwaziyê hatiye tepisandin. Kirîzên li pey hev, hem jiyana xelkê navxwe ê Îranê asteng kirine û hem jî sînorên vî welatî derbas kirine.

Bûyerên sala derbasbûyî balkêş in. Eger em şîpela xurt a xwepêşandanên meha Xezelwer binirxînin, xuya dibe ku van bûyeran, berî her tiştî rastiyek nîşanî cîhana dervey Îranê da; Ew jî ev e ku rejîma Îslamî a Îranê bi hemû pêkhateyên xwe ve di kirîz û binbestê de ye. Dengê kolanan û xwîna bi hezaran qurbanî, girtî û wan kesan ku di van bûyeran de hatin binçavkirin û hîn çarenivîsa wan nediyar e, rûyê rastîn ê van bûyeran bû. Civaka Îranê û bi taybetî jî neteweyên bindest ku zêdetirîn qurbanî dane, bi kiryarên xwe selmandine ku ji bo derbasbûn ji vê rejîmê û ji bo têkbirina bingehên vê desthilatê amade ne û ew di fikra qonaxa piştî Komra Îslamî a Îranê de ne.

Bûyereke din ku bala mirov dikşîne, şanoya dengdan angu hilbijartinên gerra yazde a Meclîsa rejîmê bû. Vê carê ne tenê li kolanan, lê belê li nav malan, li dervey navendên dengdanê û li her derî dengê baykot û şepêla NA dihat dîtin. Vê şepêlê careke din bingeha desthilatdariya rejîmê hejand û li ser şanoya siyasî a Îranê hate tomarkirin. Ev dengê dijber, şikesteke mezin bû ji bo serkirdeyên rejîmê û şexsê Elî Xamineyî ku li ber xelkê digeriya û lahî dikirin ku herin ser sindûqên dengdanê û şanoya hilbijartinan bixemlînin.

Lê belê bi van şepêlên nerazîtî û bi gotina NA, me hin bûyerên din dîtin ku kirîza rêveberî û nebûna şiyana berpirsên rejîmê nîşan didin. Hin mînakên din jî ev in; Rabûna lehiyê li piraniya parêzgehên vî welatî, bûyerên wek erdheja Kotolê û vê dawiyê jî berfirehbûna vîrûsa Corona û nebûna şiyana saziyên dewletê ji bo kontrolkirina vê vîrûsê û xizmeta qurbanî û berketiyên wê.

Van bûyeran zêdetirî berê, kûrahiya kirîza desthilatdariya tijî karesat a rejîmê nîşan dan. Derbasiya jiyana xelkê li Îranê ji ber kirîzên piralî ên navxwe û derve rastî astengiyan hatiye. Bi taybet jî hevpeymaniya Amerîkayê ji bo danîna givaşên zêdetir li ser rejîmê ku encama siyasetên gemar û şaş ên rejîmê ne. Di encamê de jî civak û rejîm jî tûşî pirsgirêkan dibin. Tevî van pirsgirêkan, kirîzên civakî, abûrî, siyasî, çandî, jîngeyî, rêveberî û kirîzên din ku dehan û sedan pirgirêkên din li pey xwe ve anîne, bûne beşeke jiyana asayî a xelkê li vî welatî. Tepisandina sîstimatîk, siyaseta fermî û hertimî a desthilatê ye. Ew jî bi vî rengî ye ku rejîmê, ewlehiya xwe li têkdana ewlehiya civakê û tepisandina hizrên cuda girê dane. Rewşa ku niha li Îranê tê dîtin, bi heman şêweyî li dervey sînorên vî welatî jî reng vedaye. Ev hevpeymanî û hevbendiyên ku li dijî rejîmê têne pêkanîn, amajeyên vê rastiyê ne. Dengê nerazîtiya xelkê li kolanên Îraq û Lubnanê li dijî Komara Îslamî, vê siyasetê reng vedidin.

Welatiyên xweştivî

Ji bo me Kurdan, rengê Komara Îslamî a Îranê reş e. Rejîm, her roj zêdetir rastî kirîzên navxwe û derve tê û me jî di vê navberê de ezmûneke dirêj a xebat û berxwedanê li hemberî vê rejîmê heye. Bi vê xebat û qurbanîdana dehan salan li dijî tarîtiyê ji bo rizgariya netewî, her roj hêviya hevxebatî û hevçarenivîsiya me zêdetir û geştir dibe. Di heyama sala derbasbûyî de hem weke partiyên Kurdistanî ên Navenda Hevkariyê û hem jî weke pêkhateyên civaka Rojhilat, lihevgîştin û berpirsyaretiya hevpar çê bûye û bi vî rengî jî me qonaxeke bi nirx ji hevdengî û hevrêziyê, daye tomarkirin. Hemû pêkhateyên Kurdan li Rojhilat, li hemberî van bûyerên siyasî û siruştî ku çê bûn, ji şanoya hilbijartinan heya erdheja Kotolê, hest bi perpirsyaretiyê kirin û kiryarên wan jî bi heman şêweyî bûn. Hesta berpirsyaretî bi hevçarenivîsiyê, xebata hemû bajaran lihev girê dide û ruhê bihevrebûn û hevçarenivîsiyê li nava bajar û navçeyên cuda ên Kurdistanê çê kiriye. Alîkariya xelkê navçeyên cuda ji bo berketiyên erdheja Kotolê û berî wê jî alîkariya xelkê bo berketiyên lehî û erdheja başûrê Zagrosê, wêneyekî xweşik ji hesta nîştimanperwerî û mirovdostî a civaka Rojhilat nîşan da. Ev qonax jî, bê guman semyaneke siyasî p destkefteke girîng bû ji bo netewa me.

Em bi erkê siyasî, exlaqî û netewî ê hemû aliyan dizanin ku li ser vê rêbazê berdewam bin û tevî cudahiyên di navbera me de, ji bo berjewendiya netewî û pêşeroja netewa xwe berpirsyar bin. Bê guman riya serkeftinê, ji yekvrêzî û gotareke xurt û netewî re derbas dibe û divê di vê pêxemê de hemû alî, li gorî şiyan û derfetan, erkên xebatê bicî bikin. Divê hêz, şiyan û semyana şoreşgêriyê lihev girê bidin û xwe ji bo guhertinan amade bikin. Çawan jî be, êdî Îran û ev navçe, navenda wan guhertinan e ku nedihatin pêşbînîkirin. Lewma jî pêwîstiyeke dîrokî ye ku em bi dîtingeha nasnameya netewî û berjewendiyên netewî, rewşa niha û pêşerojê piştî guhertinan binirxînin û li dijî desthilata dagirkar derkevin.

Tevî ku sala derbasbûyî ji bo dujminê me sala şikest, têkçûn û sivikbûnê bû, ji bo neteweyên Îranê saleke bê destkeft nebû. Di vê rewşê de civaka Îranê û Rojhilat jî bi nîgeranî û tevî gelek pirsgirêkan diçin pêşwaziya sala nû. Zêdebarî vê, Newroz ji bo me tê wateya rabûn û rasaneke din. Herwisa hêmaya yekbûnê ye. Lewma jî em bi dilekî tijî hêvî, diçin pêşwaziya sala nû û qonaxa nû a xebatê. Di vê rêbazê de emê gavên xwe û rêzên xwe jî xurt bikin.

Em helkefta sersala nû, pîrozbahiyê li gelê Kurd li hemû beşan û bi taybet li xelkê Kurdistana Rojhilat û di serî de pîrozbahiyê li malbatên şehîdan, girtiyên siyasî û tevahiya endam, kadr û pêşmergeyên bajar û çiya dikin û bejna xwe li hemberî rêz û wefadariya wan ji bo şehîdan û rêbaza tijî serwerî a wan ditewînin. Di vê helkefta netewî de em careke din sozê didin ku heya dabînkirina armanca azadî û rizgariyê, roj û sal û derfetan bikin pêgeha hevxebatî û berxwedanê.

Newroz li we pîroz be.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê giştî

Mistefa Hicrî

Newroza 2720an a Kurdî