Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Pîranî

14:02 - 9 Hezîran 2013

Hevpeyvîn:Faxir Molûdî

Mistefa Pîranî kurê Mihemed Emîn, sala 1343’an (1964) li gundê Qozlû a ser bi navçeya hewşarê, di malbatek hejar de tê dinê. Mistefa weke tewahiya zarokên din temenê zarokatiya xwe derbaz dike heya dema xwendina wî digîje. Ew diçe xwendingehê û piştî tenê salekî, mixabin bi sedema mêrserdestiya ku di malbata wî de heye, rêya xwendinê ji aliyê Mihemed Emînê bavê wî tê girtin û Mistefa bi neçarî rû li şivan û gavaniyê dike û piştre heyamê du salan weke kedkar dice bajarê Tehranê.

Mistefa Pîranî derheq nasîn û tevlîbûna xwe bi PDKÎ re dibêje; “Di despêka sala 1358’an de min PDKÎ nas kir û di heyva Reşemeya sala 1361’an (1983) de tevlî refên kadr û pêşmergên partiyê bûm”.
Mistefa di doma gotinên xwe de dibêje; “Gellek sedem hebûn ku rêya tevlîbûna bi PDKÎ ji min re nîşan dan, bo mînak; Yekemîn ev bû ku armancên PDKÎ armancên xelkên Kurdistanê bûn, ya dûyemîn ew bû ku take partiya opozisyona Îranî bû ku li seranserê herêma Hewşarê binke û baregehên xwe ava kiribûn, ya sêhemîn jî ew bû ku hevalek devrana zarokatiya min di nava refên pêşmergên partiyê de şehîd ket û şehîdbûna wî pitir xwîna min bi coş anî ku bibim pêşmerge, û sedema çaremîn ew bû ku kakila Komara Îslamî bo min bêtir ji caran eşkere bû û min baştir nas kir ku rejîmek çiqas hov e”.

Mistefa Pîranî derheq rojên xweş û nexweş ê jiyana xwe dibêje; “Piraniya rojên jiyana pêşmergetiyê bi êş in, lê roja herî bi jan û nexweş roja şehîdketina Dr. Qasmlo û hevalên wî bû û tu caran ew roj li hizra min de der nakeve. Lê di hember wê de rojên xweş ên jiyana min jî kêm nînin. Bo mînak roja raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê di sala 1991’ê de rojek pir xweş bû bo min, herweha sala 1985’ê li Gewredê, Dr.Qasimlo civînek bo pêşmergên hêzêzn Seqiz, Hewşar û Dîwanderê pêk anî û di vê civînê de bû ku bo cara yekemîn min şehîd Qasimlo dît û ez pir dilxweş bûm ku min rêberê xwe ji nêzîk we dît, lê piştî vê du carên din jî min rêberê xwe dît.
Mistefa derheq jiyana xwe a hevpar dibêlje: “Min di payîza sala 1374’an de jiyana hevpar digel Ferîde Mihemedzade Pêk anî û berhema jiyana me jî kur û keçek e”.

Mistefa Pîranî dibêje: “Raste ku birayek min bi navê Mihemed Kerîm Pîranî di nava refên Kadr û pêşmergên PDKÎ şehîd ketiye û canê xwe pêşkêşî baregehên azadiyê kiriye û herweha min bi xwe jî pitir ji 30 sal temenê xwe gorî rêbaza şehîdên kurdistanê kiriye, lê jiber ku ez bi du armacek pîroz re hatime û daxwaza mafên xwe dikin, ez pir hêvîdarm bi pêşeroja gelê xwe û xatircem im ku emê serkevtinê bi dest bixin. Hekî em li şoreşên din ên cîhanê binêrin dibînin ku, ew jî her weke me xebat û berxwedana xwe domandine heya gehiştine serkevtinê.”

Birêz Pîranî di daviyê de rû li xelkê Kurdistanê dike û dibêje: “Herwek heya niha xelkê Kurdistanê selimandine ku berxwe didin û li pişta pêşmerge sekinîne û li hemû aliyan de li hemberî hikûmetên zal bi ser Kurdistanê bitaybet Komara Îslamî de disekinin û pîlanên wê pûç dikin, daxwaz dikim ku li ser vê berxwedana xwe berdewam bin, jiber ku armanca wan pîroz û rewa ye.