Mistefa Ozçelîk
21`ê Sibatê li cîhanê ji alîyê UNESCOyê ve wek ‘’roja zimanê zikmakî ya navneteweyî’’ hatîye qebûlkirin.
Dewleta Tirkîyeyê ev 99 sal e, li himberî miletê Kurd û li himber zimanê kurdî de, siyaseta asîmîlasyon, înkar, zilm, heqaret, ceza û qedexeyan dimeşîne. Di encama vê siyasetê de, nêvîya 25 milyon kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê dijîn, bi kurdî nizanin û mixabin, bes nîsbeyeke gelekî kêm ji kurdên ku bi kurdî (Kurmanci, Kirmancki/Zazaki) dizanin bi xwendin û nivîsandina bi kurdî dizanin.
Dewleta Tirkiyeyê di çerçoveya peywendîyên li gel Yekitîya Ewropayê de, di wan salên dawî de dest bi televîzyona TRT-KURDÎ kir, li 5 Unîversîteyan beşa ziman û çanda Kurdî vekir, li dibistanan de di pola 5,6,7,8ê de dersa bijarte ya kurdî destpê kir. Ev gav helbete ku ji bo zimanê kurdî baş in.Lê cîhê balê ye ku ev hersê pêngav jî, di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê û di tu qanûnên peywendîdar de nehatine bicih kirin. Bes bi biryarnameyekê hatine destpêkirin.
Di rewşeke weha de, mane û girîngiya ‘’roja zimanê zikmakî ya navneteweyî’’ zêdetir dibe.
Zimanê Kurdî jibo hebûn û jiyan û berdewamî û vejîna miletê Kurd heykelekî esasî ye, bingehê miletbûnê ye.
Ezmûnên hemû miletan îspat kirîye ku zimanê miletekî, herî baş, li ser axa welatê xwe û bi desthilatdarîya wî miletî dikare bijî, geş bibe û bibe zimanê hemû beşên jîyanê. Ji ber vê rastiyê jî, bi statûyeke siyasî ya ku miletê Kurd li ser axa welatê xwe bikaribe xwe îdare bike de, di welatekî azad de, zimanê kurdî herî baş dikare wek zimanê perwerdehiyê û zimanê jiyanê qîmeta xwe ya eslî bibîne.
Lê, heta ku welatê me azad bibe, heta ku miletê Kurd li ser axa welatê xwe statûyeke siyasî bidest bixe, ji îro ve, ji bo rêlibergirtina vê siyaseta asîmîlasyon û jenosaiyda li ser zimanê kurdî , gelek tiştên ku em dikarın bikin hene û divê em bikin jî..
Ji ber vê rastiyê, em dibêjin, werin em 21`ê Sibat a 2022`an ji bo zimanê kurdî bikin mîladekê, em ji bo zimanê kurdî rûpeleke nû vekin.
Em wek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurdan, wek kurdên ji hemû beşên civatê û ji hemû ol, mezheb û malbatên kurdan, divê em fêrbûn, axaftin, fêrkirin, lêxwedîderketina zimanê kurdî ji xwe re wek berpirsyarî û wezîfeyeke esasî qebûl bikin û di jiyanê de hemû pêwîstîyên wê bicih bînin.
Divê hemû partî, rêxistin û dezgehên Kurdî, Kurdistanî, ji bo endamên xwe yên Kurd ên ku bi kurdî nizanin kursan vekin an wan di kursên kurdî de bidin qeyd kirin da ku kurdî fêr bibin.
Li Bakurê Kurdistanê û li bajarên metrolên Tirkîyeyê, ji bo ku kursên zimanê kurdî bêne vekirin, ji bo pirtûkên fêrbûna bi kurdî belaş li malbatan bêne belav kirin; ji bo pirtûkên kurdî zêdetir bêne xwendin, ji bo zêdetir kes bikaribin li tîyatro û fîlmên bi kurdî temaşe bikin, ji bo muzîka kurdî, berhemên din yên hunerî yên hunermendên kurdan û hemû xebat û çalakiyên bi kurdî zêdetir bigihîjin civatê, ji bo zarokên biçûk ên kurd kurdî fêrbibin û biaxivin kilasên zarokan bêne vekirin, em xebat û kampanyayeke berfireh destpê bikin da ku, beledî, weqif, dezgehên sivîl û dezeghên meslekî û karsaz, alîkariyên aborî bikin, piştgiriya van xebatan bikin, ji bo pêkanîna van karan gavên piratîkî bavêjin.
Wek prensîp, di hemû beşên jiyanê de, bi kesekî ku bi kurdî dizane , em bi tu zimanekî din neaxivin.
Ji bo ku di Balafirgehên li Kurdistan û balafirên ku ji bo Kurdistanê seferê dikin de, anonsên bi kurdî jî bêne xwendin em divê xebateke berfireh bikin.
Divê em lêbixebitin ku, li hemû hotêl, restorant û kafeteryayên li Kurdistanê , tabelayên bi kurdî jî bêne darve kirin û menûyên wan bi tirkî û bi kurdî bin.
Hemû partî, tevger û rêxistinên Kurd, Kurdistanî, dezgehên sivîl û dezgehên meslekî, televîzyon, radyo, dezgehên ragehandinê yên li Kurdistanê bila wek pirensîpeke sereke, di hemû daxuyanî, çalakî, bername û weşanên xwe de herdu zaravayên kurdî (Kurmanci ve Kirmancki/Zazakî) jî esas bigirin, bikarbînin. Ji ber rastiya bi milyonan kurdên ku bi kurdî nizanin û ji ber ku em li welatê xwe li gel gelên din jî dijîn, helbet ku em dê zimanê tirkî jî bikarbînin.
Ji bo ku dewlet pirtûkên fêrbûna kurdî li hemû malbatên kurdan belav bike, em xebat û kampanyayeke berfireh destpê bikin.
Em bi hemû parlamenterên kurd yên li Parlamentoya Tirkiyeyê ne biaxivin, ji bo ku li Parlamentoya Tirkiyeyê zimanê kurdî wek ‘’Zimanê X, Zimanê ku kes nizane çi zimane’’ neyê qeyd kirin, ji bo ku gava parlamenterek bi kurdî diaxive mîkrofona wî neyê girtin, rê li ber axaftina wî neyê girtin, bila bi yekdengî daxwazekê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin. Ji bo hemû astengî û qedexeyên li ser zimanê kurdî hene rabin, bila hewl û xebateke berfireh li Parlamentoya Tirkîyeyê de destpê bikin.
Em li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê kampanyayeke berfirehtir û organîzetir ji bo bijartina dersa bijarte ya kurdî destpê bikin. Ji bo dersa bijarte ya kurdî ji dibistana zarokan a beriya pola yekem û heta dawîya temam kirina unîversîteyê hebe, em xebat û kampanyayeke berfireh destpê bikin.
Li Diasporayê, li welatên ku mafê dersa kurdî heye, ji bo ku malbatên kurdan zarokên xwe li dersa kurdî qeyd bikin, divê em kampanyayeke berfireh destpêbikin.
Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, mafekî gerdûnî ye. Di gelek peymanên navneteweyî yên ku Dewleta Tirkîyeyê jî îmze kiriye de, mafê perwerdehiya zikmakî hatiye erê kirin. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, bibe zimanê fermî em bi hemû hêza xwe seferber bibin. Ev maf divê di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên peywendîdar de bêne bicih kirin. Herweha ya herî baş ewe, ji bo ku em van mafên xwe bidest bixin, li gel xebatên me hemûyan yên pir alî, Baroyên li Kurdistanê ne, dikarin bi komîsyoneke taybet, li himberî Dewleta Tirkiyeyê û di qada navneteweyî de gavên yasayî û hiqûqî bavêjin.
Ji bo ku dewleta Tirkiyeyê bi awayekî fermî ‘’Dezgeha Zimanê Kurdî’’ damezrîne , em xebateke berfireh destpe bikin.
Werin em li Bakurê Kurdistanê MECLÎSA ZİMANÊ KURDÎ ava bikin. Ev meclîs dikare ji hemû dezgeh, rêxistin, komele, weqif, kovar, weşanxane, komîsyonên zimanê kurdî yên partiyên siyasî, ji Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baro û dezgehên meslekî û sivîl , ji zimanzan, ekonomîst, sosyolog, perwerdekar, nivîskar û hunermendên Kurd pêk bê. Ji bo MECLÎSA ZİMANÊ KURDÎ wek fermî jî, bê damezrandin, em serîlêdana yasayî jî bikin.
Ji bo ku kurdên Başûr û kurdên Bakur baştir hevdu fêhm bikin, ji hevdu haydar bibin, bila Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê, wek dersekê bi tîpên latînî kurdî fêrî dersxwanan bike.
Zimanê kurdî bi sedan salan rû bi rûyî neheqîyê bûye, zirareke mezin dîtîye, mexdûr bûye. Ji bo telafîkirina wan neheqî û zirar û mexdûriyetan, lêxwedîderketineke xurt ya bi destê dewletekê gelekî girîng e. Niha di vî warî de Herêma Federal ya Başurê Kurdistanê dikare roleke dîrokî bilihîze. Pêkhateyên MECLÎSA ZİMANÊ KURDÎ ji Parlamento, Serokatî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, bi Wezareta Perwerdehiyê û bi Wezareta Xwendina Bala re dikarin hevdîtinan pêk bînin da ku, li Başurê Kurdistanê WEZARETA ZIMANÊ KURDÎ bê damezrandin. Bila WEZARETA ZIMANÊ KURDÎ, ji bo xebat, lêkolîn, gramer,arşîv, fêrkirin, pêşdebirin û sîstematîze kirina hemû xebatên di derbarê zimanê kurdî yên li her çar perçeyên Kurdistanê û li diasporayê organîze bike, fînanse bike, bibe navendeke esasî ya zimanê kurdî.
Ji bo Neteweyên Yekbûyî û Yekitîya Ewropayê zimanê kurdî biparêzin,bi piştgiriya aborî û dîplomatîk li projeyên ji bo zimanê kurdî xwedî derkevin, li himberî qedexe û astengiyên li ber zimanê kurdî helwesteke zelal bigirin, divê di qada navneteweyî de, bi taybetî bi pêşkêşîya potansiyela diasporaya kurdan, em xebateke berfireh destpê bikin.
Ji bo nirxandin û bicih anîna wan fikir û pêşniyaran, em dibêjin, demldest MECLÎSA ZIMANÊ KURDÎ ava bikin û em bi hevre bi vê armancê nexşerê û bernameyeke xebatê tesbît bikin û gavan bavêjin.
Ji bo bidest xistina wan hemû maf, azadî û destkeftên ji bo zimanê kurdî, garantiya esasî, hêza girseyî ya miletê Kurd e, tifaqa miletê Kurd e. Eşkereye ku, ji bo pêşdeçûn û serkeftinê , divê hemû xebatên yasayî û demokratîk, li gel hişmendî û çalakiyên bêîtîatîya sivîl bêne meşandin.
21.02.2022
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine