Nûredîn Sofîzade
Herwekî hemî aliyek agehdar e, bi dirêjiya dîrokê xebata gelê me bona bidestveanîna mafê netewî û rizgariya axa Kurdistanê di bin destê hikûmetên dagîrkar de berdewam bûye, û di wê xebat û berxwedanê de jî xortên xwedî hest û bixîret ên Kurd weke şoreşvan her fidakariyek kirine û mirov dikare bi netirsî ve bêje ger ev şoreşvan nebana, egera jinavçûn û heliyana bi yekcarî ya netewa me bi du ve baba, herwekî em dizanin zaf netewe bi dirêjiya dîrokê ji nav çûne û nemane û heta navê wan jî nemaye.
Ku wisa ye gelê Kurd û Kurdistan minetdar û qerdarê xortên xwe yên şoreşvan e û bê guman hemî Kurdek gelek baş vê yekê dizane ku hekî fidakarî û ked û gernasiya şoreşvanên Kurd nebaya li hember êrîş û pîlan û siyaseta asmîlasona ku dijminan li ser gelê me bi rê ve birinî, renge qedera Kurdan jî wekî ya zaf netewên dinê baya.
Şoreşvanên Kurd ku sedema sereke ya man û mewcûdiyeta Kurd û Kurdistanê ne, tenê mirovên lêqewmî û qaçax û yaxî ji dest kêşên xwe yên şexsî nînin, belkî ew şoreşvan li pêxema bidestveanîna maf û azadiya neteweyekê de serî hildane.
Wan dest ji her xweşî û xev û xwarineke xweş û asûde û jiyana digel malbat û kesûkarê xwe kêşane, da ku netewa wan ji bin destiye xelas bibe, axa nîştmana wan ku Kurdistan e ji destê dagîrkeran rizgar bibe, wan sîngê xwe kirine mertala parastina Kurd û kurdistanê ku dijmin nekarin wan tune bikin.
Şoreşvanê Kurd amade ye ku riha xwe di wê rêkê de dabinê, dema ku xortek şoreşvan serî hilda û amade bû ku xwe bimire da ku netewa wî/wê nemire û mergê xwe pêş mergê gelê xwe dabinê, baştirîn nav ku pir wate ye û gorî hemî sifetên bilind û şoreşvaniya xortê Kurd e, navê “PÊŞMERGE” ye.
Renge di heyamê sedan salên borî de gelek kesan li hember zilm û zordariya ser xwe, serî hildabe û berxwedan û şer kiribe, ji aliyê xelkê ve renge navê cur bi cur li ser wan serîhildayiyan hatibe danîn, lê di xebata berheq a gelê me de û bi taybet li sed sala 20an de, digel bilindbûna asta hişyariya netewî û bihêzbûna nasyonalîzma Kurd bona çêkirina dewlet-netewe, û modernbûna xebatê û dema pirsa netewa Kurd bû pirsek siyasî, serhilderên Kurd jî êdî dibine serhilderên bi nûneratiya netewa Kurd.
Dema ku di sala 1945an de ji aliyê PDKÎ ve gorî derfeta hatî pêş li parek ji axa Kurdistanê de, Komarek û avakirina dewlet û deshilata Kurdî tête ragihandin, di wê demê de erkê parêzgarî ji wê destkevtê ku dikeve ser milê xortên welatparêz ên Kurd, her ew xortanene ku wê Artêşa nîştimanî rolê parastin ji Komara Kurdistanê dikêşne stuyê xwe, lewma mijara navlêkirina wan xortên parêzerên Kurd û Kurdistanê dikeve ber basa deshilatdarên Komarê, ku wê demê ye navê pir wate û pîroz ê “PÊŞMERGE” bo wan tête diyarîkirin.
Ger hekî em di salvegera diyarîkirina nevê Pêşmerge de, wê yad û bonê pîroz dikin û Pêşmerge bi bîr tînin, bi wê wateyê nîne ku tenê salê carekê pêşmerge tête bîra me û rêzê lê digrin, di rastî de em wê rojê an ku 26ê Sermawezê yadê wan kesan digrin û wan bibîr tînin ku navê Pêşmerge wekî yadigar û navek pirwate bo gelê Kurd piştî xwe bicî hêlane, hekî ne kîjan roj di salê de heye ku em şahidê berxwedanî û xweşmêrî û dastanrêsiya Pêşmerge nebin?
Kîşan roj û dem û demjimêr heye ku xwîna Pêşmerge bona parastina Kurd û Kurdistan, nerijyabe ser axa me?
Ku wisa ye hemî dem û gav û rojek, dema rêzgirtin ji pêşmerge ye û lewma ye ku her demê Pêşmerge sembola gelê xwe ye û navê pîroz ê Pêşmerge remza serbilindiya netewa Kurd e.
Ger mixabin temenê Komara Kurdistanê gelek nebû, lê heya îro rojê jî navê Pêşmerge, wekî yadigar û medaliya Komarê û dewleta Kurdî, ji aliyê xortên şoreşvan ên Kurd ve her hatiye rakirin û parastin û wekî pirwatetirîn nav bo xortên serhilder û şoreşvanê Kurd naha jî tête bikaranîn.
Gelek caran dijminan cehd kirine ku navê Pêşmerge xirab bikin, lê ew nave bal gelê Kurd îro rojê wekî pîroztirîn nav tête mêzekirin.
Navê Pêşmerge li hemî cîhanê deng vedaye, û pêşmerge wekî parêzerê mirovahiyê, parêzerê ax û gelê xwe, parêzerê keramet û serweriyê hatiye naskirin.
Kêm roj heye ku xortên egît û şoreşvanên Kurd bi şanazî ve li kincê pêşmerge de û bi navê Pêşmerge, tenê li pêxema parastina Kurd û Kurdistanê ber bi mirinê ve neçin.
Axa Kurdistanê bi xwîna sor a Pêşmerge hatiye xemilandin, Pêşmerge bi mergê xwe pêşî ji mergê gelê xwe girtiye, eva pêşmerge ye ku heya îro rojê nehêlaye dijminên Kurd û Kurdistanê bigîjne xewna xwe ya tunekirina Kurdan.
Dema em jî basê Pêşmerge dikin, wekî Kurd, wekî Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, wekî endam û pêşmergê PDKÎ ku avakerê Komara Kurdistanê û danerê navê Pîroz ê Pêşmerge li ser şoreşvanê Kurd, mirov çend qat zêdetir şanaziyê dike.
Pêşmergayetî erkek pîroz û netewî ye û berpirsayetiyeke mezin dêxe ser milê wan kes û şoreşvanan ku amade ne bibine “Pêş, Mergê” gelê xwe, hevdem Pêşmerge cem gelê xwe bûye remz û sembol û hezkirî.
Ger dizanim rojekê dê her bimrim, çima tenê bo xwe bimrim?
Çima bo neteweyekê nemrim?
Çima mezin nemrim û nebime keç û kurê milletê Kurd?
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine