Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî ya PDKÎ bi hilkefta 28emîm salvegera terora Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî daxuyaniyek belav kir

13:13 - 14 Îlon 2020

Navenda Siyasî ya PDKÎ bi hilkefta 28`emîn salvegera terora rêberê navdar ê Kurd Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî ji aliyê rejîma Îranê ve daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

Îsal bo 28emîn car bîr ji qurbaniyên terorîzma dewletî ya Komara Îslamî li “Berlîn”ê dikin. Li 17ê Septembera sala 1992 a zayînî, (26ê Xermqanan a sala 1371 a rojî), Sekreterê Giştî yê PDKÎ yê wî demî “Dr. Sadiq Şerefkendî”, û hebalên wî “Fetah Ebdulî” nûnerê PDKÎ li derveyî welat, “Homayûn Erdelan”,  nûnerê PDKÎ li Almaniya,” û “Nûrî Dêhkurdî”Çalakvanê Siyasî yê naskirî yê Opozîsiyona Îranê”, li restûrana Mîkonosê li bajarê Berlîna Almaniyayê, ketine ber êrîşa terorîstên Komara Îslamî û hatine şehîdkirin.

Dr. Şerefkendî bi armanca beşdarîkirin li 19emîn Kongereya Înternasyonal Sosyalîst (15-170 September 1992), serdana welatê Almaniya kiribû û piştî Kongereyê, bi armanca hevdêtin û gengeşekirin digel hejmarek ji kesayetiyên Opozîsiyona Îranê, di restûrana Mîkonosê de kom dibin. Di wê demê de, tîmeke terorîstên Komara Îslamî diçine jor û gulleyan li ser wan direşînin û wan şehîd dikin.

Rejîma Îranê di destpêkê de gelek hewl da ku rêgirî ji lidarxistina dadgehê bona dadgehîkirina terorîstan bike.

Lê xwest û îradeya dadstan û dadwerên Almanî bona parastina serbixweyiya Dezgeha Dadê ya welatê xwe, bi ser bandor û gefên Komara Îslamî ku bi armanca ji rêderxistina meşa dadgehê bû, ser ket.

Dadgeha Berlînê ku bi dadgeha “Mîkonos”ê hatiye naskirin, di 28ê Octobera 1993an de, dest bikar bû û di 10ê April a sala 1997an, (21ê Xakelêwe a sala 1367an a Rojî) de, hukma xwe derheq terora Berlînê ragihand.

Li hukmê dadgeha “Mîkonos”ê de bi rohnî û eşkere, rêberên Komara Îslamî di bilintirîn astê de an ku rêberê rejîmê Elî Xamineyî, Serkomarê wî demî yê rejîmê Haşimî Refsencanî û Wezîrên Derve û Îtila`ata dewleta Refsencanî, Elîekber Wilayetî û Elî Felahiyan û herwisa fermandeyê berê yê Spaha Pasdaran a Komara Îslamî Muhsên Rezayî, bi darêtina pilan û birêvebirina terora Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî dane nasandin û terorîst bi hepsê hatine mehkûmkirin.  

Girîngiya dîrokî ya dadgeha Mîkonosê di vê de bû ku piştî 10an cinayetan, bo yekem car teroreke rejîma Îranê di derveyê welat de, di dadgehekî serbixwe û xwediyê deshilatê de hate eşkerekirin û terorîzma dewletî ya Komara Îslamî hate rawestan û ew hukma bû bi sebebê rezîlilbûna nîzama “Wilayet a Feqîh”.

Eşkere bû ku Komara Îslamî ji teror û terorîzmê wekî emrazekî bona gehiştin bi armancên siyasiyên xwe  mifahê jê verdigre.

Di bersiva wê pirsyarê de ku bo çî Komara Îslamî Dr. Sadiq Şerefkendî teror kir, dibe îşare bi zaf hegeran bikin, lê di nav wan de 2 hegerên bingehîn hebûn.

Yekem: Dema di 13ê “July”a sala 1989an de Komara Îslamî rêberê navdar ê Kurd Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” di bajarê Vîyen a paytexta Otrîşê de teror kir, hêvîdar bûn ku piştî wî rêberê mezin, dê PDKÎ jî bêxe qedeman û tevgera Rojhilatê Kurdistanê dê rastî şikestê bê û ti hereketek di Kurdistanê de bi dijî rejîmê namînin.

 Piştî “Dr. Qasimlo”, rêveberiya PDKÎ ji aliyê Dr. “Sadiq Şerefkendî” ve hate kirin û PDKÎ bi rêberatiya “Şerefkendî”yê jêhatî û bi şiyan û xwediyê îradeyekî polayî û bihêz, bi şanekî bilind ve alaya xebata PDKÎ bilind ragirt û rêbaza “Qasimloyê Rêber” bi awayekî serkevtî domand.

“Şerefkendî” yê Sembola xweragirî, xevnên Komara Îslamî aloz kir û nehêla armancên dujmin bigihîne encamê. Lewma rejîmê kîn ji wî hebû û kete darêtina pîlanan ku wî rêberê zana û bi şiyan teror bike.

Hegera Duyem a serekî, vedigere bo dewra yeklakirî ya PDKÎ di tevgera Rojhilatê Kurdistanê de.

Komara Îslamî li destpêka şoreşa gelan di Îranê de, dizanî ku xebata Netewî-Demokratîk a xelkê Kurdistanê bo rizgariya netewî, sêkolarîzm, demokrasî û dabînkirina mafên vekhev bo mêr û jin û…hwd, digel felsefe û surûşt û binyatên sîstema “Wilateta Feqîh” hev nagirin û dijî hev in, û PDKÎ di berfirehtirkirin û girîngêdan bi wê hizir û bawerê û nirxên pêşketinxwazî di tevgera Kurdistanê de, rola yekem û bingehîn hebû, lewma Komara Îslamî di wê demê de ku desthilat girte destê xwe heta îro, PDKÎ bûye armanca bingehîn û xuya ya siyasetên serkut, teror û tundûtîjiyên rejîma Îranê.

Bê şik, bi şehîdkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî”, PDKÎ rêberekî bi şiyan û jêhatî yê xwe ji dest da û tevgera Rojhilatê Kurdistanê xisareke giran pêket. Lê PDKÎ ya devrandîtî li agirê xebat û amade bo fîdakarî û qurbanîdan li pêxema azadiyê de, wê carê jî neşikest û xortên Şerefkendî bi serbilindî ve, ew birîn jî rakirin û rêbaza rêberên şehîd domandin û niha jî PDKÎ bi micidî ve têkoşan û xebata xwe berdewam dike.

Bi çavxişandineke lezgîn bi rewşa îro ya Îranê, em dibînin ku di heyamê wê yek sala derbasbûyê de, krîzên hemûalî û bêmînak yên rejîma Îranê, li hundirê welat û li ser asta navnetewî de, nek kêm nebûne, belkî bi berdewamî zêdetir dibin.

Roj bi roj eşkere dibe ku rejîma narewa û dîktaror a Îslamî, di nav dizî û gendeliyan de xendiqiye û ji çareserkirina pirsgirêk û krîzan de parema ye û heta şiyana birêveberiya çareserkirina biçûktirîn pirsgirêkên welat jî tine û nekariye bersiva seretayîtirîn hewceyî û daxwazên xelkê bêzarbûyî bide.

Hikûmeta Îranê hewlê dide ku neşiyan û paremayiya xwe ji çareserkirina pirsgirêkan û krîzên welat, biavêje stuyê dorpêçên navnetewî. Bê şik dorpêçên aborî jiyana xelkê hejar û destkurtan dijwartir kiriye, lê tev gelên Îranê dizanin ku sebeba bingehîn ya sepandina wan dorpêçan, siyast û kiryarên rejîma Îranê bi xwe ne. Silogana xwenîşanderên Îranê ya “dujminê me wira ye, derevan dikin ku Amerêka ye”, rohntirîn belge ye ku xelkê Îranê, rejîma Îranê bi çavkaniya tengasiyan û belayên li ser xwe dizanin.

Ma piştî lihevhatina “Bercam”ê beşeke berçav ya dorpêçan hilnegrtin û nêzî 150 milyar dolar pere nekete destê rêberên rejîmê? Hikûmet bi cihê vê ku bona geşeya aboriya îflaskirî ya welat û bona kêmkirina bêkarî, hejarî û pêragihîştin bi jiyana taqetbirî a xelkê bikar bîne, beşek ji wî pareyî ji aliyê berpirsên rejîmê ve hate dizîn û beşa din bona piştevanîkirin ji terorîzma navdewletî û girîngîdan bi terorîzm û nearamîxistin di nav welatên devere de hate bikaranîn.

Komara Îslamî wekî hikûmeteke Îdolojîk û naberpirs, amade ye di pêxema parastina rejîma xwe de, Îran û deverê kavil bike.

Komara Îslamî rewatiya xwe ji dest daye û ketiye hewlên bê encam û gihîştiye binbestê û tevî çewtekariyên berdewam, bê şikestin nîne. Wekî tev rejîmên zilmkar, penahê bo tundûtîjî û serkuta zêdetir ya çalakvanên siyasî-medenî û azardana xelkê nerazî dibe, lê ew kiryara hikûmetê nek nîşana bidesthalatbûn û zalbûn li ser rewşê de nîne, belkî nîşanderê bizdiyan û nemana bawerî bixwebûn e.

Di vê derheqê de, em Kurd dikarin bi vekhevî û yekgirtiya hizb û rêkxistinan û bi piştevaniya xelkê Kurdistanê di hember pîlanên Komara Îslamî de rawestin û wisa bikin ku dujmin rastî paşekêşiyê bê, û bidestveanîna mafên xwe, riha paqij a şehîdên “Mîkonos”ê û bi 10an hezar şehîdên din yên gelê xwe şa bikin.

Hewce ye dubare bikin ku PDKÎ li pêxema bidestveanîna yekîtî û hevgirtina refên nava tevgerê, ji ti hewlekê xwe naparêze.

Bilind û pîroz be bîr û yada rêberê me yê egîd, Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî, Fetah Ebdulî, Homayûn Erdelan û Nûrî Dêhkurdî

Silav li ser riha paqij a şehîdên PDKÎ û tev şehîdên doza rizgariya Kurdistanê

Berdewam be xebata PDKÎ li pêxema azadî û bexteweriyê

Qahîmtir û hevgirtîtir be xebata hevpar a hêzên nava tevgera Rojhilatê Kurdistanê li pêxema bidestveanîna armancên netewî û demokratîkên gelê me

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî

Xermanan 1399an a Rojî

 Îlona 2020an