andina penbo bi sedema guhnedana berpirsan û piştevanînekirina berpirsên pêwendîdar li werzêran û dabînnekirina hewcehiyên wan, bûye sedem ku bi kêmî bê çandin.
Kompaniyên rêsandinê bo berhemîna benik û têl hewcehî bi penbo hene lê ew berhema werzêrî bi qasek nehatiye çandin ku wan hewcehiyan dabîn bike û berpirsên rejîma Îranê ti girîngiyek bi çandina penbo nedane û bo dabînkirina hewcehiya navxweyê Îranê neçar in ji derve penbo bikirin.
Penbo bo berhemanîna benik, têl, kinc û hewcehiyên tendirustiyê tê bikaranîn lê rejîma Îranê ti pêngavek bo çareserkirina pirsgirêkên çandin û berhemanîna penbo hilnegirtiye.
Berê di devera Mako û Xoyê de li parêzgeha Urmiyê, çandina penbo bi awayekî berfireh dihate kirin lê bi sedema xemsariyê û piştevanînekirina berpirsan ew berhem êdî nehate çandin û di destpêka dehikên 90an de bas ji çandina dubare ya penbo di wan deveran de hate kirin lê ti pêngavek nehate hilgirtin.
Kompaniyên rêsandin û herwisa kompaniyên kincan neçar in penboya hewce bo berhemanînê ji derveyî Îranê bikirin û niha bi sedema bilindbûna nirxa hewcehiyan û alavên hewce yên wan kompaniyan û herwisa nebûna penboya hewce, %60 kompaniyên rêsandinê hatine dayxistin û kedkarên wan kompaniyan bêkar mane.