Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşeroja bê derbasbûyî

13:19 - 6 Hezîran 2022

Kerîm Perwîzî

Zêdetir ji her sal û mehekê pêştir, herifîn li ber çavê rejîma Xumeyî û Xamineyî ye û Xamineyî yê cihgir li salvegera mirina celadê rûreş ê dîrokî de, li cihê gefên hertimî ên xwe, behsa bi kirêgirtiyên xelkê Îranê û herwisa tirsa xwe û hevkarên xwe ji herifîna rejîma xwe kir. Xamineyî bi awayê lal û pirte pirt got ku rejîma wî tê herifandin û wekî çawa li Feransayê piştî şoreşa rejîma berê hate serkar, dûbare li Îranê jî ew nigeraniye heye!

Ji wê demê ve ku di Pûşpera 78ê de, Xamineyî di hember xebata xwendekaran de kevtibû recifandinê û giriya û got, ger wêneyên wî jî bidirînin çi ji wan re nebêjin, eva jî carek din e ku Xamineyî li hember xwenîşandana xelkê kevtiye recifandinê. Lê wê carê belkî derfet nebe rejîma xwe rizgar bike, çimkî durûyên wek çaksaziya wê demê nînin da ku hevkariya wî bikin ku nizama wî bê parastin!

Di nav keşa siyasî ya dijberên rejîma Tehranê de, behsek zaf tê kirin ku çi bê kirin da ku xwenîşandan xelkê bê rêkxistinkirin û xebata seranserî û hevahengî bi rê ve here. Cardin pirsiyara kevn serî hildaye ku çawa û kê dibe alternatîvek bo rejîma Komara Îslamî?

Rohn û eşkere ye ku gotarek dikare bibe alternatîv ku piraniya civatgehê li xwe bigire û di rewşa niha de civatgeha çendrengî û zêdenetewî di nav cugrafiyaya Îranê de hewcehî bi pilatformekê heye ku hem qatên cuda û daxwazên wan bibîne û hem zêdenetewiya civatgehê û hem derbasbûn ji rewşa desthilata olî û îdolojîkî.

Lê hin deng di wê navberê de têne belavkirin ku di rewşa niha de ku xelk dijawriyan dibînin û xwenîşandana cemawerî bi rê ve ye, bila em zêde li ser wan tiştan hûr nebin û zêde rûpelên berê hil nedin. Tenê çavê me ji paşerojê be!

Ew silogana ku paşerojê tîne ber çavê me, hindekê dicirûske û ciwan tê berçavê me, lê ger tenê çavê me ji paşerojê be, ev pirsiyare tê afirandin ku kîjan paşeroj? Paşeroj çawa ye? Gelo tenê bi vê ku di paşerojê de êdî  Xamineyî nîne, bes e bo vê ku bîr ji çi nekin? Ji van hemûyan girîngtir, ev pirsiyare ku me wekî tev civatgeha Îranê li kuderê şaşitî kiriye ku em wiha gihane bi vir? Ew derbasbûya ku me hebû çawa û bi çi şêweyekê me avedan kir, wiha Xumeynî û Xamineyî bûn bi celadê xwînmij bi ser me de û niha jî digel be, em bi destê êşa hebûna wa dirindane dinalin?

Renge li cîhana helbestvanî û yan dewreyên taybetî bi psîkolojîk bo çêkirina nexweşiyên derûnî, behskirin li ser siloganek wiha ku tenê çavê me ji paşerojê be, ciwan be. Lê di jiyana netewan û civatgeha zêdeneteweyiya Îranê de ku li dijî herifîna Şah şoreş kirin, lê tenê çavê wan ji herifîna Şah bû, wan nedizanî ku çima Xumeynî hatiye ser kar, ew silogane gelek bi awayê xelitandî ye û metirsiya qirkirinek din li pey tê.

Her kes û her neteweyek û her civatgehek zêdenetewî wekî Îran, ger tenê çavê wê ji paşerojê be, bi alxahînî ve derbasbûyiya xwe ji paşerojê de dûbare dike!