Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşketkirina Uraniyomê ji aliyê Îranê ve nigeraniya Ewropa û Amerîkayê li pey xwe anî

12:04 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2022

Cihgira Sekreterê Giştî yê Saziya Neteweyên Yekbûyî di karûbar siyasî û aşitiyê de nigeraniya xwe ji dûrketina Îranê ji rêkevtina Bercamê, sînordarkirina Ajansê ji bo çavdêrîkirin li ser binkeyên navikî yên Îranê û paşketkirina Uraniyomê li vî welatî nîşan da.

Cihira Sekreterê Giştî yê Saziya Neteweyên Yekbûyî di karûbar siyasî û aşitiyê de, “Rozmarî Dîkarlo”, li civîneke rojnamevaniyê de daye zanîn: “Ajansa Navneteweyî ya Wizeya Navikî ji bo piştrastkirin û şopandina bernameya navikiya rejîma Îranê, bi sedema pabendnebûna Îranê bi erkên xwe yên navikî û destpêranegihîştina Ajansê bi kamerayan û paşketkrina Uraniyomê ji aliyê rejîmê ve, bi tundî nigeran bûye.”

Ji aliyek din ve Ajansa Nûçegihaniya “Reuters”ê di raportekê de ji zarê berpirsekî rejîma Îslamî ya Îranê derheq helwesta Tehranê di danûstandinên navikî de nivîsî, ku Tehran ji bo gihîştin bi rêkevtinê bi lez nîne.”

Wî karbidestê rejîma Îranê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, ji “Reuters”ê re gotiye: Dem bi qazancê Komara Îslamî derbas dibe.”

Her li ser vê mijarê, “Henrî Kîsîncêr” Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê yê li dema Serkomariya “Rîçard Nîkson” daye zanîn, vegera welatê Amerîkayê bo rêkevtinama navikî ya bi Îranê re metirsîdar e.”

Navbirî diyarî kiriye ku “pirsgirêka danûstandinên navikî ya niha eva ye ku vegeriyan bi rêkkevtinek ku ji destpêkê ve tevaw nebûye pir metirsîdar e.”

Heta niha çendîn caran li Viyenê di navbera Îran û welatên Rojavayî de danûstandin hatiye kirin, lê ti encamek erênî tinebûye, û dawî danûstandin jî  çend roj berî niha ya nerastevxwe ya Amerîka û Îranê li Doheya Qeterê bû ku çi encamek nebû.