Nûredîn Sofîzade
Bi berçavgirtina rewşa Îranê bi giştî li warê siyasî, civakî, aborî, ewlehî û navnetewî ve, gelek bi zelalî xuya ye ku emrê rejîma dijî mirov ya Îslamî êdî dawî pêhatiye û roj bi roj zêdetir ev rejîm ji sernixûniyê nêzîk dibe.
Opozisyona wê rejîmê jî û bi taybetî ew alî û hêzên ku xwe seranserî dizanin, wê Seltenet teleban, Komarîxwazan, Komonîstan, Sikolaran, Demokratan, Mocahidîn û yên din, heçî kîjan ji wan bi awayekê xwe altirnatîva piştî herifîna rejîma Melayên deshilatdar dizanin, bi bê vê ku çi bername û pilatformek bo şêwaza sîstema hikûmeta dahatî re hebin.
Ewa ku bal hemî wan hêz û aliyên opozisyona bi nav seranserî girîng û hemî digel hev bawerin, ew xalanene ku herdu rejîmên dîktator yên weke, Paşayetî û Îslamî jî li ser hemen bawer û sîstemê bûn ku ev jî, parastina tevahiya erdê Îranê û înkara hebûna çendîn neteweyên wekî Kurd, Belûç, Ereb, Azerî, Tirkemen û berçav negirtina mafên herî destpêkî yê wan netewane ye.
Wan hêz û aliyên opozisyona seranserî ku hinek ji wan xwe demokrat û sikolar dizanin û basê rêz girtin ji deng û raya xelkê dikin, niha jî amade ninin ku basê hebûna çend netewîbûna Îranê bikin û hin ji wan û bi taybetî kurê Şahê dîktator ku piştî 43 salan niha jî wekî Bavê xwe difikre, ew netewe bi êl û eşîr û tayfe û xêl dibîne û dizane.
Îca virde biryar ewe, erê gelo di demekê de ku opozisyona seranseriye ku renge tenê di nava netewa Fars de ku kêmaniyekî herî kêmê, amade nine îtiraf bi hebûna neteweyên xeyrî fars û mafê wan bike, ew netewên bê maf û part û aliyên siyasiye xebatkarên wan, divê çi bername û pilatformek bo Îrana piştî rejîma Îslamî û bidestve anîna mafê neteweyî ye xwe hene?
Bê guman nêzî %70 heşîmeta îro ku di nava cografiya Îranê de dijîn, neteweyên bindest û bê maf yên weke Kurd, Belûç, Ereb, Tirkemen û Azerî ne.
Wan neteweyan derbasbûiyekî pir xebat li pêxema bidest ve anîna mafê xwe hene û heçî kîjan ji wan xwediyê dîrokekî dûr û dirêj a xebatê ne û di vê riyê de jî gelek nirx dane û niha jî xwediyê part û hêzên pêşeng ên siyasî ne.
Lewma hekî wan neteweyan û partiyên wan bername û pilatformekî darêtî û yekgirtî bona bidestve anîna mafê xwe hebin û di nav xwe de yekgirtî bin, bê guman ewa opozisyona seranserî û temamiyet xwaze ku dibe bê û deryê wan bikute û hinekê jî mineta wan bikêşe ku li gel xwe bêxin û piştevaniyê jê bikin.
Lê, hekî perşûbelavî di nav hêzên siyasî yên wan neteweyan de hebe û hemî nekarin bi yêk dengî bernama xwe rabigehînin, tu kes hesabê li ser wan naket û mixabin wekî çendîn carên derbas bûyî di dîrokê de, wê carê jî dê serê wan bê kum bimîne.
Şert û mercên sereke jî bona wê yekê dikarin ev çend xalên han bin.
1 – Divê wan neteweyan gelaleyekî darêtî û amade hebin ku, bikarin digel opozisyona seranserî li ser nîqaş û gengeşê bikin.
2 – Divê gelaleya duyem hebe ku hekî li ser gelaleya yekem negihîştine encamekê, bikarin pilatforma duyem danêne ser mîz.
3 – Divê gelek bi rohnî li ser mafê çarenivîsa wan neteweyan gorî şert û mercên weke mafê serxwebûnê, Konfedralîzm, Fedralîzm, Xudmuxtarî û ûtonomiyê biaxivin.
4 – ji bilî opozisyona seranserî, gelek bi cî û hewce ye ew neteweyan basê maf û daxwazên xwe û rewşa pêkhata Îranê, li dîplomasiyeke yek gotarî de ku qisa her hemiyan be, bigehînine guhê welatên biqawete cîhane û bê guma tu opozisyoneke seranserî bi bê piştevaniya yek yan çend welatên mezin, nikare herwisa xwe altirnatîva piştî sernixûniya rejîma Îslamî bizane û bikare bê li ser kar.
5 – Wan neteweyên bê maf û xeyrî Fars aliyê kêm saziyek hene bi navê Kongireya Neteweyên Îrana Fedral, Di rewşa niha ya Îranê de ku hemî rojê xwenîşandan û nerizayetî hene û tepeseriya herî tunde ji aliyê rejîmê ve jî ku li ser neteweyên bindest bi rê ve diçe, aliyê kêm hekî rûyê qisa wan li seranserî Îranê jî nebe, xu dikarin li ser her tiştekî helwêst û peyama xwe hebin û rolê rêberî û hewahengiya di nav wan neteweyan de bilîzin.
6 – Xala herî girîng û balkêş ewaye ku heçî kîjan ji wan neteweyan xwediyê çendîn hêz û sazî û partiyên xebatkarin, raste renge hinek hizb li sîstem û siyaset û taktîka xwe de di gel hev cudahî hebin, niha dema hindê ye ku yekitî û yekgirtinê di nav malên xwe de çêbikin û aliyê kêm stratîjiya wan ya xebatê û xala wan ya hevbeş bila hevxebatî be li ser mesela mafê netewî.
Ez baverim ger ew xalane ji aliyê wan neteweyan û bi taybetî ku çavê wan neteweyan ji dest û peyama part û aliyên siyasiye xebatkare wan netewane ye, bêne berçav girtin, ne tenê di Îrana piştî rejîma wilayeta Feqîh de ew netewane dê bigîjne maf û azadiyên netewî ye xwe îca li her şikl û sîstemekê de be, belkî dê wan netewane rolekî sereke hebin li sergêrî û birêve beriya seranserî Îranê de û êdî niha pêde tu dîktatorek nikare xwe bisepîne û wan netewan nebîne.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine