Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêngavek bona hevahengbûn û hevterîbtirkirina neteweyên Îranê

16:35 - 1 Nîsan 2013

Li 20’ê Şibata sala 2005’an de PDK Îranê li pêngavek dîrokî de bo yekem car li dîroka tevgera rizgarîxwazane a Îranê de piştî hewil û tekoşîneke berfireh û bê rawestiyan bi beşdarî û amadebûna komek kesayetî û rêkxirawên azadîxwaz ên ser bi neteweyên Îranê, pêkanîna kongireya neteweyên Îrana federal ragehand.
Bi berçavgirtina vê rastiyê ku pêkhateya Îranê ji şeş neteweyên sereke wate Fars, Kurd, Turkemen, Azerî, Ereb û Belûçan pêk hatiye, û neteweyên bindest ên Îranê nêzîk bi nîva nifûsa vî welatî pêk tînin, mixabin siyaseta hikumetên Îranê çi li serdemê Pehlewî û çi jî li serdemê Komara Îslamî de li hemberî neteweyan, siyaseta yekdest kirin, û helandina ferhengî û têkdana nifûsa herêmên akincîbûna neteweyên din bi qazancê neteweya serdest bûye.
Kongireya neteweyên Îrana Federal wek nawenda bihêz ya komkirina hêz û rêkxirawên çalak û demokratîk di heyamê çend salên borî de, hewil û tekoşîneke bê rawestiyan bo nasandina rastiya civaka Îran, û çend netewî bûna vê civakê daye û karî ye ku rûçikê kirêt yê komara sêdare û siyaseta serkût û asîmîlekirina neteweyên Îranê ji aliyê vê rejîmê ve bo raya giştî eşkere bike, û di hemen dem de bibe navika yekrêzî û hevahengbûna neteweyên Îranê.

Bê guman ew hevpeymaniya sitratejîk û yekgirtina di navbera neteweyan de, bandorek erênî û berçav li ser pêvajoya niha û pêşerojê a xebat ji bo bidestveanîna azadî û demokrasiyê, û dadperwerî û mafê wekhev bo tewaya neteweyên Îranê dibe.

Berevajiyê dujminên azadî û yekbûna neteweyên Îranê ku propagendeyên nerast û bervajî bi dijî vê kongireyê rê dixin, ew kongireya ne tenê her bo dijayetiya bi neteweya Fars re pêk nehatiye, belkû rêkxiraweke berevankar ya mafê Farsan e jî, û bo îraneke demokratîk û federal bi tewaya neteweyên wê ve ku yek ji wan neteweya Fars e xebatê dike.
Avakirina kongireyek weha altirnatîvek îdeal û bihêz e bo bidestveanîna mafên wekhev di navbera tewaya neteweyên pêkînerê welat û cihgirkirina demokrasî û retkirina her cure kulturekê bo asîmîlekirina netweyan û siyaseta bingehxwazî û yeknetewebûn û yek dewletbûn li Îrana çend netewe û çend kultur de.

Bi baldan bi derbazbûyiya siyasî a Îranê li serdemê hevçerx de ku tu demekê mafê neteweyan têde berçav nehatiye girtin, hebûna sîstema federalî ya netewî -coxrafî sîstema herî baş e bona pêkanîna yeksanî û gihîştina bi mafên netewî û mafê diyarî kirina çarenûsê di Îranê de.

Lewera hewce ye ku tewaya azadîxwazên welatê me û tekoşerên warê mafê netewî tevî hewildan bo bihêzkirina kongireya neteweyên Îrana federal û zêdetir nasandina rastiya civaka Îranê wek welateke çend netewe bo raya giştî, hewce ye ku pêdagirî li ser mafê xwebirêvberiya neteweyan li çarçoveya Îraneke azad û demokratîk û federal de bike.