Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi hilkefta 10`ê Xakelêwe

19:37 - 30 Adar 2020

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi hilkefta 10`ê Xakelêwe, salvegera şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, peyamek belavkirin.

Deqa peyamê wiha ye:

Hemû xelkê Kurdistan!

Azadîxwaz û welatperwerên Kurd!

73 sal beriya niha, di sibêzûya roja 10`ê Xakelêwe a sala 1326 a Rojî de, rêberê Partiya Demokrat a Kurdistan, Serkomar û avakerê Komara Kurdistanê wekî yekemîn kiyana siyasî ya Kurd, “Pêşewa Qazî Mihemed” digel Wezîrê Berevanî yê Komara Kurdistanê, General “Mihemd Sêyf Qazî”, Nûnerê xelkê Mihabadê di Parlemana Îranê de, “Ebulqasimê Sedir Qazî”, di meydana “Çarçira” a bajarê Mihabadê de, ji aliyê celadên rejîma Pehlewî ve bi sêdarê dan û berdewamiya rêbazê bona gihîştin bi armancên bilind yên Komara Kurdistanê bi xortên netewa xwe spartin.

Biryara îdamkirina “Pêşewa Qazî Mihemed”, berê û di encama dadgehîkirina nedadperwerane ji aliyê dadgeha leşkerî a rejîma dîktator a Pehlewî ve, li 3`ê Rêbendan a sala 1325`an hatibû dan.

“Pêşewa Qazî Mihemed” wek kesekî afirankarê dîrokê û kesayetiyeke bi bîr û bawer bo armancên pîroz yên rizgariya netewî, roleke girîng di dariştina binyata nasnameya netewî a modern a Kurd û kanalîzekirina seha welatperweriya xelkê Kurdistanê bona gihîştin bi armanca avakirina kiyaneke serbixwe a Kurdî hebû.

Di qonaxa hestiyar a dawiya salên şerên cîhanî yê 2`an de ku bi hatina hêzên hevpeyman bo başûr û bakurê Îranê, valatiya hêz û lihevhatina hizra netewexwazî di devera Mukriyanê de pêk hatibû, rêkxistin û livehanîna qatên cuda yên civaka Kurdistanê û avakirina yekîtî û hevxebatî digel netewên ciran yên Kurd bo bidestveanîna armanca rizgariya neteweya Kurd, hewcehî û erkeke dîrokî bû ku “Qazî mihemed” wekî kesayetiyeke jêhatî û rêberekî cangorî û xwedî pêgeh di nav civakê de, karî wê erkê bi serketinê cî bi cî bike.

Rola wî di rêberîkirina Komar û hewldan bona rêkxistinkirin destketên zêdetir bo netewa xwe û herwisa pêbendbûn bi soza xwe ku di dema sundxwarina Serkomariya xwe de bi gel û welatê xwe dabû, Qazî Mihemed di dîroka Kurdan de kire stêrkekî pir rûnahî ku li hemû şoreşên piştî xwe di 4 aliyên Kurdistanê de îlham jê wergirtine.

Berevaniya xweşmêrane ji mafê rewa yê netewa xwe di dema dadgehîkirina wî de, yeyek ji rûnaktirîn rûpelên dîroka hevçerx a Kurd e, bi awayekî ku derfeta bergirî ji xwe dike, belgenameyeke fermî û manîfêsteke şoreşvane bona bergirî ji mafên rewa yên netewa xwe û îsbatkirina rewatiya armancên Komarê. Lewma bi gotina yek ji efserên payebilind yê rejîma Pehlewî jî, ew Qazî Mihemed bû ku destihilata dagtîrker dadgehî dikir.

Pêşewa di dema dadgehîkirinê de heya yek pêngav jî ji bawera netewiya xwe paşwe naçe û dema ku beşdariyên Kurdên aliyên din yên Kurdistanê di Komarê de wekî yek ji tohmetan li ser Pêşewa bas dikin, Pêşewa bi eşkere dibêje, ku ew di wir de bihanî nînin û Kurdistan axa hemû Kurdan e, dema ku dadwer jê dipirse sozê didî ku gotinên te bo dadgehê rast bin? Bersiva Pêşewa Qazî eve ye ku: “Hekî di gotinên min yên berevanîkirinê de ez bi corekê axivîbim ku bi keyfa we be, bizanin ku di wir de min rast negotiye”. Bi wî awayî axivtina netirsane û meznahiya xweşmêrîya Pêşewa di ber darê sêdarê de rênîşander û nîşandekeke heta hetayî bo xortên netewa Kurd û heya hemû mirovên şoreşvan û xwedî helwest di gişt cih û demekê de ye. Pêşewa di jiyana siyasiya xwe de tim cihê hitbar û baweriya hemû tex û qatên civaka Kurdistanê bû û xwe bo parastina mafên wan û rêzgirtin ji tolêrans û bi hev re jiyana aştiyane di navbera wan de paybend dizanî, lewma piştre jî ku di wesiyetnameya xwe de bi awayekî taybet pêdagirî li ser wekheviya gelê Kurd û dûrxistin ji dijatiyên di navbera kesan û pêkhatên civaka Kurdistanê de dikir û wekhevî û yekhelwestî bi kilîta serketin û gihîştin bi armancên rewa yên gelê Kurd dizanî.

Lisêdaredana wî rêberê mezin yê dîroka Kurd, hewleke serneketî a faşîzma dagîrkerê li ser welatê me bo şikestina tevgerqa rewaya Kurd û jinavbirina waneya xweragirî û hizra netewa wî bû, lê nek her serneket, belkî wekî Pêşewa ku di bêdadgeha Pehlewî de jî îşare pê kiribû, ji her dilopeke xwîna wî, bi hezaran Qazî Mihemed serî hildan û bi dirêjahiya 7 dehikên derbasbûyî, waneyên wî yên nasnamexwazî û cangorîkirin û xebata tekûşerên Kurd di 4 aliyên Kurdistanê de û hemû aliyên siyasî yên xebatkarên tevgera Kurd de bûne û xevna jinavçûna Kurd û Kurdistanê bo dagîrkeran têk daye.

Di 73`emîn salvegera şehyîdkirina wî rêberê mezin yê Kurd de, Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê tevî pêdegirî li ser wekhevî û hevxebatiyê di pêxem bidestveanîna armancên Pêşewa û hemû şehîdên rêya rizgarî û dadperweriyê de, silav dişîne bo canê paqij ê hemû xebatkarên şehîd ên nîştiman û xwe bi domkerê rê û rêbaza wan dizane.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistan a Îranê

9`ê Xakelêwe a 1399`an