Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Mistefa Hicrî, bi hilkefta Newrozê peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Hevnîştimaniyên hezkirî
Xelkê têkoşer ên Kurdistanê
Em di rewşekê de ber bi Newroz û sala nû a 1400`an a Rojî ve diçin ku krîzên kelekbûyî yên nehatinî çareserkirî, domdar û encama siyaset û birêveberiya Komara Îslamî ya Îranê û ew ezmûnên tal e, ku ne tenê netewên bin destê wê welatê, belkî heta welat û gelên deverê jî, lê bêpar nebûne.
Rewaya civatgehî, yek ji wan fakteran e ku liserxistina hikûmetan bo birêvebirina krîzan rol dilîze. Pêka rapirsyeke bajarvaniya Tehranê, niviya hevwelatiyan baweriya wan bi amar û biryarên rejîmê nînin, ku wisa ye rejîm di wê warê de jî di krîzeke gelek kûr de ye.
Saziya Tendirustî ya Cîhanî, piştî belavbûna nexweşiya Korona li Îranê belav kir ku karbidestên Komara Îslamî, dema belavbûna wê vîrûsê bi direngî belav kirin. Bêguman krîza Korona, yek ji wan rûdayane ye ku tevî ziyana canî û maddî, bandoreke hemûalî li ser warên din jî hebûye. Hekî em arîşe û krîzên berê yên Îranê bi binema verbigrin, sala 1399`an, saleke pir ji karesat û krîztirîn sal tê zanîn.
Rejîm her ji destpêkê ve, nexweşiya Koronayê wek dîyardeyeke ewlehî û teblîxî nîşan da. Berevajiya banghêjiya berpirsên payebilind ên Spaha Pasdaran derheq peydakirina rêçareyeke bingehîn, niha jî digel be, rejîmê nekariye şûnwarê malwêraniya wê nexweşiyê biveşêre.
Yek ji pîverên cîhanî bo beravirda rêjeya xweşbijîviya welatan, pîvera Lîgatom e. Pêka wê pîverê, rewşa xweşbijîviya welatan pêka 12 xalan tê beravirdkirin ku ev jî ev in: “Asayiş, azadiya takekesî, hikmranî, saman civakî, veberhênan, rewşa karûkasibî, pêgeh, kalîteya aborî, derfeta jiyan, tendirustî, jîngeh û perwerde”. Pêka dawî beravirda enîstîtûya Lêgatom, Îran di nav 167 walatên cîhanê de, pileya 120`em heye.
Berevajî ji îdiayên berpirsên Komara Îslamî, ji hemû wan salanên ku welat di bin givaşa dorpêçan de bûye, ne aboriya wê welatê geşe bi xwe ve bîniye û ne jî rêyek bo baştirbûna jiyana xelkê hatiye dîtin. Siyaseta derve ya rejîmê bûye sedema dorpêçên çendalî li ser aboriya Îranê û gendeliya sîstematîk a nav rejîmê jî wisa kiriye ku xelk rastî bê hêvîbûnê bên.
Piştî zivirîna Amerîka li Bercamê, aboriya Îranê di krîzeke bê mînak de ye ku heta bi beravirkirin digel şerê 8 sale yê navbera Îran û Îraqê kûrtir û ziyanên wê zêdetir û berbilavtir in. Kêmbûn yan jî jidestdana dahata neft, sedema kurtkirina bûdceyê ye. Asta giştî ya nirxan bi awayê nivîncî du qat zêde kiriye, nirxa Tumen çen qat dabeziye, qewareya aboriya welat piçûktir bûye û şiyana aboriya hevwelatiyan di sala 1399`an de bi beravird digel sala derbasbûyî ji %25 kêm kiriye.
Di sala derbasbûyî de bûdceya rejîmê rastî kêmanîna bûdceyê hat û eva jî wisa kiriye ku encama wê bûdceyê givaşeke zêde bixe ser xelkê da ku bikare bi komkirina baca salane hin ji kêmbûna bûdcê qerebû bike, û eva jî di demekê de ye ku nexweşiya Koronayê bi giştî bazar têk daye û pêka amar, xelk pêka sala derbasbûyî ji %7 hejartir bûne, di îsal de jî bi sedema Koronayê 3 milyon kes karên xwe ji dest dane û çarenivîsa pîşeya 5 milyon kes jî heta niha rohn nîne û hikûmet jî ti piştevaniyekî ji bazar û jiyana aboriya xelkê nekiriye û hevdem bazara reş di Îranê de berfirehtir bûye.
Îsal jî bo careke din parêzgehên Kurdistanê di asta Îranê de zêdetirîn rêjeya bêkarî û enflasyon hebûye, di nav parêzgehên Kurdistanê de, Kirmaşan zêdetirîn rêjeya bêkarî hebûye. Îlam û Kirmaşan pêka amara fermî du bajarên karestabar in û hevdem bi sedema daketina zêdetir a nirxa Tumen û belavkirina Dolarê dewletî li navenda Îranê, xelkê Kurd pêka salên berê hejartir bûne.
Jinan du hemberê mêran rastî krîzên aborî hatine. Kêmtir welatek peyda dibe ku derfeta kar bo jinan wekî Îranê berteng be. Welatek ku rûniştiyên wê yên jin serweyê 15 sal zêdetir ji 31 milyon e, hejmara jinên xwedîkar jî kêmtir ji 4 milyon û 400 hezar kes e. Di sala 1399`an de, rêjeya betaliya jinan 14 hemberê rêjeya betaliya mêran bûye, bi vê yekê jî wisa tê xuya ku rewşa Korona rêjeya tundûtîjiya malbatî rû bi jin, zarok û kal zêde kiribe, lê ti amareke cihê baweriyê di vê derheqê de ji ber dest de nîne.
Hejma pêketiyên Koronayê aliyê kêm sê hemberê amara fermî ye, hejma qurbaniyên Koronayê, sê hemberê wê rêjeyê ye ku rejîm ragihandiye. Krîza bingehîn a leşsaxî li Kurdistanê, di demekê de karesata wê tê eşkerekirin ku rêjeya kadrên dermanî li Kurdistanê nîveya rêjeya standarî ya cîhanî ye û rêjeya textê ICU yek li ser sê ya wê standara cîhanî jî nîne.
Derheq bi jiyana kedkaran û qata hejariya civatgehê di sala 1399`an de, dibe bê gotin ku pêka beravirda çalakvanên kedkarî, zêdetir ji %90 kedkar di bin hêla hejarî de ne. Givaşa aborî bi radeyekê ye ku kalîteya jiyan û xwarina xelkê bi berdewamî di dabezîn de ye. Heta qata karmend jî hatine di bin hêla hejarî de, hevdem digel vê qata malnişîn jî, bi sedema kêmiya mûçeyan û dabezîna sindoqa bîme zêdetir ji hertimî jiyana wan di bin metirsiyê de ye. Belavbûna nexweşiya Koronayê, wisa kiriye ku naberaberiya qat rû li zêdebûnê bike.
Tevî vê ku detpêragihîştina rûniştiyên netewên xeyrefars bi îmkanat û hewcehiyên pizîşkî û tendirustî nîne, piştî daxistina dibistan û xwendingehan, emrazên dîcîtalî û nebûna hewcehiyên hînbûn û lawzbûna înternet, metirsiya vê aniye gorê ku zarokên Kurdistanê zêdetir ji berê rastî nexwendevariyê bên.
Tenê di yek sala derbasbûyî de, 230 kolber û kasibkar rastî hêzên ewlehî û çekdarî yên rejîmê hatine û kirine bi armanc û di encamê de 67 kes hatine kuştin û 163 kes jî hatine birîndarkirin. Ji 34 kesên medenî ku kirine bi armanc, 15 kes hatine kuştin û 19 kes jî hatine birîndarkirin. Li gelempera 40 qurbaniyên mîn, 11 kes hatine kuştin û 29 kes jî hatine birîndarkirin. Herwisa 223 haletên xwekujî (117 jin û 106 mêr) hatiye tomarkirin. Di navçeyên netewên din yên wek Belûçistan, kuştina kasibkaran û serkuta xwenîşanderên bajarê Serawan mînakek e ji rewşa serkuta sîstimatîk û sitema çend qatî li dijî wan netewan.
Tevî, rewşa herfîner a aborî û krîza Koronayê, di sala derbasbûyî de rejîma Komara Îslamî li ser siyasetên hertmiyên xwe wate mudaxilekirin di nav karûbarê navxweyî yên welatên deverê de, ew li ser ceribandina mûşek û bernameyên xwe yên etomî rijtir bûye. Komara Îslamî bi rêya torên berbelav ji girûpên girêdayê bi xwe ve, şerê bi nûneratî kiriye karê xwe yê yekem û li dijî deverê bikar tîne. Her ji tora wan hêzane ve, di heyama sala derbasbûyî de berdewam berjwendiyên welatên Erebî û Amerîka di deverê de kiriye bi armanc.
Dezgehên ewlehî û zaniyarî yên Komara Îslamî li çend welatên cîhanê de hewla teror û binçavkirin û xistina nav telikê ya dijberên xwe daye. Fermandên Spaha Pasdaran îtiraf kirine ku di heyama 30 salên derbasbûyî de 17 milyard Dolar ji dahata welat bo karûbarê dîplomasî û çalakiyên leşkerî û berevanî, terxanê deverê kirine, lê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje tenê ji 2012`ê vê de, 16 milyard Dolar bo hêzên terorîstî û hevpeymanên xwe xerc kiriye. Heqîqeta wê pawanxwaziyê ku Tehran bi gotara olî û îdolojîkî ve girê xwariye, êdî niha li cem civatgeha cîhanî mijareke nezelal nîne. Komara Îslamî ya Îranê, bo xelitandina raya giştî nemaze li navxwe, carê wisa ye pişta xwe bi faktera olî û carê wisa jî hebûye ku bi faktera “rûmeta Îrana mezin”, girêdaye.
Zêdetirîn xerc, kêmtirîn destkevt
Piştî tev ji wan krîzan ku cihê îşarepêkirinê ye, eva ye ku rejîm di kiryar de ti pêngavek bo çareserkirina krîzan, çi li asta navxweyî û çi di sata derve de navêje. Eva xelk in ku dibe xercê serkêşiya Komara Îslamî bidin.
Di asta derve de, hevpeymanên bi dizî û eşkere li dijî rejîmê di gorê de ne. Nîzîkbûna Îsra`îlê digel welatên Erebî û asayîbûna pêwendiyên ku tê çavnhêrkirin zêdetir berfireh bibe, di rastaya paşekêşe bi rejîmê de ye. Kirina bi armanca “Qaim Silêmanî”, fermandê Spaha Qudis, Ebû Mihemed Mîsrî”, kesê duyem yê tora Qaîde û “Muhsên Fexrîzade” zanayê Etomî yê rejîmê li Tehranê, dirja ewlehî û lawaziya dezgehên ewlehî yên rejîmê zêdetir anîne berçav. Bêzarî ji siyasetên rejîmê û mudaxilekirin li welatên deverê li cem nifşa nû û raya giştî û nemaze li welatên Îraq, Lubnan û Efxanistanê ku bi kiryar li ser şeqaman û xwenîşandana xwe nîşan daye, îşareyek dinê ye bo şikesta siyasetên rejîmê.
Di asata navdewletî de, bernameya mûşekî ya Îranê ku bûye gef li sr welatên Erebî, Ewropa û Amerîka û berjwendiyên li deverê, li ser maseya danûstandinê de ye û Ewropa û Amerîka li ser rijd in. Eva ku wek hevkêşe di gorê de ye, vê naçe di berjwendiyên rejîmê de dawî pê bê. Li hegera rêkkevtin yan berdewambûna rewşa niha li pêwendiyên Îran û Amerîkayê jî, komek heger û bûyer têne çavnihêrkirin, dibe bê balkêşandin ku rejîm di herdu astê navxwe û derve de li rewşeke lawaz de ye û ber bi lawaziya zêdetir ve diçe.
Di wan salên dawî de, bi sedema givaşên aborî, nerizayetiyên berdewam li dijî krîzên wek menceke herifîner ku kela desthilatdariyê xistiye hejandinê, heyam bi heyam dûbare bûye. Her yek ji wan mencane li encam û li domkerê mencên berê, her carê beşek ji tex û qatên civatgehê digel xwe xistiye. Kelekbûna şikestên rejîmê û bê hêvîbûna xelkê li rewşê, encama wê bûye ev ku panatiya nerizayetiyan li hember siyasetên rejîmê berbilavtir bibin. Siyasetek ku zêdetirîn xercê wê li ser destê xelkê ye û destkevtên wê jî bo ser sifreyên desthilatdarn bûye.
Bo derbasbûn li vê rewşê û bo dawî anîn bi rewşa bindestî, bo gihîştin bi mafên netewî û demokratîk ku hemû netewe hest bi serwerî û asayişa netewî û kiramet û hebûna xwe bikin, em di Partiya Demokrata a Kurdistana Îranê de li ser wê bawerê ne: Hevçarenivîsî dibe bibe binemaya havxebatî û hevpeymaniya hemû ew hêzaneyê ku bi kiryar bawera wan bi demokrasî û mafê neteweyî ya netewên bindest yên Îranê heye.
Em li ser vê bawerê ne ku rewşa lawaz a rejîmê, pêgeheke guncaw bo xebat û têkoşîn li pêxema herifîna wê rejîmê û cihgirkirina sîstemeke demokratîk û fedral dirust kiriye. Derheq Rojhilatê Kurdistanê jî li sala 1400`an de wek salên derbasbûyî em li ser lihevnêzîkbûna Partiyên xebatkar û bandordar rijdtir in, û em li ser berdewmabûna Rasana Rojhilatê jî rijdtir in û Rasanê dikine xaleke bingehîn. Tevlîbûna ref bi refên keç û xortên bi bîrûbawer û şoreşger bo nav refa Hêza Pêşmergê Kurdistanê li sala 1399`an de, hêz û girreke zêdetir li pêxema azadî û rizgariya nîştimanê bexşiye. Her lewma em radigehînin bi hêvî û bihêztir ji berê, çepara Rojhilat bo berevanî ji azadiyê avedantir e.
Di dawiyê de, pirozbahiya sala nû û Newroza Kurdewarî bi tev xelkê emekdar ên Kurdistan, malbatên serbilind ên şehîdan, girtiyên siyasî û malbatên wan û Hêza Pêşmergê Kurdistanê û li tev wan kesan dikim ku jiyan xwe di pêxema xebat bo rizgarî terxan kirine û qurbanî dane.
Partiya Demokrata a Kurdistana Îranê
Lêpirsyarê Giştî
Mistefa Hicrî