Lêpirsiyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 25ê Gelawêjê, 75emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat peyamek belav kir.
Peyam wiha ye:
Xelkê têkoşer û azadîxwaz ên Kurdistanê
Kadir, pêşmerge û alîgirên PDKÎ
Wek agehdar in
Berpirsyariya takên hişyar yên civatgeha Rojhilatê û hizirkirin ji bê mafî û reşkirina nasnameya netewa Kurd û xebat bo bidestveanîna mafê serwerî, xala bingehîn ya damezrandina Partiya Demokrat e.
Ev tevgera fikrî li ser binemaya teşkîlatiyên Komeleya Jêkaf geşe dike û ji Partiya Demokrat ve diguhere bi qewareyeke teşkîlatî û siyasî bi bername. Serdemanekê ku bîr û hizra çep ya Markîstî bal bi ser jîngeha sîyasî ya Rojhilata Navîn û di vê navberê de li ser Kurdistanê de jî kêşa bû û hizra netewexwazî wekî bîreke paşketî dihate mêzekirin, û bi pîlana împiryalîzm bo parvekirina hêza kedkarên cîhanê dihate hesibandin, Partiya Demokrat ji vê aliyê berpirsyaretiya xwe ve, li ser bidestveanîna mafê netewî û rizgarî li jêrdestî û xebat bo mafê netewî rijdtir bû. Pêka wê peyama dîrokî jî bû ku di yekemîn derfet de di encama guherîna hevkêşeyên siyasî li şerê duyemîn yê Cîhanî di asta deverê de hate gorê, û bi serokatiya Pêşewayê nemir, Komara Kurdistanê wekî “binyada neteweyî” damezrand.
Herçiqas temenê Komara Kurdistanê pêka qiyasa hejmar û roj û meh kêm anî, lê mîrat û dîroka xwe sparte paşerojê û bû bi rêbaz; Bi awayekê ku nifşên piştî wê, xwe bi hevwelatiyên wê Komarê dizanin û li beşên din yên Kurdistanê jî nîşaneya samaneke netewî pêve ye. Bi wî awayî, bingeheke wiha qahîm bû hest û hizra Rojhilat ku piştî herifîna Komarê û jidarvekirina Pêşewa û birêveberên wê yên din, bo vejîn û bingehdanîna wê, bûye hêleke netewî li stratîjî û bernameya siyasî ya hizba avaker ya wê; Hizbek ku bi dirêjahiya dîroka 75 saliya xwe, li hember du dîktatorên Paşayetî û Îslamî, li ser heman hêlê berdewam bûye.
Niha ku netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, roja jidayîkbûna Partiya Demokrat bilind radigre, zêdetir ji berê bo gihîştin bi daxwazên xwe yên kevnar hêvêdartir e. hişyartir li hemû demê xebatê bo dike, û herwisa Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî pêşeng û rêkxerê wê xebatê ye. Herçiqas di heyama wan 75 salan de, bilî vê ku piştî û paş damezrandina Komara Kurdistanê û heyameke kîm piştî herifîna rejîma Paşayetî û bi desthilat gihîştina Komara Îslamî, ku ser hev hemû ji çend salan derbas nabe, Partiya Demokrat bi azadî di Kurdistanê de çalakî tinebûye, lê di wê heyama kurt de di deverên li jêr desthilata xwe de bi kiryar û bi awayekî damezrawî, li pêxema behayên azadî, demokrasî û serweriya nîştimanî û azadiya bîrûbawera siyasî û olên cuda, berçavgirtina mafên kêmîneyan, girîngîdan bi ziman, xwendin û perwerde, beşek ji wan pirsan in ku bi bername û bi kiryar hewil bo daye.
Xebat bo rizgarî li jêrdestî û ew armancên bilind û pir nirxên ku Partiya Demokrat hewil bo daye, digel binemaya hizrî û siyasî ya navendê li serdemê herdu rejîmên Paşayetî û Îslamî de neteba û li dijî wan bûye. Lewma wan, Partiya Demokrat li dijî desthilata serero û paremayî yên xwe dizanîn û bi her awayekî ku di şiyana wan de ba, hewla perawêzxistin û jinavbiran wê didan. Jinavbirina rêberên wê hizbê, armanca serke ya wan bûye, her di vê derheqê de, Pêşewa Qazî Mihemed, Dr Qasimlo û Dr. Şerefkendî, bi pîlana wan rejîman têne şehîdkirin.
Lê ezmûna 75 salên derbasbûyî nîşan daye ku şehîdkirina wan rêberan û hezaran ji têkoşerên din yên Partiya Demokrat, guriya agirê vê xebatê gerimtir û geştir kiriye. Berevajî ji bîra teng ya dujminan, Partiya Demokrat ev Partiye nîne ku bikarin bi xedir û xiyanet û pîlanan ji nav bibin. Partiya Demokrat, nasnameya netewî heye û pareke neveqetiya ji dîroka Kurd e. Bi dirêjahiya qonaxên xebatê, hewil bo dabînkirina serweriya netewa xwe bi ser axa xwe de daye, û dehan sal e ku rêkxer û pêşengê tevgera netewî-demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê ye. Nabe ku behsa dîroka hevçerx ya tevgera rizgarîxwazî ya Kurd bê kirin, lê rola dîrokî ya vê hizbê nedîtî bê girtin.
Dîroka 75 sale, tenê dîrokeke pêkhateyî ya siyasî û teşkîlatî nîne, belkî dîrok û vebîranîna dehan sal xebat û qurbanîdan e ku bi hezaran têkoşer û şoreşvan li çendîn nifş û tev qat û tex û deverên Rojhilatê Kurdistanê têde beşdar bûne.
Gerçi Partiya Demokrat di nav wê dîrokê de xwediyê serwerî û destkevt û serketin bûye, digel vê yekê jî bêguman li kêmûkurî û şaşiyan de bidûr nebûye. Hekî gelek caran destket û serkevtin encama rewşa dem û cih be, bi heman awayî li kêmûkurî û veqetandinan jî encama heman rewşan in, di Partiya Demokrat de her bi wî awayî ye.
Di vê dîroka 75 sale de, nebûna derfeta çalakiyên Hizbê bi awayekî azad di Rojhilatê Kurdistanê de, dûr ji welat û veqetandin ji xelkê, wekî çavkaniyeke mirovî û rêkxistinî ya wê, heta astekê valahî û boşayî û veqetîna din jî derheq hizb û Rojhilat bicih hêlaye. Eva jî bixwe sedema komek ji kêmûkurî, neşiyanî yan kêmşiyaniya wê bûye. Ew veqetandine jî gelek caran dibe sedema siyaset û bernameyeke şaşî ya wisa ku dikare xisarbar be.
Bi balkişandin bi wan rastiyan, Partiya Demokrat hilgirê hinek kêmûkuriyan bûye ku dibe karê zêdetir li ser bê kirin bo vê ku kêmûkurî kêmtir bin. Yek ji girîngtirîn kêmûkuriyên wê, aliyê “perwerdeya” kadir, pêşmerge û endamên wê ye. Bi watayeke din nebûna îmkanat û derfeta pêwendiyên zîndî û biroj digel jîngeha Rojhilatê û herwisa rewşa serkut û rewşa sext û dijwara xebatê, bûne sedem da ku di çend qonaxekê de guherînkariyên civatgehê kêmtir û direngtir di bername û pêkhateya siyasî û rêkxistiniya Hizbê de reng bide, û hizb pêka hewcehiyan nekarî bi wan guherînkariyan aşina bibe û xwe digel wan biguncîne, nekarî perwerdehiya xwe di astê wan guherînkariyan de bibe serê û pêkhate û bernama xwe digel zemîneya guherînkariyan hevaheng bike, lewma gelek caran rastî arîşe û pirsgirêkên mezin û piçûk hatiye.
Xaleke din ku girîngiyeke taybet bixwe ve heye û dibe em tiliya xwe danêne ser wê, pêgeha cografiyayî û rola stratîjkî ya Başûrê Zagirosê li rêkxistina tevgera netewî ya Rojhilatê de ye. Pêwera serkevtina dawî bo tevgera Kurd li Rojhilatê wekî “binyad”a netewî û cografiyayî, pirkirina wê valahiyê ye, û veguhastina rehendên xebatê ye bo wê beşa nîştimanê. Tevî siyaseta kevnar a dagîrker bo asmîlekirin û veqetandin û helandina nasnameya Kurdî ya wê deverê ye, hizra netewî û Kurdayetî di wê deverê de heta tê geşe dike, lê me wekî Partiya Demokrat û serbarê hemû bername û hewlan, nekariye wê valahiyê bi tewawî pir bikin.
Dîdgehên vekirî û hizra rexnegerane bo dîroka 75 saliya Partiya Demokrat, fezliyeteke fikrî û pêdiviyeke perwerdeyî ye bo bi xwe ve çûn û bi rojkirina siyaset û bernameyên me. Ew dîdgahe wisa dike ku bi hurdî em bal bikişînine ser arîşe û kêşeyên heqîqî di çarçoveya wê de.
Di dawiyê de ez dixwazim îşareyê bi wê rastiyê bikim ku bi hemû kêmûkuriyên wê ve jî, Partiya Demkrat a Kurdistana Îranê, niha jî cihê hêviya piraniya netewa Kurd li Rojhilatê ye. Civatgeha Rojhilatê bi dirustî wê Hizbê bi ya xwe dizanin, lewma bi serkevtinên wê kêfxweş in, bi paşekêşe û lawaziyên wê hestyar in, hêz û moralê pê dibexşe û di tengahiyan de piştevaniyê jê dikin. Di hemû beşên Kurdistanê de jî, bi çavekî rêz û hurmet mêze dikin. Ev rêz û pêgehe jî bigiştî berhema xwîna şehîdan e, ji rêberên wê ve bigre heta digihîje hezaran kadir û pêşmerge, endam û alîgir, kêmendam û hepsiyên siyasî; Berhem û têkoşan û xebata çendîn nifş e ku bi sedan hezar kes pêka şiyan û rewşê piştevan û alîkarê wê bûne û xwedî lê derketine, lewma di rastî de hemû şanaziyên wê jî bo tev qat û texên Kurdistanê dizavire.
Bo me pêşmergê Partiya Demokrat jî, cihê şanaziyeke mezin e ku li refên Hizbeke netewî ya wiha mezin de xebatê dikin.
Di 75emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat de, ez serê xwe li hember canê paqij ê şehîdên rêya xebat û têkoşana 75 saliya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, û hemû ew şehîdên ku ji rêya azadiya Kurdistanê ve canê xwe yê paqij gorî kirine ditewînim, û em emegnasî û pîrozbahiya xwe bo malbatên serbilind yên şehîdan, bo hemû kadir, pêşmerge, endam û alîgirên wê Hizbê nîşan didin û soz didin domkerê rêya wan a tijî ji serwerî bin.
Di wê bîr û yada mezin de, peyama yekrêzî û hevxebatî bo hemû aliyên siyasî yên Rojhilatê, civatgeha xweragir a medenî û tev qat û texên Kurdistanê dûcare dikin.
Bijî PDKÎ
Serkestin bo Kurdistan