Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama rêzdar Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ bi boneya 26’ê Sermawez roja pêşmergê Kurdistanê

12:44 - 26 Kanûna pêşîn 2012

Xelkê Xebatkar ê Kurdistanê,
Hevalên Hêja!
Pêşmergên birûmet


Evro 26’ê Sermawez roja pêşmergê Kurdistanê ye, li vê rojê de û li serdemê pêş pêkhatin û avakirina Komara Kurdistanê de, dawî binkeyên serkûtê ên rejîma pşatiyê li bajarê şoreşgêr ê Mihabadê, paytexta efsaneyî a Komara Kurdistanê têk û pêk da, û ew herêm bi tewahî li jêr, lepê dujminan de rizgar kir û otorîteya Kurd seqamgîr û cihgir bû.

Ew roj roja yekemîn a şewqdana xebatê ye û her li vê rojê de yekemîn meşxela xebat ji bo bidestveanîna azadiyê û mafê netewî hate hilkirin. Çiraya hêvî û omêda bi pêşerojê li dil û derûna xortên Kurd de geş bû, berxwedana neteweyekê ku bi sedan salî bedbextî û bindestî dîtiye, tirs û xofa ji hesta netewî a Kurd, paytextê zaliman hejand û dara bêhêvîtiyê di nav cergê dije mirovan de çeqand.

Pêşmergê Kurdistanê xortê emegdare Kurd e, û taybet bi tu texek civakê nine, û jin û mêr û law û îxtiyar û xwendewar û nexwendewar, refên pêşmergeyan bona berengariya di gel zulmê hilbijart û her yek ji wan rol û kartêkirina taybet bi xwe li pêvajoya xebata mafxwazaneya gelê xwe li çepera pêşmergetiyê de hebûye.
Em dikarin bêjin ku ew şanazî tenê bo neteweya Kurd nine, belkû pêşmerge kariye li nav refên xwe de xortên şoreşvan ên neteweyên din jî bi cih bike, û gellek ji xoertên neteweyên din ên Îranê jî li nav vê hêza azadîxwaz de xwe dîtine, û perwerdê mekteba însanî û dadperwerî û hizra pêşmergatî.

Pêşmerge ew mirovê azadîxwaz e ku sînorên destçêkirî derbaz dike, û bi pêwendîdana îro, doh û sibê, dergehên pêşveçûna bo cîhaneke avedan vedike. Ew hizr û ramana pêşmerge berbest û astengên li ser riya xebata dijî dîktatoriyê ji nav dibe û mizgîniya rizgariyê bo neslên dahatî wek diyarî tîne.

Bi wateyek din pêşmerge ew xortê emegdar e ku mergê xwe li pêşiya jiyana xwe daniye, û amadeye û bona bextewerî û azadiya gelê xwe, û rizgariya xaka nîştiman xwe fîda bike.
Pêşmerge ew çekdarê xwedî bîrûbawer e ku bona demokrasî û dabînbûna mafê mirov li welatê xwe de bo mirovan xebatê dike, û qet bêhêvîtî û neregetî û teslîmbûna li hember dujmin de, nas nake.
Herweha li qada xebatê de hertim li serxwe û hişyar e û mafê ên hemberî xwe ku dibûne dîlên şer, parastiye.

Lewra heke em çavekê li dîroka xebata çekdarane ya derdorê û heya cîhanê jî bikin, gellek caran ji aliyê dujminên xwe ve, çekdarê terorîst û mirovkuj hatine hesibandin, lê hêza pêşmergê Kurdistanê bi sedema vê baweriya ku bi azadî, demokrasî, mafê mirov û kerameta mirovî herye û xebatê jêre dike, tevî vê yekê jî gellek caran li qada xebat û şer de tûşî têkşikan û paşvekêşanê bûye û taba wan têkşikanan kiriye, qet ji riya parastina usulên mirovî ên rêbaza xwe de derneketiye. Ji kopka serkewtinê de, jixwerazî nebûye û li têkşikan û paşekêşê de bê hêvî nebûye û rojbiroj îmana wî bo azadî û serbestiya gelê wî, qahîmtir bûye.

Ew armancên ku pêşmergê Kurdistanê xwe jêre qurbanî dike, armanc û xwesteka citên xelkê Kurdistanê ye, lewra xelkê Kurdistanê pêşmergê wek xortê xwe ê herî emegdar dihesibînin, û bi can û mal parastiye û diparêzin.
Di dema birsîtiyê de nan û pêxor digehandin û di dema tengaviyê de bi hewara wan de dihatin, û birîndarên hêza pêşmerge himbêz dikirin û piştî başbûna birînên wan bi sax û selametî, bi dûr ji çavên nehez û dujminan rê dikirne çepera xebatê. Pêşmerge ku şehîd dibûn, xelkê Kurdistanê bûn ku termê pêşmergeyan himbêz dikin û li gorî oerf û edetên civaka Kurdistanê bi axê dispartin. Bi kurtî û her wek pêşmergê rêber şehîd Dr. Qasimlo kerem kiriye, xelk û pêşmerge wek av û masî ne ku bê yektir nikarin jiyana xwe bi rehetî derbas kin.

Ew taybetmendiyane remza man û hebûna pêşmerge û gelê Kurd bûn ku niha bûye remza azadî, remza mirovekî azadîxwaz, demokrat, parêzerê mal û can û kerameta însanî ya gelekê ku bi sedan sal e ketiye ber êrîşa jinavçûn û înkarê. Dema ku navê pêşmerge dikeve ser zaran. Li nav gelên din de jî pêşmerge wek xoertê fîdakar û parêzerê neteweya Kurd tê nasîn û bi çavê rêz û hurmet ve li xebata pêşmerge dinêre. Her ew însandostiya pêşmerge bûye sedema vê ku navê pêşmerge sînorên Kurdistanê derbaz bike û bi naveke nasyar û ciyê rêz û hurmetê, û wek hêzeke ciyê baweriyê hisab jêre bê kirin. Wek mirovekî xwedî helwest teslîmî îradeya dagîrkerên Kurdistanê nebe.
Her cure boxtan û nav û natoreyeke na durust ku dujminan ji wan dikirin, cih negre û dost û yarê azadîxwazan, navê xwe derxîne û bibe hezkiriyê hemû aliyekê.

Êdî evro li Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn de, pêşmerge wek mirovekî şoreşvan û modern û azadîxwaz, xwebextker, ji bo jiyana însan û parêzerê nirxên însanî tê naskirin.


Bi vî awayî em dikarin bêjin ku tevî vê ku pêşmerge negihîtibe hêviyên xwe ên mêjîn li Kurdistanê de, lê di warê siyasî û rewanî de, ew çekdarê xwedî bawer ê Kurd li xwe nasandin û li doza xwe ya rewa de serkewtî bûye. Rikeberên xwe di gel bêhîvitiyê berbirû kiriye.


Gellek hêzên çekdarên teyarkirî bi çek û aboriyê li herêmê de hene ku piştevaniya hêzên navdewletî bi wan re ye, û bi sermayeyek yekcar zêde a madî ku li ber destê wan de ye, nekarîne ku cihê xwe li asta herêma xwe de jî bigrin, û li ber çavê xelkê xwe ketine û xelkê wan bi çavê şik û gumanê û wek kesên ser bi bîhaniyan wan dihesibînin ku her demekê ew aliyên bîhanî bixwazin dikarin wan wek morên şetrencê bi kar bînin, lewra qet di nav xelkê xwe de, tu binkeyek wan tune ye, yan gellek li astek kêm de ye.

Li hember de hêza pêşmergê Kurdistanê, bi 67 sal xebat û tekoşîna bê rawestan û ezmûneke tejî ji xebat û qurbandan qet neketiye nava vê bazneyê de û her tim hêza pêşmerge wek hêzek ku tenê piştevaniya gelê xwe hebûye ji bo demokrasî û azadî û bexteweriya mirovan xebatê dike, li ser hizr û bawera xwe rawestaye û qet xwe nekiriye kopalê destê bîhaniyan û bi piştevaniya madî û meinewiya xelkê xwe li ser piyan e.

Ew taybetmendî hertim bi qazancê serbixweyî û rewayiya doza wê tewaw bûye,û ewa jî remza rewayîbûna hêza pêşmerge bûye. Ew reftar ji bo neteweya Kurd bi gişî, cihê serfiraziyê ye û bo pêşmerge ciyê şanaziyeke bê mînak e.


Rêberê Kurd ku bixwe pêşmerge û rênîşanderê vê hêza siyasî û nîzamî bûne, ew şanaziya li rûpelên dîrokê de bi xetên zêrîn hatine nivîsandin û serfiraz û rûgeş wek sitêrkên esmanê geş in.

Rêberên pêşmerge û pêşmergên rêber ku bona çareseriya aştiyane a doza Kurd amade ne ku xwîna xwe goriyê armancên neteweya xwe bikin, û bi xwîna bi neheq rijiyayî a xwe mirovdostî û baweriya kûr a pêşmerge bi çareseriya aştiyane ya kêşeya rewa ya kurd nîşan dide û li hemen dem de, xwînrêjiya dujminên Kurd, û neheqiya wan li her demekê zêdetir nîşan dide.

Pêşmergên hêja!
Xûşk û birayên bi rûmet!


Piştî çend dehsalan xebata gelê Kurd gellek guhertin bi ser herêmê de hatiye, û hizrên cuda ciyê xwe guhertine, ew xebat û berxwedana ku hêza Kurd bo wan armancên ku jêre tekoşîn kiriye, ew xwestek her niha jî giring û bi buha ne.

Her niha jî daxwazên xelkê ne, û eva Komara Îslamî ye ku hêşta paşve maye û li hember gelê Kurd nekariye ku xelk û pêşmerge ji hevudin veqetîne. Bi vî awayî li vî warî de rejîm bêçare ye. Şoreşa Kurd û pêşmerge li hemû qadên xebata siyasî û medenî zêdetir ji her demekê, û çalak e, û rolekî yekalîker heye.

Nifşa niha ya xortên Kurd li tewaya beşên Kurdistanê bitaybetî li rojhilatê Kurdistanê bi hizra pêşkewtiyane a pêşmerg hîn dibe û xwe bo xebatek rewa û ciyê baweriyê amade dike. Komara Îslamiya Îranê niha êdî bûye komara şer û xwînrêjiyê, têkder û tevdanîkar û di vî warî de rekorda yekemîn bi dets xistiye, lewra hemû demekê li nav gelên çewsayî ên Îran û cîhanê de îzoletir û bê dost maye, û li her warekî de û li jêr zexta bîrûraya giştî a cîhanê de ye. Ji aliyê rêkxirawên mafê mirov, sal nine ku nehê protestokirin û li refa dîktatorên cîhanê de ku zextê bi dijî gelê xwe bikar tînin, pileyek ciyê rûreşiyê heye.

Komara Îslamiya Îranê wek komareke piştevanê hêzên terorîst û dijî aştiya cîhanî, ku hewil dide bo destveanîna çekên etomî û tewaya rê û cihên navnetewî binpê dike hatiye naskirin.

Rejîmek ku tu boçûnek cuda ji xwe qebûl nake, dengê xelkê bê wate dihesibîne, girtîgeh tijî kirne ji azadîxwazan ku tenê daxwaza dadperwerî û sîstemek demokratîk û mafên xwe li welatê xwe dixwazin û roj nine ku xelkê deste deste îdam nekin. Lê bêxeber ji vê ku gelên Îranê bi tewahî, li xebatê nasekinin û li qada xebatê de pêşmergê evro û pêşerojê ê welat in.

Rejîma Îranê niha li navxwe de jî tûşî gellek kirîzan bûye. Hebûna çend berekiya li nav baskên rejîmê de û şerê deshilatê bona dahata giştî ya welat her hemû jî bo Komara Îslamiya Îranê wek kirîzek mezin lê hatiye ku li medyayên wan de reng vedide. Bê guman heke li salên borî de Xamineyî bi awayekê hewla çareseriya kêşên navxweyî dida, lê niha ew wek beşek ji kêşeyan tê hesibandin, lê ewe jî nikare kêşeyan çareser bike. Ew baskên rejîmê tenê li ser mana wîlayeta feqîh û tepeseriya azadîxwazan.

Kirîza aborî rejîm hisabî xistiye tengaviyê, lê rejîmê nehiştiye ku hêzên tepeserkar û binkeyên etomî tûşî wan kirîzan bin, wate bedbextî û zext bi tewahî li ser xelkê welat e. Birsîtî û hejarî li jiyana xelkê asayî û mamnawendî de xwe nîşan dide, heke ew rewt berdewam be, eva şîrazeya jiyanê dikeve tehlûkê û jiyana xelkê, wê dijwartir be, ku bêguman tenê berpirsên rejîmê sedema vê yekê ne.

Deshilatdarên rejîmê bûna bandeke mafyayî û dahata walat talan dikin û ji wan re jiyana xelkê ne girîng e. Zexta bêkarî û giraniyê li Kurdistanê xelkê gellek perîşe kiriye, û xelk bi neçarî rû li sînoran dike bona peyda kirina bijêwa jiyan axwe û malbatên xwe, lê mixabin roj nine ku li ser sînoran nebne armancên gulleyên hêzên rejîmê.

Ew kesane mixabin li cihê vê ku pariyek nan bo malbata xwe bibin, termên wan bo malbatên wan diçe, û hikumet jî xwe berpirsyar li hemberî wan cînayetan nizanin, û heta tu lêpirsîn li wan nahê kirin, belkû têne teşwîq kirin bona ku li ser kuştinê berdewam bin.

Lê herwek xûya ye çendîn dîktator hatine herifandin û rewşa demokrasîxwaziyê ser hildaye û yek bi yek dîktator têne jinavbirin. Dost û hevalên rejîmê jî ji nav diçin û direng yan zû reşeba wê bigîje Îranê jî, û gelên belengaze Îranê jî wê bigîjin azadiyê.
Bêguman gelê Kurd bi piştevaniya hêza pêşmerge wê bigîjin hêviyên xwe ên mêjîn, û hêza pêşmerge wek hêza rigarkerê gel, li nav welat de, bi qevdkiên gulan bêne pêşwazîkirin. Xatircem bin ku ew roj wê her bê.

Pîroz be 26’ê Sermawezê roja pêşmergê Kurdistanê

Silav li PDKÎ, pêkînerê roja pêşmerge û danerê roja Pêşmerge

Silav li canê pak yê şehîdên pêşmerge û malbatên wan

Silav li kêmendamên çepera pêşmergatiyê, ku beşek ji cesteyê xwe pêşkeşî xaka pîroz ya nîştima kirine.

Silav li girtiyê siyasî li girtîgehên rejîmê de

Silav li gelê Kurd piştevanê heredem ê PDKÎ û hêza pêşmergê Kurdistanê

Hûn jî her şad bin

Deftera Siyasî
26.09.1391