Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qaçaxa dewletî ya Kevirên asin, karên karxaneyên hundirê Îranê rawestandine

12:39 - 18 Çirriya pêşîn 2020

Qaçaxa kevirên asin ku ji kangehên asin di Îranê de têne derxistin ji aliyê rejîmê ve bo derveyê Îranê bi awayê qaçax têne şandin, karê karxaneyên asin û pola di Îranê de bi qaskî zêde sekiniye.

Piştî tehrîmkirina polaya rejîma Îranê ji aliyê Amerîkayê ve, kevirên asin yên kangehên Îranê bi awayê qaçax bo derveyê welat di şandin û eva jî bû sedem ku karxaneyên asin û pola wekî karxaneya asin a Îsfehanê piraniya karên xwe yên serekî bi sedema nebûna kevirên asin bisekinîne.

Derheq wê mijarê de girte vîdiyoyek di nav torên civalî de hatiye belavkirin, ku nîşan dide sedema rawestandina hejmarekî zêde ji pîşeya Pola, talan û ticareta qaçax ya berhemên kangehan ji aliyê navendên rejîma Îranê ve bûye ku berhemên kangehan rasterast ji kangehan bo derveyê welat bi awayê qaçax tê veguhastin û bi nirxekî herî kêm tê firotin.

Karxaneya Asin a Îsfehanê bi karên herî kêm kar dike û piraniya beşên wê yên serekî rawestane.

Berpirsê karxaneya Îsfehanê, di bersivdan bi pirsyaran, xwe diparêze û li ser rawstandina karê karxaneyê bi tenê gotiye: “Dabînkirina madeyên hewce pirsgirêkên xwe hene”.

Ajotvanên ku wan keviran vediguhazin gotine, ku em wan keviran ji kangehan bo bajarê “Bender Ebas”ê vediguhazin. Herwisa berpirsên Gumrikan xwe ji her bersivekê diparêzin.

Pêka wê vîdiyoyê 15 milyon ton kevirên asin bi awayê qaçaxî bo derveyê welat hatiye veguhastin ku dikarî hewcehiyên navxwe dabîn bike.