Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan û nerîna piralî

19:02 - 6 Tebax 2018

Kerîm Perwîzî

Gellek caran pirsyarên ciddî li kesatiyan, girûpan, yan li neteweyekê têne kirin, û dîroka mirovahî, siyasî û hizrî jî, gelek rûpelên bi vî rengî tomar kirine.

 Carna kesatî û girûpan, bersiveke yekalî dane pirsyaran. Wan, di bin givaşa siyasî, aborî û gefa li ser jiyana pêşerojê û dehan parametrên din de hêleke yekalîker ji xwe re destnîşan kirine, û vî aliyê hêlê, weke dirust û bihadar binav dikin, û aliyê din jî weke nehêja didin binavkirin. Bersivên bi vî rengî yekalî, bi kîjan sedemê jî be, civak hatiye neçarkirin ku ji ber hêsanbûnê, zû wan bersivan tevlî xwe bike.

Ew, hêleke zelal e, ji ber vê jî civak bi hêsanî ji wê fêm dike. Lêbelê gelek tişt jî bê bersiv hêla ne, û di rastî de bûye îdeolojiyek ku di dîrokê de jî gelek tawan bi navê îdeolojiya yekalî ve hatine encamdan.

 Mijara bingehîn a niha a doza civaka Kurdistana Rojhilat ev e ka gelo di vê serdemê de ku Kurdistan derbasî qonaxa Rasan angu Rabûnê bûye û civaka beşên din ên Îranê jî dirabe û dibe ku vulkanên han biteqin, divê em çawan li pirsa demokrasiyê li Îranê binêrin?!

Bersiv eger yekalî be, ev e ku me Kurdistaniyan ti xêrek ji neteweyên derdorê nedîtiye, û li ser bingeha ezmûn û mifahdarnebûnê, divê em xwe bihêz bikin û dev ji demokrasiyê ji bo derdorê berdin.

 Ne xuya ye ka gelo ev bersiv, me ber bi kîjan pêşerojê ve dibe, lêbelê eger piralî li mijarê binêrin û li ser xurtkirina Rasanê û danîna pêşerojeke din bifikirin, divê bersiva piralî çi be?! Her pirsyarek, tenê bersivekê lixwe nagire û her bersivek jî bersiva hertimî nîne. Mirov dikare li pey bersivên piralî be û bersiv jî, ji hev cuda bin.

Yek ji wan bersivan dikare ev be ku em xelkê Kurdistana Rojhilat, bixwazin yan nexwazin, niha di jeografiyeke bi navê Îranê de dijîn û hîn me biryara avakirina dewleta serbixwe neda ye. Lewma divê em hewl bidin bi aliyên din ên vê jeografiyê re li pey hevhizr û hevpeymanan bigerin û nirxa wê jî bidin da ku ew jî xwestekên me fêm bikin û li dewsa ku hêncetê bidin wan ku şovînîzm di nava wan de berfireh bibe, divê bi awayekî eşkere û bê şerm behsa xwestekên xwe bikin û bêjin ka emê çawan bikarin bi hev re bibin xwediyên jiyaneke baştir. Ji alî din ve divê rê nedin şovînîzm li civaka me jî çê bibe ji ber ku rabûna neteweyekê, hevpariya hemû neteweyên din jî dixwaze.

Rasana Rojhilat, nikare hem xelkê din di jeografiya hevpar a Îranê de kêm bibîne û bi çavekî sivik li wan binêre, hem jî li bendê be, ku pêşerojê ew jî nebin dujminên Kurdan. Hevdem Rasana Rojhilat nikare bi şerm biaxive û behsa xwestekên xwe û aliyên din neke. Herwisa Rasan nikare li bendê be ku hemû Kurdistanî tevlî Rasanê bibin lê hizra şovînîstî di nav xelkê de zêde bibe û beşek yan jî pêkhateyeke civakê bê piştguhxistin. Rasan nikare jî tenê li ser milên girûpek yan jî çend girûpan be û yên din jî, ji dûr ve destên xwe bi vî agirî germ bikin.

 Ev dikare yek ji bersivan be, û bersivên din jî bêne vedîtin. Lê demokrasî, tê wateya beşdariya xelkê di jiyana siyasî û civakî a welat de û nikare parek ji xelkê xwe û ên derdorê ji bîr bike ji ber ku piştguhxistin û ji bîrkirin, mirov di pêşerojê de rastî bahozê tînin.