Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rastiya wekî roja rohn

18:52 - 20 Îlon 2021

Nûredîn Sofîzade

Xebat û tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd li Rojhilatê kurdistanê bi pêşengî û alahilgiriya 76 sale ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi bê rawestan diçe pêş û di wê xebatê de gelek nirxên mezin hatine danê û rûbarê xwîna şoreşvanan ber çûye.

Ew rastiya û hebûn û berdewamiya xebatê di Rojhilatê Kurdistanê de û pêbendbûna kite Hizba Netewî- Demokratîk an ku PDKÎ di vê qadê de, bo hemî kes, dost û dijminan eyan e.

Di hemî derbasbûyiya wê xebata pi xwîn û dijwar de, di hemî serkevtin û pêşkevtinên di meydanê de, di hemî berxwedanî û gernasiya Hêza Pêşmerge de, di hemî şikest û indahiyên mezine dijmin de, tu caran rejîmên yek li pey yek ên Îranê û dagîrkerên Kurdistanê amade nebûne hebûna wê tevger û xebatê qebûl bikin û bînine ser zimanan.

Herwekî çavan înkara nasnama netewiya Kurdan dikin, herwekî çavan maf, ziman, çand û axa Kurdistanê zevt kirine û îtirafê pê nakin, herwisa jî înkara hebûna tevgera rizgarîxwaziya me dikin û amade nebûne ku basê hebûna xebatê û hêzên pêşeng û siyasî ên di meydanê de bikin.

Deshilatdarên rejîmê her piştî hatina ser kar a rejîma Xumeynî, cehda matkirina dengê mafxwaziya gelê Kurd dan û bi êrîş û kuştara bi kom a xelkê Kurdistanê û fermana cîhada li dijî Kurd û hilweşandî ragihandina PDKÎ, xwastin dengê doza me mat bikin, û hekî nekarîn mat bikin jî, aliyê kêm bona xapandina xelkê navçên din ên Îranê û cîhanê wisa bidine xuyakirin ku tiştek bi navê xebata Kurd nemaye û tu kesek nemaye ku dijberiya rejîma Îranê bike.

Rejîmê li wê pêxemê de û bona vê ku wê siyaseta xwe ya çepel bixe serê raya giştî, gelek caran amade nebû ku behsa şer û berxwedaniya Hêza Pêşmergê Kurdistanê bike û di hindek ji wan şerane de hezaran kes ji hêzên rejîmê jî ger hatibana kuştin, tenê li ber vê yekê rastî nedigotin ku îdiayên wan yên direwîn ku digotin, “me xebata Kurdan tepeser kiriye”, eşkere nebe.

Di demekê de ku bi dirêjiya 43 sal temenê wê rejîma xwînmij, deshilatdarên wê berdewam basa ewlehbûna Kurdistanê bo xwe kirine, û berdewam gotine; “ti hêzek siyasî nemaye”, berdewam gotine; “gelê Kurd tu daxwaz û nerizayetiyek tunîne”, berdewam piropagende kirine ku karîne PDKÎ û aliyên din ên siyasî ji nav bibin û xebata wan rawestînin! Pirsyar eva ye, gelo çi tiştek bûye sedem ku ew heyamê çend rojane hemî berpirsên siyasî-emnî û leşkerî ên rejîmê di asta herî bilind de, û di demûdezgehên ragihandinan de û bi eşkere basa hebûn û çalakî û metirsîdarbûna hêzên Kurdî û Hêza Pêşmerge dikin û gefan dixwen û bi çekên giran û dronan û mûşekan kevtine agirbaran û êrîş bo ser axa Kurdistanê û leşkerkêşiyê dikete ser Kurdistanê?

Bi wan çend xalan em dikarin bersiva pirsiyara jorîn wergirin.

1 – Rejîmê di navxweyê Îranê de ti rewayiyek nemaye, bi metirsîdarnasandin, dujmin û cudayîxwaz nîşandana PDKÎ û şoreşa Kurd, cehda bizivandina hesta xelkê din ên Îranê dide da ku bikare carek dinê xelkê dora xwe kom bike û wê rewayiya jidestçûyî peyda bike.

2 – Rejîm ji tirsê nerizayetiya xelkê Îranê ku li ser herikînê ye û deshilatdarên rejîmê dizanin ku renge wê carê nekarin tepeser û mat bikin, bi êrîşa bo ser Kurdistanê, dixwaze wisa bide xuya ku mijûlê şerkirin digel dujmin û her nerizayetiyek sûçdar dibe bi hevdestî digel dujminê “Kurdistan”ê û bi emniyetîkirina wê meselê dixwaze xelkê çavtirsandî bike.

3 – Rejîm dixwaze bi wan êrîşane bo ser Kurdistanê û bi rojevkirina şoreşa Kurd, yekrêziyê di nava deshilatdarên xwe de çê bike ku li ser dizî û gendeliyê û şerê deshilatê berbûne canê hevdu.

4 – Rejîm bi êrîşa ser Kurdistanê cehdê dike ku lawazî û bêşiyaniya xwe veşêre û dixwaze hêza leşkerî û şiyana cebilxaneyiya xwe bide xuya.

5 – Reşîm dixwaze wan şikestên xwe yên mezin û hezaran kuştiyên di Sûriye û Yemen û cihên dinê de bi êrîşa bo ser Kurdistanê bipeçêve.

6 – Rejîm dixwaze bêkifayetiya xwe û rewşa xirab a aboriya welat, bi avêtina çend mûşek û dronan bo çiyayên Kurdistan, wisa bide xuyakirin ku bûdce û dahata welat xercê şerê digel dujmin dike, û carek dinê dirûşma Xumeynî bêxine bîra xelkê ku “hemî tiştek bo şer”.

Ew 6 xalên jorîn armancên sereke yên rejîmê ne, lê di rastî de mesele tenê ew nîne û ez wisa dizanim xalên herî sereke ev in ku rejîm hêj naxwaze rastiyan bîne ziman.

1 – Berdewamiya xebata gelê Kurd û yekdestiya netewî û hişyarî li ser maf û azadiyan li Kurdistanê de, wekî netewa herî pêşeng û xwedî bandor li dijî rejîmê.

2 – Hebûna Hêza Pêşmergê Kurdistanê û amadebûna berdewam di nav xelkê de.

3 – Rêkxistin û çêkirina Pêşmergê Bajar.

4 – Cehdên dîplomatîk ên li astê derveyî welat de bona xistina rojevê ya pirsa Kurd.

5 – Li astê seranserê Îranê de ti hêz û aliyek, ji bilî hêzên siyasî ên Kurd li hemberî rejîmê di meydanê de nemane.

6 – Micidî û bigurtirbûna xebata hemî rehendî ya PDKÎ bi dijî rejîmê û pêşengiya wê Hizbê bona çêkirina yekdengî û hevxebatiyê di navbera hêzên Kurdistanî û seranserê Îranê jî, bi taybetî piştî ragihandina tevgera “Rasan”ê ji aliyê PDKÎ ve lerize xistiye kela deshilata rejîmê.

Belê bi berçavgirtina wan xalane bo me îsbat dibe ku armanca rejîmê ji wan gef û êrîşane çî ye.

Bê guman rejîm bi wan êrîşan ne tenê nagihîje armancên xwe, belkî dibe sedem ku hindî zêdetir gelê me yekgirtî û  xebat bi gurtir be, pirsa netewa me zêdetir di cîhanê de deng bide.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine